Komeleya Rojnamegerên Azad avakirina 'Dîwarê şermê' şermezar kir
12:20 04.11.2013
AMED (DÎHA) - Rêveberiya Komeleya Rojnamegerên Azad, der barê "Dîwarê şermê" yê di navbera kurdan tê dê avakirin û darvekirinên kurdan ên li Îranê daxuyanî da. Komeleyê diyar kir ku sînorên berhemên pergala modernîteya kapîtalîst in ji destpêka avabûna dewletên netewe heta îro bi xwe re ji bo gelan ji êş û azaran pê ve tu tiştekî din neanîne û wiha got: "Ev nêzdîroka cîhanê diyar dibe. Ev sînorên ku li ser welatê me Kurdistanê hatine xistin û wî kirine çar parçe zêdetirî 90 salan e ku trajediyên gelê kurd zêdetir kirine."
Rêveberiya Komeleya Rojnamegerên Azad, têkildarî dîwarê şermê yê li ser sînorê di navbera Rojava û kurdên Tirkiyeyê de tê avakirin û darvekirinên li Îranê daxuyaniya nivîskî da. Komeleyêdi daxuyaniyê de diyar kir ku li her derê cîhanê ji ber pêşketinên kurewî sînor bêwate bûne û wiha got: "Helbet di vir de rol û rista têkoşîna gelan a ji bo bêwatekirina sînoran diyarker e. Ligel vê heqîqetê jî hikûmeta AKP'ê di navbera rojava û bakurê Kurdistanê de hewl dide ku wekî rejîma Siyonîst a Israîlê di ku di navbera Israîl û Filistînê de dîwarê şermê lêkir, dîwarê şermê lêbike. Divê baş were zanîn ku ew ê ev dîwar pirsgirêkên heyî kûrtir bike. Ji ber vê yekê em lêkirina dîwar şermezar dikin û banga tavilê rawestandina lêkirina dîwar li hikûmetê dikin."
'Em piştgiriyê didin Gokkan'
Komeleyê, destnîşan kir ku Şaredara Nisêbîna Mêrdînê û di heman demê de yek ji endamên sazûmankar a komeleyê Ayşe Gokkan ji bo ku ev dîwar neyê lêkirin 6 roj in di çalakiya rojiya mirinê de ye û wiha got: "Em destpêkê piştgiriya xwe ya ji bo Gokkan tînin ziman û li aliyê din ve jî jinedîtîve hatina wê ya ji aliyê çapemeniya Tirkiyeyê ve em şermezar dikin. Em bang li kedkarên çapemeniyê dikin û dibêjin ku bi rol û rista pîşeya xwe tevbigerin û vî pîşeyî pîroz nekin qurbanê berjewendiyên şîrket, holdîng û îqtîdaran. Divê neyê jibîrkirin ku pozîsyona me lazim e li cem gel û daxwazên gel be. Em we dawetî bilayiqî bicihanîna karê rojnamegeriyê dikin."
'Darvekirina ji bo fikrê şerma mirovahiyê ye'
Komeleyê da zanîn ku li aliyê din bidarvekirinên di demên dawî de ji aliyê rejîma Îranê ve tên kirin jî tund şermezar kir û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Ruhaniyê ku ji aliyê welatên rojavayî ve 'nerm' dihat pênasekirin jî di sala xwe ya yekam a serokomariyê de kendîran dixe stuyê kurdan. Divê Ruhanî tavilê dev ji vê karê kirêt a li hemberî mirovahiyê berde. Heke di sedsala 21'emîn de mirov hê jî ji ber fikr û ramanên xwe werin bidarvekirin ev yek şerma hemû mirovahiyê ye. Ji ber ku mirovahî xwe ji vê şermê xilas bike lazim e ku dengê xwe bililn bike. Em wekî Komeleya Rojnamegerên Azad bang ne li Rejîma Îranê em bang li gelên Îranê dikin û dibêjin ku ji van darvekirinan re bibêjin êdî bes e."
(mae)