1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Komkujiya Roboskî û êşa ku venamire
Komkujiya Roboskî û êşa ku venamire,komkujiya,roboskî,û,êşa,ku,venamire

Komkujiya Roboskî û êşa ku venamire

Navên 34 kesên komkujiya Roboskiyê li zarokên nû dikin

A+ A-

ERDOĞAN ALTAN / MEHMET ZEKİ ÇİÇEK

ŞIRNEX (DÎHA) - 28'ê kanûna 2011'an li Gundê Roboskiyê balafirên şer ên tirk bombe barandin û 19 jê zarok 34 welatî qetil kirin. 2 roj şûnde 2'emîn salvegera komkujiyê ye. Pişti komkujî pêk hat û 34 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, malbatan navê zarokên xwe yên nû çêbûn li kesên hatin qetilkirin kir. Li aliyê din şûna ku hikûmet kujeran roni bike û darizine, dijberi vê yekê kujer parastin. Lê dîsa lêgerîn û lêpirsîna edaletê ya Roboskiyan berdewam dike.

Di 28'ê kanûna 2011'an de balafirên şer ên tirk ji Amedê rabûn û li Gundê Roboskî yê Navçeya Qilebana Şirnexê bombe barandin. Balafirên şêr ên saet di 21.00'ê şevê de li ser welatiyên sivîl bombe barandin, 19 jê zarok 34 welatiyên sivîl qetikirin. Di ser komkujiya Roboskiyê re 2 sal derbas bû lê hêj hesap nehatiye pirsîn û hêj kujer nehatine ronîkirin. Malbat ji bo kujer bên ronîkirin û cezakirin her hefte li ser gorên zarokên xwe çalakiyan pêk tînin. Heta niha gelek kompanyayên îmzeyan, daxuyanî, meş û xwepêşandan hatin lidarxistin. Lê hêj hesap nehatiye pirsîn. Malbatên ku naxwazin komkujî bê ji bîr kirin, navên 34 welatiyên ku hatin qetilkirin li zarokên xwe yên nû dikin. Dayik 2 salin cilên reş li xwe dikin û di nava şîn û heznê de dijîn. Dayika Erkan a 13 salî piştî kurê wê di komkujiyê de hat qetilkirin, navê kurê xwe yê nû dîsa kir Erkan. Dayika Erkan wiha got: "Ji bo her dem ev nav li pêş çavê dewletê be. Dayik dixwazin ku êdî hesap ji kujeran bê pirsîn.

Navê navê hevserê xwe li kurê xwe kir

Selîm Encu berî di komkujiyê de jiyana xwe ji dest bide got "Zaroka min a çê bibe ger ku jin be bila Fatma û ger ku kur be bila Nebî be. Lê hêj nebî ji dayik nebû bav Selîm Encu dikomkujiyê de jiyana xwe ji dest da. Selîm ku rewşa wan a aborî nebaş bû, debara 5 zarokên xwe bi qaçaxvaniyê dikir. 16 salan ji dewletê re cerdevanî kir. Hevsera Selîm bertekên xwe yên li hemberî dewletê wiha anî ziman: "Hevserê min hem cerdevaniya dewletê kir û hem jî di nava 34 kesan de bi balafirên şer hat qetilkirin. Dayik Fatma Encu, anî ziman ku hevserê wê bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da û navê kurê xwe Nebî li hevsere xwe Selîm kir. Dayik Fatma Encu, anî ziman ku dewleta komkujiyê bike tu hevî û bendewariyê nade wan û tu bangên wan ji bo dewleta kujer tune ye. Fatma Encu, anî ziman ku ew ji bo bazirganiyê û debara malbatê hatin qetilkirin. Lê kesên di kutuyên pêlavan de bi pêçekan dolaran didizin hesap ji wan nayê pirsîn.

Navê kurê xwe Erkan ê hat qetilkirin li kurê xwe yê nû kir

Dayika Erkan Encu yê 13 salî ku di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe jie dest da Felek Encu, navê kurê xwe yê nû çê bû li kurê xwe Erkan kir. Felek Encu, anî ziman ku hêj kurê wê 13 salî bû û wiha got: "Çend meh bere kureki min çê bû. Ji bo ku ez kurê xwe yê hat qetilkirin bibir bînim û kev komkujî neyê ji bîrkirin min navê navê kurê xwe yê hat qetilkirin Erkan li kurê xwe yê nû kir. Dewleta zalim me nabîne. Wekî em tune bin tev digere. Hevserê min cerdevan û gazî ye. Em bi zorê bûn cerdevan. Dewletê got an hûn dê bar bikin an jî bibin cerdevan. Niha min navê kurê xwe kiriye Erkan, lê ji bo em êşê dîsa nejîn em bi nanê Can bang li Erkan dikin. Em dixwazin her dem ev navê ku dewletê kuştiye li ber çavê dewletê be. "

Felek Encu, da zanîn ku ger dewlet hesapê ji komkujiya 34 kesan nepirse, ger ku hewce be em dê 34 zarokên din çêkin û navê tevan li wan bikin. Encu, da zanîn ku ew her dem edalet, aştî û wekheviyê dixwazin, lê dewlet her dem li hemberî vê yekê ker, kor û lal e. Encu, da zanin ku ji ber ew kurd in rastî neheqî, zilm û komkujiyê tên û wiha got: "Em dê bi têkoşina xwe hesap ji kujeran bipirsîn. Em dê heta dawî li pey doza xwe bin."

'9 salan li benda zarok ma, lê zarok nedît û hat qetilkirin'

Dayika zarokê 1,5 salî Husnu Semîra Encu jî anî ziman ku wê navê kurê xwe li hevserê xwe kiriye û wiha got: "Piştî hevserê min Husnu hat qetilkirin 7 meh şûnde kurê min ji dayik bû. Hevserê min 9 salan li benda zarokekî ma. Lê hevserê min bêyî ku bibe bav hat qetilkirin." Dayik Semire Encu, anî ziman ku berî ew mizgîniya zarok bibe ji hevserê xwe re hevserê wê li ser sînor hat qetilkirin û wiha berdewam kir: "Hevserê min pir dixwest keçek wî çê bibe. digot ez dê navê wê bikim Kader. Lê hevserê min bêyî zarok bibîne hat qetilkirin. Piştî hevserê min hat qetilkirin ji bo ku ez navê wî bibîr bînim min navê kurê xwe kir Husnu. Ez dê kurê xwe Husnu mezin bikim û em dê heta dawî hesap ji komkujiyê bipirsin."

(mae)