1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya 17yê çêkir
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya 17yê çêkir,komeleya,nivîskarên,kurd,li,swêdê,kongreya,xwe,ya,17yê,çêkir

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya 17yê çêkir

Zinarê Xamo bû serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê

A+ A-

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê îro (24/11/2012) li aşxaneya xwarinên kurdî ya Şêxmûsî li navenda Stockholmê kongreya xwe ya 17yê çêkir. Kongreyê bi xwarinên xweş yên Şêxmûsî dest pê kir. Paşê dîwan ji aliyê Newzad Hirorî û Serdar Roşanî ve hat birêve birin. Raporên xebatê ji aliyê serokê komeleyê yê berê Paşa Brodrêjî û berpirsiyarê aborî Zinar soranî ve hatin xwendin. Deriyê pêşniyazan vebû û hinek minqaşe li ser pêşniyazeka ku dixwest guhortinê di madeyeka destûrê de bike, bona ku serokê komeleyê dîrekt ji aliyê kongreyê ve bêt hilbijartin hat kirin, lê pêşniyaz qebûl nebû û guhortin di destûrê de çênebû. Paşî endamên komîteya kargêr ya nû hatin hilbijartin; sê esîl û du cîgir. Komîteya Kargêr civîna xwe her li wê derê kir û serok, sekreter û berpirsiyarê aborî di nav xwe de destnîşan kirin û ew jî ev in:

Zinarê Xamo (serok) Têmûrê Xelîl (sekreter) Zinar Soran (berpirsiyarê aborî) Lokman Polat Şewket Amêdî

Çavkanî: niviskar.se