Komkujî hatin şermezarkirin
Li bin baranê qetliyama Sîwas Mereş û Roboskiyê hate şermezarkirin
Şaxa Komeleya Pîr Sultan Abdal a Çandê ya Dîlokê, di bin baranê de meşek li darxist û qetliyama Sîwas, Mereş û Roboskiyê şermezar kir.
Şaxa Komeleya Pîr Sultan Abdal a Çandê ya Dîlokê, tekildarî qetliyama Sîwas, Mereş û Roboskiyê li Parka Balikli daxuyaniya çapemeniye da. ÎHD, EMEP, BDP, ESP, TKP û gelek nûnerên rexistinên sivîl û civakî tevlî daxuyaniye bûn. Girsê li bin baranê ji Parqa Yeşîl Su ber bi Parqa Balikliyê ve meşiya. Girseya ku meşê de pankarta "Em qetliyama Mereşê ji bîr nakin" vekirin, dûrişmeyên wek "Li hemberê faşîzmê mil bi mil" û "Bila faîl bên dîtin û hesap ji wan bên pirsandin" berz kirin. Piştî meşa li Parqa Balikliyê dawî bû li ser navê girseyê Serokê Şaxa Komeleya Pîr Sultan Abdal ya Çandê a Dîlokê Yusuf Turhan daxuyanî da. Turhan, meha kanûnê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê êş û kederê. Turhan, diyar kir ku qetliyama Kerbela didome û wiha axivî: "Me Yezîd 19 kanûnê di operasyonan 'Vegera jiyanê' dît, 28 kanûne sala 2011'an de li Roboskiyeyê 34 canê me bi balafirên bi vergiyên me hatine kirin kuştin dît." Turhan, bilêvkir ku zîhniyeta hezên qetliyama dikin nehatiye gûhertin û wiha berdewam kir: "Em xizmeta polîtîkayên hevkarên emperyalîzme yên ku newek heviyê texe nav gelan nakin. Emê li hemberê hemû hewildanên qetliyaman mafe xwe yê berxwedanê kar bînin."
Daxuyanî, bi çepik û tilîliya dawî bû.
(dt/mae)