Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê tê avakirin
Ji bo hiqûqa alternatîf, Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê tê avakirin
HAYRÎ DEMÎR
AMED (DÎHA) - Xebatên avakirina Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê temam bûn. Ji bo komele bi avayekî fermî bê vekirin îro dê serlêdan bê kirin. Hevseroka Komeleyê Parêzer Gulşen Ozbek, diyar kir ku li hemberî hiqûqa ku polîtîkayên tunekirinê yên li dijî kurdan rewa dike, wan biryar daye ku hîqûqa civakî ava bikin. Hevserokê Komeleyê Serhat Eren jî got ku gelê kurd heta niha her tim hatiye darizandin û bi mebesta avakirina hiqûqa alternatîf ya gelên hatine tunehesibandin, ew derketine rê.
Di Konferansa Hiqûqnasên Kurdistanê ya îlona 2013'an de biryar hatibû girtin ku Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê bê avakirin. Xebatên ku ji wê demê heta niha dewam dikir, bi dawî bûn. Rêveberên komeleyê ku hemû amedekarî bi dawî bûne, ji bo bi avayekî fermî bê vekirin, îro wê serî li Walîtiya Amedê bidin. Komele ji aliyê 70 parêzerên endamên avaker ve hate avakirin. Piştî serdanê wê li hin bajarên Kurdistanê şax jî bên vekirin. Beriya serdanê Hevserokên Komeleyê parêzer Gulşen Ozbek û Serhat Eren, derbarê komeleyê de hin agahî bi me re parve kirin.
Hevserok Ozbek, diyar kir ku ev bi salane li Kurdistanê têkoşîna azadiyê tê dayîn û got ku dewletê jî kirinên xwe yên qirêj bi hiqûqê rewa daye nîşandan. Ozbek, got ku li hemberî vê hiqûqê wekî hiqûqnasên Kurdistanê ew jî dê hiqûqekî alternatîf biafirînin û da zanîn ku ji bo vê jî wan biryar daye ku komeleyekê vekin. Ozbek got ku eger navê Hiqûqnasên Kurdistanê neyê pejirandin jî wê dîsa bi heman navî xebatên xwe bidomînin û wiha axivî: "Me bi şîara 'Ji hiqûqa dewletê, ber bi hiqûqa civakî ve' dest bi xebatê kir. Em ê hîqûqa gelên Kurdistanê avabikin. Ji bo xebat wê bên meşandin. Hiqûq, ji bo berjewendiyên civakê heye, lê hiqûqa li Kurdistanê tê meşandin, nayê qebûlkirin. Bi rastî hiqûq pergala civakê ye. Lê niha hîqûq bûye wekî pergala dewletê. Em ê li hemberî vê ferasetê têkoşîna xwe bidomînin."
Her wiha Ozbek, derbarê hevserokatiya komeleyê de jî wiha axivî: "Azadiya zayendê, rêgeza civaka demokratîk e. Ji bo vê jî nûnertiya jinan gelek girînge. Ji ber wê jî me di komelaya xwe de hevserokatî qebûl kir."
Hevserokê Komeleyê Parêzer Serhat Eren jî destnîşan kir ku ev demeke pêdiviyek wiha derketiye holê û da zanîn ku di civînên ku li Wan, Êlih, Colemêrg û Mêrdînê lidarxistine de wan ev mijar nîqaşkirine. Eren got, fikra avakirina komeleyê di van civînan de derketiye holê û wiha axivî: "Gelê kurd, her tim hate darizandin. Hiqûqa heyî her tim, mafên wan binpê kir. Ew bûn mexdûrê vê hiqûqê. Lewra, em wekî Hiqûqnasên Kurdistanê, ji bo derdorên ku mafên wan hatine binpêkirin û rastî cudakariyê hatine, wê hiqûqekî alternatîf ava bikin."
(lg)