Komxebata Tenduristiyê ya bi kurdî
Komxebata Tenduristiyê ya bi Zimanê Zikmakî destpê kir
Êlih - "Komxebata Tendursîtiyê ya bi Zimanê Zikmakî" ya ji aliyê Komîsyona Ziman ya Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve tê organîzekirin û dê 2 rojan berdewam bike destpê kir. Di komxebatê de Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê û Parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan axivî û diyar kir ku, komxebat ji bo kurdan gelek girînge û wiha got: "Bi sedan salin li ser nasname û zimanê kurdan zext hene. Ziman û nasnameya kurdan li hemberî vê yekê berxwedana vejînê û hebûnê dide. Di qada perwerdehî û tendurîstiyê de hebûna xwe nîşan dide."
"Komxebata Tendurîstiyê ya bi Zimanê Zikmakî" ya ji aliyê Komîsyona Ziman ya Meclîsa Tendurîstiyê ya KCD'ê ve tê organîzekirin li Mêvanxaneya Şaredariya Êlihê destpê kir. Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD'ê û Parlementerê BDP'ê yê Êlihê Altan Tan, Endamê Meclîsa BDP'ê Osman Ozçelîk, Alîkarê Şaredarê Êlihê Hamza Ayîş, Zimanzan Samî Tan, Berdevkê TZPKurdî Mehmet Şahîn, Nivîskar Ferhadê Dengîzî, Nivîskar Îrfan Babaoglû, Odeya Tabîban ya Êlihê, Odeya Tabîban ya Sêrtê, Odeya Dermanfiroşan ya Amedê, Şaxên SES'ê yên Êlih, Amed û Şirnexê tevlî komxebatê bûn.
‘HEVALÊN ME LI HEMBER POLÎTÎKAYÊN FAŞÎT YÊN AKP’Ê RAWESTIYAN JI BER WÊ HATIN GIRTIN’
Di salona komxebatê de pankarta "Komxebata tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî" hate daliqandin. Piştî rêzgirtinê Sekreterê Şaxa SES'ê ya Şirnexê Azîz Vûral axivî û diyar kir ku, xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî gelek girînge. Vûral anî ziman ku, daxwaza tendurîstiya bi zimanê zikmakî tenê ji bo gelê Kurd na ji bo hemû gelan dixwazin, bi zimanê zikmakî xizmeta tendursîtî bikin, dikin. Vûral da zanîn ku, Sekreterê Giştî yê SES'ê Mehmet Siddik Akin û Serokê Lijneya Kontrolkirina Navendî yê SES'ê Fîkret Çalagan di nava xebetekî wisa da ne û wiha got: "Hevalên me li hemberî polîtîkayên faşîst ên AKP'ê rawestiyan û ji ber vê yekê hatin girtin. Ez li vir wan silav dikim."
‘KURD BERXWEDANA HEBÛNA XWE DIDIN’
Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê û Parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan jî diyar kir ku, xebat gelek girînge û li gelek cihên cîhanê xebatên wisa tên kirin. Tan anî ziman ku, mafê mirovan yê herî girîng xwe îfadekirine û wiha got: "Ji wan mafan yê herî girîng di qada tenduristiyê de xwe îfadekirine. Heta ev yekê pêk neyê dermankirinek rast nayê kirin. Ji ber vê yekê xebata tê kirin gelek girînge. Li vir mijar bi xemsarî na dê bi kûrahî bê nîqaşkirin û pişt re bibe pirtûk." Tan da zanîn ku, komxebat ji bo kurdan gelek girînge û wiha got: "Bi sedan salin li ser nasname û zimanê kurdan zext hene. Ziman û nasnameya kurdan li hemberî vê yekê berxwedana vejînê û hebûnê dide. Di qada perwerdehî û tendurîstiyê de hebûna xwe nîşan dide."
KOMXEBAT DÊ 2 ROJAN BIDOME
Piştî axaftinan komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Komxebat dê 2 rojan berdewam bike. Di roja yekemîn de mijarên "Tendurîstî û Zimanê zikmakî", "Girîngî û wateya têgehên tendûrîstiyê" û "Hawirdor û tendurîstî" dê bên nîqaşkirin. Di roja duyemîn de jî dê mijarên "Dermankirin û tendurîstî" û "Xebatên ferhenga tendurîstiyê" dê bên nîqaşkirin. Komxebat dê bi encamanaye tê aşkerakirin bi dawî bibe."
ANF NEWS AGENCY