Komkujiya Roboskiyê birin NY'yê
Demîrtaş: Me Komkujiya Roboskiyê bir ber destê NY'yê
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, di civîna koma BDP'ê de bal kişand ser bûyerên kujer nediyar û xwest Komîsyona Lêkolîna Edalet û Heqîqetê bê avakirin. Demîrtaş, anî ziman ku ew dê heta dawî hesap ji Komkujiya Roboskî, kuştiyên kujer nediyar bipirsin. Demîrtaş, helwesta li dijî ROJ TV jî rexne kir û xwest ku li şûna bi pere û bertîlan Fransayê înqa bike, destûr bide ku ROJ TV li Tirkiyeyê weşanê bike.
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, di civîna koma BDP'ê de li ser geşedanên rojevê rawestiya. Demîrtaş, diyar kir ku teqîna li Colemêrgê karê rêxistina kûr û dewletê ye û ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku kê pêk hatiye. Demîrtaş, anî ziman hemû gel û saziyên sivîl diyar dikin ku kesên teqîn pêk anîne welatiyên sivîl kirine hedef. Demîrtaş, destnîşan kir ku her çend walî bêje polîs birînda bûne jî polîsen birîndar li holê tune.
Demîrtaş, bal kişand ser kuştina Ugur Mumcu û anî ziman ku, dixwazin 2 kesan bikin qurbana vê bûyere, lê rêxistina pişt vê bûyerê vedişêrin. Demîrtaş, bal kişand ser kuştina Muarrem Aksoy, Hrant Dînk û Musa Anter û da zanîn ku hêj pişt berdê nehatiye ronikirin û hesap ji kujeran nehatiye pirsîn. Demîrtaş, destnîşan kir ku ev jî buyerek kujer nediyar in û hêj ranî nebûye.
'DEWLET KUJERÊN HEZARAN KUŞTINA DIZANE, LÊ HESAP NAPIRSE'
Demîrtaş, bal kişand ser binçavkirin û windakirina Serokê HADEP'a navçeya Sîlopiyê Serdar Taniş û Sekreterê HADEP'ê Ebubekîr Denîz û wiha got: "Li gel 11 sal derbas bûn, heta niha der barê bûyerê de bi qasî misqalekê jî bûyer nehatiye ronîkirin. Em dê sibê ji bo bîranîna wan li Sîlopiyê mîtîngê pêk bînin. Ji bo pişt bûyerê bê ronîkirin û hesap ji berpirsiyaran bê pirsîn em dê bipirsin. Çima dozger ji bo ronîkirina bûyerê nakevin nava hewldanan. Çima ji bo bûyerên tarî ronî bikin nakevin hewldanan. Wekî vê bûyerê bi hezaran kujer nediyar hene. Lê em kujeran nas dikin. Rayedarên dewletê nava rojê mirov kuştine. Kujer diyarin. Hemû ji aliyê rayedarên dewletê ve pêk hatine. Windakirina bi hezaran kesan ji aliyê Waliyê OHAL, Wezîrê Navxweyî, Serfermandar û fermandarên herêmê ve pêk hatin. Revandin û windakirina Taniş û Denîz jî di vê çarçoveyê de hatin revandin û windakirin.
DERKETINA HESTIYÊN JÎTEM'Ê NE SERKEFTINA DOZGER E'
Demîrtaş, bal kişand ser kolandina navenda JÎTEM'ê û wiha berdewam kir: "Di kolandina Navenda JÎTEM'ê de piştî restorasyonê hestî hatin derketin. Ne hewldan û xebata dozgeran e. Em dê bipirsin û bişopînin. Em dê hemû kesên wê demê peyvirdar bipirsin. Wekî vê bûyerê li her navçe û bajarî bi hezaran gor û hestî hene. Hêj dayikên bi salan in li hestiyên zarokên xwe digerin hene. Heta ku li baxçeyê hemû Fermandariyên cendirmeyan neyên kolandin, heta ku hemû hestî neyên derxistin û hesap ji kujeran neyê pêrsîn, Tirkiye nikare bi paşeroja xwe re rû bi rû bibe. Bawerî pêk nayê. Li bajaroka Pespînê û navçeya Basa ya Şirnexê jî kolandin hatin kirin. Hestî derketin."
BILA KOMÎSYONA HEQÎQETÊ BÊ AVAKIRIN Û RASTIYÊ RONÎ BIKE'
Demîrtaş, bilêv kir ku ji bo Tirkiye bi rastiya xwe re bê rûqalî hev, divê parlemento komîsyona lêkolîna edalet û heqîqetê ava bike û hemû bûyerê borî rast lêkolîn bike û rast bi encam bike. Demîrtaş, xwest herû bûyerên tarî ronî bibe û wiha pêde çû: "Divê hemû bûyerên tarî rast ronî bike. Qileban, JÎJTEM'ê, Hrant Dînk, Ugur Mumcu û hemû bûyerên tarî ronî bikin. Divê hemû bûyerên berê yên ji aliyê dewletê, JÎTEM'ê, Hîzbûlhah û PKK'ê ve hatine kirin tev bi berfirehî bê lêkolînkirin û rastî bê ronîkirin."
'ÇIMA 4 DEMJIMÊR DÎMENÊN HERONÊ RONÎ NAKIN?'
Demîrtaş bang li Erdogan kir û wiha got: "Em pirsnameya aşkere didin we. We ferman da leşkeran ya na? Li gel ku agahî ji were hate gotin ku koma 50 kesan tên em lê bidin ya na, we ferman da ya na? Li gel 26 roj di ser de derbas bûn, çima hêj hesap jê nehatiye pirsîn? Heta li hemberî darazê ev bûyer ronî nebe û bi encam nebe em dê heta dawî bî bipirsin.
'ME SERÎ LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DA'
Demîrtaş, anî ziman ku ji bo komkujiya Roboskiyê bi berfirehî bê lêkolînkirin û ronîkirin wan serî li Neteweyên Yekbûyî dan û xwestin ku bê li Tirkiyeyê lêkonînek berfireh bikin. Demîrtaş, helwesta AKP'ê ya li hemberî BDP'ê ya xemgîn bûn ya na rexne kir û wiha got: "Mersele komkujî çapa pêk hatiye. Mersele Balafirên şer ên tirk bombe kirin ya na. Kê ferman da. Karê Erdogan hesab bide. Karê Erdogan rabe lêborîn bixwaze. Çima heta 24 saetan daxuyanî neda. Bi êrîşa li hemberîe BDP'ê hûn nikarin komkujiya Qilebanê bigirin. Hûn nikarin gel bixapînin. Komkujiya 34 kesan sûcê mirovahiyê ye. Hêj komkujiya 33 gule nehatiye veşartin. Ev jî nayê veşartin. Her çend heta niha der barê tu kesî de lêpirsîn nehatibe vekirin jî em dê hesab bipirsin. Çima zarokekî derdikeve vê komkujiyê şermezar dike tê binçavkirin û girtin. Çima hesap nayê pirsîn. Heta ku bûyer ronî nebe û hesab neyê pirsîn em dê li ser komkujiyê rawestin."
'BILA HER TIŞT AZAD Û AŞKERE BÊN NÎQAŞKIRIN'
Demîrtaş, anî ziman ku ew dizanin ku Serokdewletê Firansazyê Sarkozî çawa mafên mirovan û demorasyê wekî majikê li hemberi kes û dewletên din bikar tîne û wiha got: "Polîtîkayên hikûmeta AKP'ê û firansayê yek in. Gelo Tirkiye serbest dikare komkujiya ermeniyan niqaş bikin. Na. Gerku ev komkujiya ermeniyan serbest û azad neyên niqaşkirin dê çawa komkujî ronî bibe. Dibêjin bila dîrok ji aliyê dîrokzanan ve bê niqaşkirin. Wê demê destûr bidin ku dîroknas bê tirs û serbest lêkolîn bikin û niqaş bikin. Ger ku her tişt aşkere bên hiqaşkirin û bi civakê re bê parvekirin dê Tirkiyeyê pêş bixe."
'BILA ROJ TV LI TIRKIYEYÊ WEŞANÊ BIKE'
Demîrtaş rexneyên xwe yên li hemberî polîtîkayên AKP'ê yên li ser ROJ TV wiha anî ziman: "Hûn ji bo ROJ TV'yê bigirin çima ew qas enerjiyê xerç dikin. Li şûna hûn vê yekê dikin, destûr bidin bila ROJ TV bê li Tirkiyeyê weşanê bike. Hûn bi vê yekê dengê gelekî qut dikin. Li şûna hûn televîzyona ku bi 6 zimanan weşanê dikin, pirsgirêkê ji bingehê wê de çareser bikin. Her ku hûn bigirin dê televîzyonek din bê vekirin. Wekî berê jî te partî girtin, sazî girtin, televîzyon girtin. Ger ku tu dîsa bi ve hişmendiyê tev bigere, tu dê winda bike. Niha TRT-6 heye ew jî ji destê AKP'ê derketiye û ketiye destê cemîyetê. Hemû televîzyonên ku li Tirkiyeyê weşanê dikin çima te aciz nakin, çima tu ROJ TV digire. Em dibêjin Tirkiye û Fransa Roj tv kir qurbana berjewendiyên xwe.
'WEZÎRÊ DADÊ LI XWE MIKUR HAT KU TECRÎD POLÎTÎKAYA AKP'Ê YE'
Demîrtaş, bal kişand ser pêşnûmeya der barê Îmraliyê de û diyar kir ku ev pêşnûme xizmeta şer dike: Demîrtaş got;"Duh Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn, aşkere got em parêzeran naşînin Îmraliyê. Bi navê wezareta dadê aşkere got em hiqûqê binpê dikin. Hat diyarkirin ku tecrîd bi zanebûn e. Xuyabû ku hikûmet zagon û hiqûqa xwe bin pê dike. Xuya bû ku xerabûna keştiyan û muxalefeta hewayê ne hincet e. Lê ev pêşnûme ne çareserî ye. Hikûmet dixwaze tecrîdê bike zagon û pirsgirêk çareser bike. Lê bi zagonkirina tecrîdê pirsgrêk çareser nabe. Divê li şûna wê diyalog, muzakere û niqaşên aşkere û azad e. Ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibe divê berî her tiştî pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane çareser bibe. Em heta dawî diyalog û muzakereyan esas digirin. Heta dawî em dê li pişt vê yekê bin."
'EM BANG LI HIKÛMETÊ DIKIN KU PIRSGIRÊKÊ BI MUZAKEREYÊ ÇARESER BIKIN'
Demîrtaş, destnîşan kir ku ji bilî rêya muzakere û diyalogê dê Tirkiyeyê paşve bixin û xwest her kes piştgiriyê bidin vê yekê û azadî û aramiyê diyarî civakê bikin. Demirtaş, xwest hikûmet paşeroja xwe di ber çavan re derbas bike. Derfeta hatiye dayîn baş bikar bine û pêvajoyek nû dest pê bike.
AGAHIYA DOZGER JI MIRINA GORKÎ Û SEÎDÊ KURDÎ TUNE'
Demîrteş, helwesta Erdogan a li hemberî Musa Anter rexne kir û wiha got: "Tu dibêje me destûr da kurê wî, lê behsa xedexeya pirtêk wî nake. Dozger ji kurê wî dipirse û dibêje çima hûn pirtûka kesê miriye çap dikin. Wê demê agahiya Dozger ji mirina Gorgî tune. Ji mirina Saîdê kurdî tune."
ANF NEWS AGENCY