Komeleyên Amedê di banekê de kom dibin
Komeleyên Amedê ji bo xebatên hêj baştir bikin her meh li hev kom dibin. Armanca komeleyan ew e ku di banekê de kom bibin.
Komeleyên li Amedê xebatên xwe dikin ji bo hêj baştir xebatên xwe pêk bînin hemê carek dicivin. Di civîna her meh li dardixin nîqaşên xebatên baş bikin dikin. Piştî nîqaşan biryarên digirin li komeleyan têxin jiyanê. Komeleya Çand û Piştgiriya Alîkariyê ya Mazidagiyan, Komeleya Midyadiyan, Şîvî-Der, Komeleya Omeryan û Komeleya Sîverekiyan û mehê carekê tên cem hev û ji bo xebatên hevkar xwe bi rêxistinî dikin.
'Ji bo xizmetek baştir'
Pêşniyara civînên hevpar ji Serokê Komeleya Mazidagiyan Mehmet Alî Akçîçek hat. Akçîçek di sala 2004'an de hate hilbijartin û diyar kir ku bo xizmetek baştir bikin komeleyan li hev dî civîne. Akçîçek, anî ziman ku komel ji gel re xizmetê didin û ji bo xizmetê ji gel re bidin tên cem hev. Akçîçek, da zanîn ku di civînan de rexne û rexnedayîn û pêşniyar tên kirin.
'Armanca me ew e ku em di bin banekî de kom bibin'
Akçîçek, bilêv kir ku civînên ew dikin ji bo rêxistinbûnê gelek baş e. Akçîçek, destnîşan kir ku civînên ew dikin siyasî nîn in. Akçîçek, diyar kir ku armanca wan ew e di bin banekê de kom bibin û wiha got: "Ev yekê hêj zelalnebûye. Em nizanin dê çê fêde û zirara wê hebe. Em di civînan de nîqaşa vê yekê jî dikin. Lê armanca me ew e ku em di bin banekî de kom bibin.."
(bd)