Komkujiya Tilêliyê: 7 zarok bi giştî 15 sivîl bûn qurbanî
THURSDAY, 29 Gulan 2014 12:14 E-mail Ji bo çapkirinê PDF inShare SERÊKANIYÊ – Di komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundiyên Tilêliyê yê girêdayî bajarê Serêkaniyê de herî kêm 7 zarok, 3 jin bi giştî 15 welatiyên sivîl bi hovîtî hatin kuştin.
Li gundên Tilêliyê û Temadê û baxçeyê Ovencakê yên rojavayê bajarê Serêkaniyê saet di 03.00’an de çeteyên DAIŞ'ê li dijî welatiyên gund komkujiyek pêk anîn. Di komkujiyê de herî kêm 7 zarok, 3 jin bi giştî 15 welatiyên sivîl bi hovîtî hatin kuştin.
Çavkaniyan diyar kirin ku gelek cenazeyên welatiyên sivîl hê jî di destê çeteyan de ne. Dibe ku hejmar qurbaniyan ji gelekî ji van bêtir be.
Li aliyê din şervanê YPG’ê gundê Tilêliyê ji destê çeteyan rizgarkirin û gelek çete bi saxî ketin dest şervanên YPG’ê.
(ekîp)