Komploya 15'ê sibatê li Silopî hat şermezarkirin
ŞIRNEX (DÎHA) - Li Silopî ciwanan bi armanca şermezarkirina salvegera komploya navneteweyî ya di 15'ê Sibatê de li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatî çalakî li dar xist.
Li navçeya Silopî ya Şirnexê bi dehan ciwan ji bo şermezarkirina salvegera komploya navneteweyî ya di 15'ê Sibatê de li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatî çalakî li dar xist. Bi dehan ciwan li taxa Cûdî û Feraşînê derketin ser Rêya Îpekê û rê ji trafîkê re girtin. Piştî demekê polîs bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan hatin cihê çalakiyê û bi bombeyên gazê, ava şid êrîşîi ciwanan kir. Li ser êrîşa polîsan ciwanan jî bi bombeyên deng, molotof, kevir û fîşekên hewayî bersiv da polîsan.
Li ser bersivdayîna ciwanan pevçûn derket û li seranserê Rêya Îpekê belav bû. Gelek welatî di bin bandora bombeya gazê ya ku polîsan avêtin de man. Di dema pevçûnan de bombeyek gazê ya polîsan ket nava kargeha welatiyekî. Gelek welatiyên ji ber gaza zêde di kargehên xwe de asê man bi zorê derketin.
Çalakiya ciwanan heya derengiya şevê berdewam kir û piştî ku ciwan ji kolanan vekişiyan çalakî bi dawî bû.
(no-sbk/ea/bd/wk)