1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Komkujiya Kobaniyê dibin Laheyê
Komkujiya Kobaniyê dibin Laheyê,komkujiya,kobaniyê,dibin,laheyê

Komkujiya Kobaniyê dibin Laheyê

A+ A-

DENÎZ NAZLIM

ENQERE (DÎHA) - Çeteyên DAIŞ'ê di 25'ê hezîranê de ji ser sînorê Tirkiyeyê derbasî Kobanê bibûn û li wir di nava wan jin û zarok jî hebûn 251 welatî bi awayekî hovane qetil kiribûn. ÎHD komkujiya Kobanê dê bibe Dadgeha Cezaya Navneteweyî ya li Laheyê ye. Daxwaza ÎHD'ê ya sereke berpirsyarên vê komkujjî bên darizandin û kesên ku li ser sînor rê nîşanî çeteyên DAIŞ'ê dane jî bên darizandin.

Navenda Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) komkujiya Kobanê ya ku di 25'ê hezîranê de di nava wan de jin zarok jî hebûn 251 welatî ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin dibe Dadgeha Cezaya Navneteweyî (DCN). Serokê Giştî yê ÎHD'ê û Berdevkê Koalîsyona Tirkiyeyê yê DCN'ê Ozturk Turkdogan roja 30'ê cotmehê daxwaznameya amade kirine radestî Serdozgerê DCN'ê Luîs Moreno Ocampobike. ÎHD di daxwazbnameya xwe de wekî pêvekê rapora di 8'ê tîrmeha 2015'an de li ser komkujiya Kobanê amade kiribû û rapora rêveberiya Kantona Kobanê amade kiribû jî radestî serdozger bike. Di raporê de balê dikşîne ser berpirsyariya Tirkiyeyê.

Sûcê li hemberî mirovahiyê ye

Di daxwaznameyê de biryarê di sala 1998'an a bi hejmara 1267 û di sala 2011'an de bi hejmarên 1988 û 1989 ên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî der barê El Qaîdeyê de wergirtibû wekî mînak tê nîşandan û wiha hat gotin: "Em aramanc dikin ku berpirsên baskê Iraqê DAIŞ ê ji El Qaîdeyê veqetiyaye û rêxistina El Nusra sûcê mirovahiyê kirine li ber DCN'ê hesab bidin."

Di daxwaznameyê de ev tişt hat gotin: "Ji ber pêkanînên sûcê mirovahiyê yên di navbera salên 2013 û 2015'an de rêxistinên oldarên radîkal/cîhadî yên El Qaîdeyê, El Nusra û DAIŞ'ê li Kantona Kobanê pêk anîne, der barê berpirsyarên wan de ji Konseya Ewlehiyê ya NY'ê destûra pêwîst were girtin û li DCN'ê doz were vekirin. Raporên wekî pêvekê me pêşkêşî we kiriye esas were girtin û piştî lêpirsîna serdozgeriyê daxwaz dikin ku vê serlêdana were qebûlkirin."

'Yên rê nîşanî DAIŞ'ê dane jî sûcdar in'

Di raporên ÎHD û rêveberiya Kantona Kobanê amade kirine û pêşkêşî Serdozger Ocampo hatine kirin de tê gotin ku çeteyên DAIŞ'ê ji ser sînorê Tirkiyeyê derbasî Kobanê bûne û dema derbasbûne jî mudaxaleyî wan nehatiye kirin. Ev yek di îtirafên çeteyên bi saxî hatine girtin hatiye piştrastkirin.

Turkdogan jî got ku beriya komkujiya Kobanê û piştî wê jî komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê berdwam kirinû wiha axivî: "Komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê hêj didomin û ev yek sûc e. Ev koma çete ya bi navê DAIŞ'ê ne tenê li Kobanê, li Pirsûs û Enqereyê jî komkujî pêk anî. Yên alîkariyê didin û rê nîşanî çeteyên DAIŞ'ê didin hene. Ji ber vê yekê divê ev lêpirsîn bi giştî were destgirtin û berpirsyarên wê jî bigire nav xwe." Turkdogan anî ziman ku li DCN'ê biryar derkeve û dernekeve jî ew ê têkoşîna xwe ya ji bo darizandina berpirsyaran bidomînin."

(wk)