Komkujiya li Rojava ji aliyê bi hezaran ve hat protestokirin
NAVENDA NÛÇEYAN 11.08.2013 07:00:01 Li Rojava komkujî û êrîşên komên çete yên ser bi El Qaîdeyê, duh li Swîsre, Elmanya, Fransa, Kanada û Bûlgarîstanê bi awayekî girseyî hat şermezarkirin. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku êdî kes nikare Kurdan ji deskevtiyên wan vegerîne.
Li bajarê Swîsre Baselê, bi pêşengiya Meclîsa Gel a Swîsreyê, nêzî 3 hezar kes hatin cem hev û komkujiya çeteyên El Qaîde yên bi piştgiriya Tirkiyê, bi meşekê lanet kirin. Girseya gel a li Claramattpark'ê hat cem hev ber bi Theaterplatzê ve meşiya.
Tevgera Jinê ya Swîsre, Tevgera Ciwanan a Swîsre, FEKAR, PYD, ÎGÎF, ATÎK, Partîzan, PDD, DSB, KKP jî piştgirî dan meşê û pankart û dowîzên bi zimanên Elmanî, Tirkî û Kurdî El Nûsra şermezar dikirin, hatin hilgirtin. Di meşê de her weha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Endamê Desteya Bilind a Kurd Îsa Huso, şervanên YPG'ê yên jiyana xwe ji dest dan, alên PKK, KCK û PYD'ê hatin hilgirtin.
Li gel hewa germ jî, jin û zarokan li refên pêş ên meşê cih girtin û tim û tim dirûşmên lanetê li çeteyan tîne, qêriyan.
Piştî meşê li ber Tiyatro Baselê mîtîngek hat lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan destpêkê mafê axaftinê wergirt.
Ocalan komkujiya li Rojava şermezar kir û bal kişand ser girîngiya şoreşa Rojava ji bo tevahiya Kurdan. Xebat Ocalan diyar kir ku armanca komkujiya çeteyên bi piştgiriya Tirkiye û hêzên navnetewî ew e ku pêşî li wergirtina statuyê ya Kurdan bê girtin e.
Xebat Ocalan got, "Ti kes êdî nikare Pergala Şaristaniya Demokratîk asteng bike ku ji Rojaval destpê dike, li çar parçeyên Kurdistanê belav dibe û wê bi pêşengiya Kurdan li gelemperiya Rojhilata Navîn ava bibe."
Her weha bêdengiya tevahiya cîhanê ya li komkujiyên çeteyên El Nûsra jî hat rexenkirin.
‘ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA JINÊ YE’
Li ser navê Tevgera Jinê ya Swîsre Şukran Sîncar jî da xuyakirin ku şoreşa Rojava şoreşa Jinê ye û destnîşan kir ku armanca destavêtin û komkujiyan, şikandina hêza jinê ye.
Sîncar diyar kir ku ti armanca çeteyên êrîşî Rojava dikin tineye û got, "Ev çete bi piştgiriya Tirkiyê Kurdan dikujin. Armanca wan a yekane ewe ku pêşî li avabûna Kurdistana Xweser a li Rojava weer girtine. Divê gelê me vê rastiyê bibîne û heta dawiyê piştgiriyê bide Rojava."
Rêxistinên piştgirî dan meşê jî, komkujiya li Rojava şermezar kirin û dan xuyakirin ku ew her tim li cem gelê Rojava ne. Mîtîng li dû axaftinan, bi dirûşman bi dawî bû.
LI ELMANYAYÊ MEŞ Û MÎTÎNG
Li bajarê Elmanya Magdebûrgê, komkujiya li Rojava bi meşekê hat şermezarkirin. Di meşê de li gel alên PYD û TEV-DEM'ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rêveberê PYD'ê Îsa Huso ya beriya demeke kin di encama êrîşeke bombeyî de jiyana xwe ji dest da, hat hilgirtin.
Di meşê de bi sedan belavok hatin belavkirin û çalakî bi mîtînga li navenda bajêr bi dawî bû.
Li bajarê Elmanya Freibûrgê jî bi sedan Kurdistanî, li dijî komkujiya li Rojava meşiyan. Di meşa bi beşdariya nûnerên PYD'ê de belavok hatin belavkirin û di axaftinan de bang hat kirin ku xwedî li Rojava were derketin û piştgirî bê dayîn. Di tevahiya meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana YPG'ê", "Bijî Serok Apo" hatin qêrin. Meş li pêwendiyeke mezin a Elmanan jî rast hat û di çarçoveya kampanya azadî ji Ocalan re îmze hatin berhevkirin.
Meş bi mîtînga li navenda bajarê Freibûrgê bi dawî bû.
LI KANAYÊ LI BER KONSOLOSA DYE ÇALAKÎ
Li bajarê Kanada Torontoyê jî, komkujiya Rojava hat şermezarkirin. Di xwepêşandana li ber Konsolosa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li Torontoye de, ji çar parçeyê Kurdistanê Kurd beşdar bûn. Di çalakiyê de bi zimanên Îngilîzî, Kurdî û Tirkî dirûşme hatin qêrîn û hat xwestin ku êdî dawî li biçekkrina çeteyên El Qaîdeyê bê anîn û dawî li komkujiya zarokên Kurd bê anîn.
Li vê derê Serokê Komeleya Kurd a li Torontoyê axaftinek kir. Dûre bi Îngilîzî daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatin vegotin û bal hat kişandin ser bêdengiya raya giştî ya li pêşberî komkujiyên li Kurdan tên kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê DYE piştgiriyê nede komên ser bi El Qaîdeyê û hat gotin, "Pêwîste kuştina zarokên Kurd êdî nebe".
LI BER PARLAMENTA BÛLGARÎSTANÊ KOMKUJÎ HAT ŞERMEZARKIRIN
Li paytexta Bûlgarîstan Sofyayê, komkujiya li Rojava li ber parlamentê bi çalakiyekê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de li gel Kurdan Ereb jî amade bûn û bi qasî saet û nîvekê dewam kir. Çalakgeran komkujiyên ji aliyê çeteyan ve tên kirin bi tundî şermezar kirin û bang raya giştî ya navnetewî kirin ku êdî van komkujiyan bibîne.