'Komplo vale hat derxistin'
Li Dihukê bi boneya şermezarkirina 15'ê Sibatê gel bêbextiya navnetwî şermezar kirin û bertekên xwe bi awayek tund anîn ziman.
Li Dihukê bi boneya şermezarkirina 15'ê Sibatê gel bêbextiya navnetwî şermezar kirin û bertekên xwe bi awayek tund anîn ziman.
Li Herêma Federal a Kurdistanê nûner û endamên partîyen sîyasî û rojnamwanen Dihokê 15’ê Sibatê roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şermezar kirin û nerazîbûn nîşan dan. Endamê Komîteya Şuiyan ya Dihukê Belewan Amêdî destnişan kir ku bi tu awayî komploya 15’ê Sibatê serneketiye û berovajiya vê hatiye valederxistin. Amêdî, da zanîn ku 15’ê Sibatê di nav diroka Kurd de rojek reşe û wiha got: "Divê li hember vê gelê kurd di hemû aliyan de xwe rêxistin bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hemû deman de xebat ji bo çareseri û pirsgirêka kurd kiriye."
Rojnamevan Dilowan Zebarî ji nerazibûnê xwe anî ziman û wiha got, “ Bi sala ne ku dewleta tirk li hember gelê kurd şerek qirêj û pilanê xwe yê ji bo tunekirina Kurdan bi rêve dibin Her weke ku peymana Lozanê û îtifaqiya Cezayirê gelek pilanê wan hebû di nav de girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji yek ji wan pilanê wan yê qirêj bû."
Zebarî, destnîşan kir ku bi radestkirina Ocalan xwestin gelê kurd bê îrade bikin.
Hemwelatiyê bi navê Eyas Kerem jî diyar kir ku bi tu awayi dewletên faşist wê nikarin gelê kurd û tevgera azadiya bê deng bike û wiha got: "Di kesayetiya Rêber Apo de xwestin gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê teslim bigrin. Lê belê Rêber Apo û Gelê Kurd ev pilangeriya dewleta tirk vale derxist. Bi tu awayi vê kompiloyê encam negirtiye."
Endamê Pariya Şuiyan ya Dihukê Mihemet Siyar jî 15’ê Sibatê bi awayek tund şermezarkir û destnişankir ku dem dema yekgirtina Gelê Kurde li hember van kiryarên dewleta tirk e. Mihemet Mustafa Kafî ji nerazîbûnên xwe anî ziman û 15'ê Sibatê bi awayek tund şermezarkir.
Nûçe: Nûçegihana dildar DÎHA (eî/mae)