Komara Kurdistanê ya Mehabadê
Salvegera Komara Kurdistanê ya Mehabadê li gelê kurd û Kurdistanê pîroz be!
Komara Kurdistanê ya Mehabadê, yan jî Komara Otonom a Kurdî ya Mehabadê, komareke kurdî bû ku serbajarê wê Mehabad bû. Komar, di 22'ê çileya sala 1946'an de ji aliyê serokê wê Qazî Mihemed ve hate ragihandin.
Di nava sedsala 20'an de, piştî hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku Şex Mehmûd Berzencî li Silêmaniyê îlan kir, Komara Kurdistanê ya Mehabadê, di warê dewletbûyinê de, ji bo kurdan bû tecrûbeyeke duyem. Lê belê, hin welat ji bo berjewendiyên xwe, Komara Mehabadê, feda kirin. Di 22'ê çileya sala 1946'an de, bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê, li Meydana Çwarçira ya Mehabadê, Komara Mehabadê ji aliyê Qazî Mihemed ve hate îlankirin.
13 wezîrên ku di komara Mehabadê de cih girtin, piştî demekê Destûra bingehîn a komarê zelal kirin. Komara Mehabadê, her çiqas heta demek kin berdewam kir jî di wê demê de, bû navenda siyaset û ronahiyê. Komara ku li Mehabadê hate sazkirin, ala netewî ya Kurdistanê hilda û gel jî, artêşa welêt sazkir. Hikûmeta Komarê, herwiha rêxistinên aborî, civakî, edebî, hunerî û rêxistinên leşkerî jî saz kir. Rojname û kovar derketin. Sistema birêvebir ya Komarê jî hate sazkirin. Hewl hate dayîn ku sistema perwerde û ziman were pêşxistin. Zimanê kurdî bi fermî hate qebulkirin. Şanoya kurd hate sazkirin. Ji bo jin di aliyê siyasî û civakî de pêşbikevin, di 14'ê adarê de, Yekîtiya Jinên Kurdistanê hate sazkirin. Jina Qazî Mihemed, Mine Xanim, di xebatên jinan de, roleke aktîv leyist. Herwiha hewl hate dayîn ku têkiliyên diplomasî jî werin xurtkirin. Bi kurtahî, herçend temenê Komara Mehabadê kin be jî, Mehabad di vê demê de bû navenda siyaset û rewşenbiriyê.
Piştî îlankirina Komarê, Yekîtiya Sovyetê desteka ku dida Qazî Mihemed, paşve kişand û di 16'ê mijdara sala 1946'an de, hêzên Artêşa Îranê Paytexta Azerbaycanê bi destxistin û ber bi Mehabadê ve meşiyan. Hêzên Rejîma Îranê, bi desteka Brîtanya, di 17'ê kanûna sala 1946'an de, Komara Kurdistanê ya li Mehabadê hilweşand. Li Mehabadê di merasîma sazkirina Komara Kurdistanê de, Qazî Mihemed wiha sond xwaribû[çavkanî pêwîst e]:
"Bi mezinahiya Xwedê, Rumetiya Kurana Kerîm, li ser Welat û ala min, ez sond diwxim, heta dilopa dawî ya xwîna min û nefesa min a dawî, bi can û Malê xwe, di rêya azadiyê de, ji bo alên me li azamanan pêl bidin, ezê têbikoşim". Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê Seyfî Qazî û birayê wî Sadrî Qazî, li meydana Çwarçira ya ku lê Komara Mehabadê hatibû îlankirin, di 31'ê adara 1947'an de hatin dardekirin.
Jêderk: Wîkîpedîa