Komkujiya ji dil û can!..
Ji Erdogan îtîrafa Roboskiyê: Artêşê wezîfeya xwe ji dil kir!
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Pakîstanê bersiv da pirsên rojnamevanan û xwedî li komkujiya artêşa Tirk li Roboskiyê pêk anî derket û got; “Em rayeyê didin hêzên xwe yên ewlekariyê, leşkerên xwe, polîsên xwe. Ew jî di vê çarçoveyê de bi kar tînin. Em ev raye daye TSK’ê (artêşa Tirk) û bi kar aniye. Hêzên me yên çekdar vê peywira xwe ji dil kiriye. Dibe xeletî hebin.”
Li gorî nûçeya rojnameya Zamanê, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Pakîstanê bersiv da pirsên rojnamevanên Tirk û berpirsên komkujiya Roboskiyê ya di 28’ê berfanbara 2011 de pêk hat û di encamê de piraniya wan zarok bi giştî 34 ciwanên Kurd ên sivîl têde jiyana xwe ji des dan, parast. Erdogan diyar kir ku artêşa di çarçoveya rayeya xwe de peywira xwe pêk aniye û got; “Di Wall Street Journalê de nivîsa ku Tirkiyeyê dixist tengasiyê derket. Ez pir aşkere dibêjim. Gelo li Tirkiyeyê armanceke siyasî ya çapemeniyê heye?
Saziyên diyar ên çapemeniyê piştgirî didin nêrînekê, piştgirî didin nêrînên siyasî. Ev yek li Amerîkayê jî heye. Ya Wall Street Journalê jî heye. Ji bo rêveberiya niha têxe tengasiyê, vê nûçeyê ji ber xwe ve çêkir. Ev wezîfeya yekemîn a TSK’ê ye. Em rayeyê didin hêzên xwe yên ewlekariyê, leşkerên xwe, polîsên xwe. Ew jî di vê çarçoveyê de bi kar tînin. Ger em bi polîsên xwe hêzên xwe yên ewlekariyê ne bawer bin, dê kî li hemberî terorê têbikoşe?
Me li Hantepe, Gedîktepeyê dît, bi hêstiran doçkayên xwe anîn, çapemeniya me got ‘we çima lê nexist, balefirên me, helîkopterên me, li kû bûn’ hêstir jî hebûn, mirovên dimeşiyan jî hebûn. Min ji CD’yên ku min lê meyzand tevgerek dît. Min bi xwe meyzand. 30-40 kes hene. Ne gengaz e ku mirov ji wê bilindahiyê bibîne. Ev CD’yane Heronên me dane. Hêzên me yên çekdar jî tişta pêwîst kiriye. Ev herêmê, cihê terorê ye. Ne cihê sivîl û gel e. Li cihên wisa hêzên ewlekariyê nizanin evane Ehmed in, an jî Mihemed in...
Me piştî operasyonê bihîst. Lê beriya wê haya me jê tune bû. Hêzên me yên ewlekariyê vê peywira xwe ji dil û can kirine. Xeletî çêdibin. Me lêborîna xeletiyê jî aşkere kir. Me tazmînat jî aşkere kir. Me got ku ev xeletî xeletiya me ye. Ji bo Xwedê, em tazmînat didin. Ji tazmînata fermî wêdetir çi tiştek din heye?”
ANF NEWS AGENCY