Komkujiyên sê jinên Kurd, Charlîe Hebdo, 13'ê Mijdarê...*
Her kuştinek nehat ronîkirin, rê li ber kuştineke din vekir. Her kuştinek hat nixumandin bû sedema yeka nû. Hevkarî yan jî hevpariya sûc, weke aliyê hevpar ê hemû cînayetên siyasî derket pêş
NAVENDA NÛÇEYAN - MAXÎME AZADÎ Her kuştinek nehat ronîkirin, rê li ber kuştineke din vekir. Her kuştinek hat nixumandin bû sedema yeka nû. Hevkarî yan jî hevkariya sûc, weke aliyê hevpar ê hemû cînayetên siyasî derketin pêş. Servîsên îstîxbaratê, siyasetmedar, komplo, têkiliyên kûr, berjewendiyên siyasî û aborî yên li dora kujeran, tevneke berfireh li dora cînayetan hûnandin.
Beriya niha bi sê salan di 9'ê Çileya 2013'an de li navenda Parîsê 3 şoreşgerên jin ên Kurd bi guleyên li serê wan hatin xistin, hatin qetilkirin. Sê gule li serê her yekê ji wan hat xistin. Nava rojê bû. Li kolana La Fayette, li nûmaraya 147'an bûn. Ev der buroya Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê bû. Cenazeyên sê jinên şoreşger bi saetan li erdê man. Hemû telefonên piştî nîvro lê dan, bêbersiv man. Kesî derê venekir. Hevalên wan ên ketin nava fikaran, dema xwe gihandin vê derê bûbû nîvê şevê. Roja din destpê kiribû. Dem bûbû 10'ê Çileyê, saet 01:00.
Dema li buroyê sê cenazeyên li erdê hatin dîtin, piştî van saetên destpêkê yên şoqê, ev yek ji bo tevahiya Kurdan veguherî şoqeke civakî. Dema hat fêmkirin ku yên li erdê dirêjkirî yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ye, vê yekê li tevahiya cîhanê deng veda.
Ji bo Kurdan hînê di kêliyên destpêkê de her tişt zelal bû. Ti guman nebû. Ev cînayeteke siyasî bû û li pişt wê Tirkiye hebû. Ev cînayet ji aliyê kujerekî xwe berdabû nava Tevgera Kurd ve hatibû kirin. Beriya salekê ji Elmanyayê vegeriyabû Parîsê û bi Tevgera Kurd re têkilî dabîbû. Di dawiya sala 2011'an de kujerê bi navê Omer Guney qeyda xwe ya endametiyê li Komeleya KUrd a li Vîllîers-le-Bel çêkiribû, piştre her tim hewl da bû xwe nêzî milîtanên Kurd bike.
Piştî cînayetên li nûmareya 147'an a li kolana La Fayette, Omer Guney hat binçavkirin û girtin. Kujer Guney sûcdarî red kir. Lê belê hemû kamerayên li derdorê nîşan dida ku Guney kêliyek kurt piştî cînayetê ji avahiyê derketiye. Şopên DNA yên yek ji kesên hatin qetilkirin li ser montê Guney tespît bû. Di çenteyê wî de şopa barûtê hebû.
ROJA SERVÎSÊN ÎSTÎXBARATÊ
Salek piştî cînayetan, di Çileya 2014'an de li pey hev delîlên nû derketin holê. Li Tirkiyeyê di navbera hikûmeta Recep Tayyîp Erdogan û tifaqa wî Civata Gulen de şerekî kûr ê ji bo desthilatdariyê diqewimî. Belge, di rewşeke bi vî rengî de li înternetê hatin weşandin. Di destpêkê de qeyda deng hat weşandin. Li gorî vê qeydê, Omer Guney bi du ajanên Tirk re plana cînayetê çêdikir. Li ser kuştina gelek siyasetmedarên Kurd hesab dihat kirin û dihat gotin ku pêwîstî bi çekekê heye. Piştî du rojan, yanî di 14'ê Çileya 2014'an de vê carê belgeya fermanê ya ji kujer re hat dayîn, hat weşandin. Li ser belgeya 18'ê Mijdara 2012'an, îmzeyên rêveberên rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT'ê hebûn.
Çend roj piştî aşkerebûna belgeyan, lêpirsîneran di meha Çileyê de plana Omer Guney a reva ji girtîgehê pûç kirin. Çavkaniyên nêzî lêpirsînê digotin ku di 21'ê Çileya 2013'an de kujer bi alîkariya endamekî MÎT'ê hesab dikir ku ji girtîgehê bireve.
Dozgerê lêpirsînê Jeanne Duye di Gulana 2015'an de dosya girt û di 13'ê Tebaxê de şand ji Dadgeha Cezayê Giran a Taybet a Parîsê. Di gilînameya li ser qetilkirina Sara, Rojbîn û Ronahî hat amadekirin de, têkiliya bi Tirkiyeyê re bi awayekî vekirî cih girt. Êdî ti guman nemabûn. Li pişt vê cînayetê îstîxbarata Tirk hebû.
Di gilînameyê de kujer bi sûcdariya 'tevî têkiliya bi rêxistina terorîst re cînayet kiriye' dihat sûcdarkirin. Lêpirsîneran tespît kirin ku MÎT'ê cînayet sor kiriye û tevlî amadekariya wê bûye. Lê belê zelal nebû ku fermana cînayetê ji asta herî bilind a dewletê hatiye yan na. Gumanên li ser sabotekirina hevdîtinên aştiyê yên navbera PKK û Enqereyê, tevlî dosya dozê bûn. Enqereyê ti carî gaveke ku karê lêpirsînê hêsan bike, neavêt. Lêpirsîna li Fransayê hat meşandin, li ber deriyê Enqereyê aliqî. Meqamên Tirk red kirin ku agahiyên di destpê xwe de bi lêpirsîneran re parve bikin. Halbûkî lêpirsîneran derxistibûn holê ku kujerê cînayetê beriya komkujiyê çend caran bi dizî çû Tirkiyeyê û bi telefona krîptoyî axivî ye. Di telefona wî ya destan de gelek wêneyên milîtanên Kurd û sempatîzanên wan hebûn.
Îstîxbarta Fransayê, 'sira dewletê' li ser beşeke biçûk a agahiyên di destê xwe de rakir. Lê belê di van agahiyan de tiştekî nû tinebû. Ji xwe ji aliyê raya giştî ve dihat zanîn. Ji ber vê yekê îstîxbarata Fransayê hînê gaveke qanih bike ku gumanan ji ser xwe biavêje, neavêtiye. Têkiliyên xurt ên desthilatdariya Fransayê yên berî û piştî cînayetê bi desthilatdariya Tirk re danî, her wiha polîtîkaya xwe ya antî-Kurd berpirsyariyeke giran li Fransayê bar dikir.
FRANSA ÇAWA VEGUHERÎ QADA OPERASYONÊ?
Ji ber hevkariya hikûmetên Fransayê bi rejîmên zextdar re, ev xak timî weke qada operasyonê hat bikaranîn. Her carê li hemberî van têkoşîn nehat meşandin. Tîmên kuştinê yên Tirk, ji sala 1980'ê û vir ve fransa weke navendeke operasyonê bi kar anîn. Navê sereke yê Qezaya Sûsûrlûkê ya sala 1996'an Abdullan Çatli, di dema darbekar Kenan Evre de li dijî Ermeniyan hat bikaranîn. Li gelek deverên Ewropayê, bi taybetî li Fransayê, li dijî Ermeniyan sûîqest û êrîşên bombeyî pêk hatin.
Cînayetên tarî bi vê ve ne bi sînor in. Di sala 1988'an de nûnera jin a Başûrê Afrîkayê Dûlcîe September û di sala 1965'an de jî mûxalîfê Fasî, li Fransayê bi kuştinên kiryar nediyar re hatin qetilkirin. Ev cînayet nehatin ronîkirin. Mûxalîfên Îranî, Tamîlî û endamên ETA yên ji bo welatê Baskê têdikoşin, bûn qurbaniyên cînayetên bi heman rengî yên tarî.
ALIYÊ HEVPAR Ê SÊ ÊRÎŞAN: TIRKIYE
Dema cînayetên siyasî di tarîtiyê de hatin hiştin, yên nû rû dan. Ji ber ku meqamên Fransayê li pêşberî qetilkirina sê jinên Kurd sekneke biryardar nîşan nedan, komkujiyên nû yên pêwendiya xwe bi Tirkiyeyê re hene, rû dan. Mîna xelekên bi hev ve girêdayî. Her cînayetek bû xelekek û bi vê zincîrê ve hat girêdan. Divê neyê ji bîr kirin ku li vê gerdûnê her tişt bi hev ve girêdayî ye. Mîna cîhana atomê di cîhana siyasetê de jî rewş bi vî rengî ye.
Du sal piştî qetilkirina sê jinên şoreşger, êrîşa 7'ê Çileya 2015'an a li hemberî rojnameya mîzahê Charlîe Hebdo nabe ku weke êrîşeke bi serê xwe bê nirxandin. Piştî bi mehan êrîşa 13'ê Mijdarê ya li Parîsê ku rê li ber mirina 130 kesan vekir, dewama vê xelekê ye. Aliyê hevpar ê êrîşên 9'ê Çileya 2013'an, 7'ê Çileyê û 13'ê Mijdara 2015'an, Tikiye û hevkariyên Tirkiyeyê ne. Têkiliya rêxistina li dijî mirovahiyê DAIŞ'ê ya bi Tirkiyeyê re ne tiştekî veşartî ye. Di heman demê de hevkariya desthilatdariyên Fransa û Tirkiyeyê yên di krîza Sûriyeyê de jî ne tiştekî veşartî ye. Dereceyên xwe cuda jî bin, nedîtina van têkilî û berpirsyariyên wan, wê were wateya nixumandina rastiyan û pêşîvekirina li komkujiyên nû. Berpirsyarê bingehîn ê qetilkirina sê jinên şoreşger ên Kurd servîsên Tirk jî bin, meqamên Fransayê nikarin ji berpirsyariyên xwe birevin. Li hemberî her cînayeteke di tarîtiyê de maye nîşandana helwesteke radîkal û ji nû ve nirxandina têkiliyên bi rejîmên zextdar re, ji bo bidestxistina pêşerojê helwesta ku nebe nabe ye. Ji bo edaletê, rû li hev hatina rastiyan, sekneke bi pîvan, bi biryar û zelal divê. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi polîtîkayeke nû ya derve û têkiliyeke adîl a bi Kurdan re heye.
*Ev nûçeya Maxîme Azadî di Çileya 2016'an de hatiye weşandin.