Komplo ji armanca xwe dûr ket, Kurd nêzîk bûn
DELÎL FIRAT - NAVENDA NÛÇEYAN 09.10.2013 08:56:04 Di ser komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 15 sal derbas bûn. Ev komploya ku ji bo tinekirina Ocalan û tevgera Kurd destpê kir herçend di 15'ê Sibata 1999'an de bi operasyoneke korsanî ya navneteweyî re bi dîlgirtina Ocalan bi dawî bû jî, gel û tevgera ku ew jê re pêşengiyê dike, ji her demê bêtir xurt in.
15 sal in Kurd her sal bi armanca lanetkirina vê komployê dadikeve kolanan, lê di heman demê de li ser armancên komployê radiweste û encaman jê derdixîne. Hêzên ku bi operasyoneke îllegal Ocalan revandin, di roja îro de ji her demê bêtir dûrî armancên xwe ne. Lê Kurd ji her demê bêtir nêzî armancên xwe ne. Destketiyên li çar perçeyên Kurdistanê hatine qezençkirin, bi taybetî rewşa xweser a defakto ya li Rojavayê Kurdistanê û rûniştina dewleta Tirk li gel Ocalan li dora maseyê, mezinbûna piştgiriya gel a ji bo PKK'ê, serketinên di hilbijartinên herêmî de, guherînin di mejî de, pêşketinên di pratîkê de, wêneyê têkçûna komplokeran e.
Gelo armanca vê komployê çi bû û bi çi rengî bi rêve çû? Ocalan, li Îmraliya ku ji sala 1999'an û vir ve di bin tecrîdê de tê ragirtin, der barê komploya 9'ê Cotmehê de hem di parêznameyên xwe yên ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hem jî di gelek nivîs û daxuyaniyên xwe de, nirxandinên berfireh kir.
ÇIMA JÊ RE KOMPLO TÊ GOTIN?
Di Sibata 2010'an de di nivîsa xwe ya li rojnameya Îtalî "Îl Manîfesto" de Ocalan komployê wiha kurteber dike: "Serpêhatiya min a ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi derketina ji Sûriyê û çûyîna Atînayê destpê kir, bi Rûsya û Îtalyayê destpê kir, dûre ji nû ve neçar mam vegerim Rûsya û Sûriyê û bi revandina li Kenyayê hat asta xwe ya dawî. Sedema ku ji vê bûyera koalîsyona hêzên navneteweyî yên ji çar parzemînan re dibêjim komplo ew e ku, tevî lîstikên polîtîk û berjewendiyên aborî, pêvajoyeke tijî xiyanet, zor û xapandinê ye."
Di Cotmeha 1998'an de artêş Tirk 10 hezar leşkerên xwe li ser sînorê Sûriyê bicih kiribû û gefa destwerdanê xwaribû. Li dû vê gefa ku ji hêzên navneteweyî piştgirî dît, Ocalan dest bi rêwîtiya xwe ya ber bi Ewropayê ve kiribû. Di vê rêwîtiya çar mehan a bi lez û bez de, welatên Ewropa yên mezin qadên xwe yên hewayê girtibûn.
Gelekî balkêş e ku gefa destwerdanê ya ji bo derketina Ocalan ji Sûriyê, heman piştî îlana agirbestê ya PKK'ê hatibû kirin. Ocalan beriya mehek û neh rojan yanî di 1'ê Îlona 1998'an de bi awayekî yekalî agirbest îlan kiribû. Tirkiyê, mîna agirbestên din, bersiveke erênî neda vê agirbestê jî û rêbaza leşkerî ferz kiribû. Komploya 9'ê Cotmehê di heman demê de bersivek ji vê agirbestê re bû.
Kê komplo pêk anî? Ocalan di parêznameyên xwe yên ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de digot, "Ti şik û gumana min nîne, ku ev pêvajoya heta Îramliyê ji aliyê hevkariya DYE û YE ve hatiye kirin. Ti carî neketim nava gumanan ku rola ji T.C. re jî hatiye dayîn, rola gardiyaniyê ye."
OCALAN: XWESTIN MIN JI ROJHILATA NAVÎN TINE BIKIN
Ocalan di nivîsa xwe ya li Îl Manîfesto de digot, "Armanca bingehîn a Dewleten Yekbûyî yên Emerîka (DYE), ku bêguman hêza rêveber a vê komploya siyasî ye, tinekirina min a ji Rojhilata Navîn bû."
Ocalan wiha dewam dikir: "DYE bi projeya xwe ya Rojhilata Navîn a Mezin re xwet neteweperestî û dewletên neteweperest derxîne holê, van bi hev re bide şer kirin û sed salên din jî li Rojhilata Navîn serdest be. Diyar e ku di projeyeke bi vî rengî de cihê tevgerên azadiyê nîne. Ji ber vê yekê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin a DYE û radestkirina min a bi komployê re, yekser eleqedar in. Ji xwe pêvajoya bi 2003'an re destpê kir, min piştrast dike. Di navbera alternatîfên Hêzên desthilatdar ên navneteweyî û hêzên paşverû yên herêmî de, ji ber ku em ji bo gelên Rojhilata navîn xeta sêyemîn û alternatîfa rastîn temsîl dikin, em bûn hedefa siyasî û îdeolojîk.
Li gel vê armanca bingehîn, komploya navneteweyî xwedî du armancên din e. Ya yekemîn; şerê Tirk-Kurdan ku bi tinebûna min an jî bi helwesta min a bi radestkirinê re derkeve holê bû. Ya rast, Iraqbûyîna îro beriya her tiştî ji bo Tirkiyê hatibû plankirin. Bi vî rengî xwestin Tirkiyê ji aliyê aborî, siyasî, ji her alî ve qels bike û bi xwe ve girê bide. Helwesat min a berpirsyar a li vê derê û teza min a ku ew ne li bendê bûn, ev armancên wan pûç kir û pêşî li Iraqbûyîna Tirkiyê girt. Min bi hemû hêza xwe hewl da pêşî li vê bigirim. Ji ber ku bi kêrî gelan dihat, min bi bawerî û ji dil ev yek kir. Ji ber ku sekna me serbixwe û azadîperest e. Ji xwe ji ber vê yekê xwestin me ji holê rakin."
PERÇEYEKE GIRÎN A DESTWERDANA LI ROJHILATA NAVÎN
Li gorî nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Selahattîn Erdem jî, dîlgirtina Ocalan perçeryekî girîn ê destwerdana DYE li Rojhilata Navîn bû. Erdem piştî 15 salan vê analîzê dike: "Komploya navneteweyî ya di kesayetiy Rêber Abdullah Ocalan de li dijî Kurdan hat kirin, perçeyekî girîng ê destwerdana li Rojhilata Navîn e, ku bi pêşengiya DYE sîstema global bi Şerê Kendavê ve daye destpêkirin. Rêveberiya DYE, li dû Şerê Kendavê, destwerdana xwe ya li Rojhilata Navîn bi destwerdana li Tevgerên Rizgariyê yên Fîlîstîn û Kurdistanê dewam kiriye. Pêvajoya aştiyê ya Oslo ya li ser Tevgera Rizgariyê ya Fîlîstînê û operasyona hêza çekîç a li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hat meşandin, nîşandeyên vê destwerdanê ne. Komploya 9'ê Cotmeha 1998'an asteke nû ya vê destwerdanê ye."
MUBAREK, BERLÛSCONÎ, ESAD...
Gelek lîderên Rojavayî û Rojhilata Navînî yên di komployê de cih girtin, îro ji qada siyasetê çûn yan jî bûn mijara darizandinê. Di nava van de ya herî balkêş rewşa Husnu Mubareke ku di encama raperîna li Misrê de hat xistin. Li Sûriyeya ku Ocalan beriya 15 salan jê hat derxistin, Kurd veguherîn hêzeke xurtir û dest bi nivîsandina dîroka xwe kirin.
Selahattîn Erdem encamên komployê wiha dinirxîne: "Her kes baş dizane ku kesayetê herî xetere yê di komploya navneteweyî de rola herî bêxêr dileyst dîktatorê têkçûyî yê Misrê Husnu Mubarek bû. Ji ber vê rola xwe, yek ji rêveberê herî demdirêj ê pêvajoya komployê Tayyîp Erdogan her tim jê re digot, 'Birayê min Mubarek'. Gelo çima niha dîktatorê zalim ê Misrê ye? Gelo ji ber ku ji efendiyên xwe yên bi salan jê re xizmet kiriye 'efûya jiyana xwe' naxwaze, ji ber wê ye? Hatiye fêmkirin, ku ya li hemberî gelê Kurd kiriye, jê re nemaye. Ax a gelê Kurd ê mazlûm, zalim xist vî halî. Mîna Husnu Mubarek kesayetên din ên xetere hene ku di komployê re rol lîstine. Yek jê jî Berlûsconî yê faşîst ê Îtalî ye. Aqûbeta vî şopdarê Mûssolînî yê faşîst jî li holê ye. Dîsa me dawiya serxweşê Rûs Yeltsîn ê xwe bi deh hezar dolarî firot jî dît. Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd bi berxwedaneke lehengî bi rûmeta xwe li ser lingan ma. Her kes dibîne ku dawiya van dîktatoran çiye.
Di pêvajoya 15 salan a komployê de rola Sûriyê li holê ye. Tê zanîn ku piştî komploya 9'ê Cotmehê di polîtîkaya Sûriyê de bi giranî guherî. Em hemû dizanin ku bi peymana Edeneyê re hewl hat dayîn qaşo pêvajoyeke dostaniya Tirkiye-Sûriye bê destpêkirin. Rêveberiya Sûriyê ku berê jî di xeta dostaniya bi Kurdan re bû, bi komployê re da dû şopa Tirkiyê. Rêveberiyên Tayyîp Erdogan û Beşar Esad ku ji xwe re digotin "Bira" ewçend zêdegavî kiribûn ku xwe weke "du dewlet, yek hikûmet" îlan kiribûn."
LI DIJÎ KOMPLOYÊ XELEKA JI AGIR
Ji bo pûçkirina komployê Kurdan berdêlên giran dan. Li dû komploya 9'ê Cotmehê li girtîgeha Mereşê Mehmet Halî Oral bedena xwe da ber agir. Oral di nameya li dû xwe hişt de diyar kir ku wî Ocalan qet nedîtiye û digot, "Hêrsa min û tolhildana min mezin e. Lê belê ez vê li zîndanê nikarim li dijî dijmin verişim. Bi vê çalakiya xwe re ez dixwazim careke din dilsoziya xwe ya bi we re nîşan bidim."
Ev hêrs û agir piştre mezin bû û belav bû. Di 19'ê Cotmeha 1998'an de li girtîgeha Amasyayê Mehmet Gul, di 20'ê Cotmehê de li girtîgeha Bartinê Alî Aydin, di 21'ê Cotmehê de li girtîgeha Semsûrê Bulent Bayram, di 23'ê Cotmehê de li girtîgeha Mîdyadê Selat Menteş û Aynûr Artan, di 26'ê Cotmehê de li girtîgeha Erzîromê Mîrza Sevîmlî bedena xwe dan ber agir û jiyana xwe ji dest dan.
Di 22'ê Cotmehê de, li Rojavayê Kurdistanê bajarê Qamişlo ku îro lê şoreş tê jiyîn Hesen Îsa Hesen ji bo Ocalan bedena xwe da ber agir. Vî agirî xwe gihand Ewropayê jî. Di 1'ê Mijdarê de li bajarê Elmanya Stûttgartê li girtîgeha Stammheîmê Berzan Ozturk bedena xwe da ber agir û li Nexweşxaneya Leşkerî ya li Koblenzê di 4'ê Çileya 1999'an de jiyana xwe ji dest da.
Ev xeleka ji agir, di rojên piştre re berfirehtir bû. Piştî ku Ocalan derbasî Îtalya bû, di 13'ê Mijdarê de li girtîgeha Çanakkaleyê Mehmet Aydin û Erdal Çeken bedena xwe dan ber agir. Di 16'ê Mijdarê de, li girtîgeha Sêrtê Kadrî Îlhan jî beşdarî vê xeleka ji agir bû.
Di 17'ê Mijdara 1998'an de li Rûsyayê li ber Dûma Ahmet Yildirim (Tayhan) û Remzî Akkûş (Jêhat) gotin, "Em li dora Ocalan bibin xeleka ji agir. Bila roja me tarî nekin" bedena xwe dan ber agir. Bi komploya 15'ê Sibatê re Kurdan berxwedana xwe ya li hemberî komplokeran bi çalakiyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" sembolîze kirin. Di navbera salên 1998 û 2008'an de nêzî 100 kesan li dijî êrîşên li hemberî Ocalan, bedena xwe dan ber agir.
RUSTEM CÛDÎ: PKK Û OCALAN JI HER DEMÊ BÊTIR XURT IN
Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Rustem Cûdî ku di encama êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk di 10'ê Cotmeha 2011'an a li hemberî herêmên Xakurkê û Xinêrê yên gerîla de jiyana xwe ji dest da, di daxuyaniya xwe ya di heman salê de diyar dikir ku komploya 9'ê Cotmehê bi armanca tinekirin û girtina Ocalan hatiye kirin. Cûdî wiha digot: "Tevgera Azadiyê ya gelê kurd PKK û Rêberê wê Rêber Apo ji her demê bêtir xurt in. Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd û Rêber Apo, weke hêzên bê alternatîf tên qebûlkirin. Li dijî hemû komplo û êrîşan ev tevger baş dizane ka çawa li ser piyan bimîne, têkoşîna azadiyê çawa bi pêş bixîne û xwe çawa bigihêjîne azadî û serketinê."