Komkujî û terora AKP'ê li Parlamenta Swêdê hat şermezarkirin
Êrîş û komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê dike, li Parlamenta Swêdê hat rexnekirin û şermezarkirin
STOCKHOLM - MÛRAT KÛSEYRÎ Parlamenterên ji partiya li desthilatdariyê jî di nav de 10 parlamenterên Swêdê, polîtîkaya qirkirinê ya Hikûmeta AKP'ê li dijî gelê Kurd dimeşîne xist rojeva parlamentê û ji Wezareta Karên Derve xwest bikeve dewrê.
Di rûniştina li ser binpêkirina mafên mirovan û komkujiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê de pêşnûmeyên Berdevkê Polîtîka Derve ya Partiay Çep Hans Lînde, Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh, Parlametera Partiay Demokrat a Xiristiyan Desîree Pethrûs û Parlamenterê Partiya Lîberal Fredrîk Malm hatin nirxandin.
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom bersiv da pirsên parlamenteran û da zanîn, ku ji ber rewşa neyînî ya Tirkiyeyê ji aliyê dewleta hiqûqî, mafên mirovan û azadiya çapemenî û ramanê ve, ew di nava fikaran de ne.
Wallstrom bibîr xist, ku êrîşên li hemberî rojnamevanan û buroyên partiyê berê hatin şermezarkirin û ji ber dijwarbûna şerê navbera dewleta Tirk û PKK'ê ew bi endîşe ne. Weke pêşniyara çareseriya pirgirêkê jî Wallstrom got, "Ya herî girîng vegera li pêvajoya aştiyê ye. Ji bo vê jî divê agirbest were îlankirin û hikûmeta Tirk pêvajoyeke reform û muzakereyê ya kûr bide destpêkirin."
'ŞERMEZARKIRINA KOMKUJIYÊ TÊRÊ NAKE, BIKEVIN NAVA TEVGERÊ'
Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh da xuyakirin, ku ew daxuyaniya Wezîra Karên Derve ya ji bo şermezarkirina sûcên li Tirkiyeyê li hemberî sivîlan tên kirin erênî dibînin, lê têrê nake. Kakabaveh got, "Dema em li vir nîqaşan dimeşînin, di heman kêliyê de li Kurdistanê mafên mirovan tên binpêkirin. Ji ber ku hurmet ji serketina HDP'ê ya bi rêyên demokratîk re nehat nîşandan, li Tirkiyeyê şer ji nû ve hat destpêkirin. Tirkiye sûc dike. Li Cizîrê, 60 kesên xwe li jêrzemîna avahiyekê girtin ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dewleta Tirk ve bi awayekî wehşî hatin qetilkirin. Ev 6 hefte ne ji sedî 40 ê bajar û navçeyên Kurdistanê hatine dorpêçkirin. Pirsgirêka xwarin û derman heye. Li firinan nan nîne. 200 hezar mirov li welatê xwe bûne penaber. Rewş cidî ye" û xwest destwerdan li rewşê bê kirin.
'EM BIXWAZIN NEXWAZIN, LI BER ÇAVÊ KURDAN PKK TEVGERA GEL E'
Kakabaveh diyar kir ku ew tevlî pêşniyara Wezîra Karên Derve ya ji bo vegera li diyalog û hevdîtinan dibe û got, "Eger aliyek aliyê din bi terorîstî sûcdar bike, hingî wê aştî çawa pêk were? Yekîtiya Ewropa naxwaze bi komên 'terorîst' re biaxive. Tirkiye jî naxwaze. Wê demê divê em çi bikin? Yekane rêya aştiyê, derxisitna PKK'ê ji nava lîsteya 'rêxistinên terorîst' e. Ti kes naxwaze bi 'rêxistina terorê', bi Kurdan re biaxive. Em bixwazin jî nexwazin jî li ber çavê Kurdan PKK tevgera gel e. Em nikarin li ser navê Kurdan biryarê bidin. Ew ê biryara xwe bidin."
Berdevkê Polîtîka Derve ya PartiyaÇep Hans Lînde da xuyakirin, ku Erdogan û AKP'ê piştî hilbijartinê şer sor kir, derketina derve îlan kir û bal kişand ser mînakên şênber ên komkujiyên li Sûr, Cizîr û Silopiyayê. Lînde careke din ji Wezîra Karên Derve pirsî ku ji Hikûmeta Tirk û Erdogan kîjan daxwazên şênber xwestine.
'DIVÊ SWÊD PLANEK JI BO AŞTIYA MAYÎNDE AMADE BIKE'
Parlamentera Partiya Demokrat a Xiristiyan Desîree Pethrûs diyar kir, ku ji bo li Tirkiyeyê aştiyeke mayînde pêk were divê Hikûmeta Swêdê planekê amade bike û xwest, bi erêkirina komên Kurd re çavdêrên neteweyî û navneteweyî ji herêmê re were şandin.
'BILA PÊNC DAXWAZ JI TIRKIYEYÊ WERE KIRIN'
Parlamenterê Partiya Lîberal Fredrîk Malm da zanîn, ku mîna Heleb û Hûmisê, artêşa Tirk bi tank û topan li bajarên Kurdan dide û bal kişand ser bêdengiya Yekîtiya Ewropa û Hikûmeta Swêdê li pêşberî van êrîşên AKP'ê. Malm xwest ji Enqereyê daxwazên şênber bê kirin û got, "Ya yekemîn: Divê Tirkiye li pêvajoya aştiyê vegere. Ya duyemîn: Divê em prensîbên demokratîk qebûl bikin. Nabe ku rojnamevan werin girtin. Rojname bê girtin. Mirov ji ber îmzeyekê bi dehan salan bên girtin. Ya sêyemîn: Ji bo welatî li hemberî dewletê were parastin destûra bingehîn bê çêkirin. Ya çaremîn: Tirkiye bes petrolê ji DAIŞ'ê bikire. Ya dawî jî: Tirkiye bes destekê bide cîhadiyên li Sûriyeyê."
'JI BO SEKINANDINA KOMKUJIYAN BILA GAVÊN ŞÊNBER WERIN AVÊTIN'
Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Serkan Kose da xuyakirin, ku ji ber qedexeya derketina derve mirov nikarin cenazeyên xwe veşêrin, dayik ji bo cenazeyên zarokên wan bêhn jê neyê xistine qeşagehê. Kose anî ziman, ku li Cizîrê bi sedan kesên ji êrîşan reviyan û xwe li jêrzemînên avahiyan girtin bi awayekî hovane hatin qetilkirin.
Kose diyar kir, ew daxuyaniya şermezarkirinê girîng digînin, lê belê ev têrê nake û destnîşan kir ku ji bo sekinandina komkujiyan divê gavên şênber werin avêtin.