1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Komxebata zaravên teknîkî dest pê kir
Komxebata zaravên teknîkî dest pê kir,komxebata,zaravên,teknîkî,dest,pê,kir

Komxebata zaravên teknîkî dest pê kir

A+ A-

Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) Necatî Pîrîncîoglu, diyar kir ku cara ewil di qada navneteweyî de di qada peyvên teknîkî de komxebatek bi vî rengî pêk tînin. Berdevkê TZPKurdî Mehmet Şahîn jî diyar kir ku ziman bingeha û pêşeroja civakê ye.

Yekîtiya Endezyar û Avahîsazên Tirkiyeyê (TMMBO) bi hevkariya TZPKurdî li ser zaravên teknîk û zanîstî dest bi komxebata 4 rojan kir. Civina bi navê "Komxebata Zaravên Teknîk" ku dê 4 rojan li Sumerparqê berdewam bike zêdeyî 40, zimanzan, nivîskar, pispor, hîndekar endezyar û serokên odeyên girêdayî TMMOB'ê tev lê dibin. Ji Herêma Federal a Kurdistanê, Ewropa û Tirkiyeyê gelek kesên li ser zimanê kurdî xebat kirin û bi taybet jî li ser vê komxebatê demek dirêje xebatê dikin tevlî komxebatê dibin. Di komxebatê de Serokê Ensîtutiya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînî, Zimanzan Samî Tan, Sekreterê ÎKK'ê Necatî Pîrîncîoglu û gelek kesên din jî amade bûn.

Komxebata Zaravên Teknîkî li Sumerparqê dest pê kir. Di salona komxebatê de pankrata "Komxebata Zaravên Teknîkî, Hûn Bi Xêr Hatin" hate daliqandin. Axaftina vekirina komxebatê Endezyar û mamosteyê KURDÎ-DER'ê Hesen Guneylî kir. Guneylî diyar kir ku dê komxebata wan 4 rojan berdewam bike û di dawiya komxebatê de dê encamnameyekê ji raya giştî re parve bikin. Guneylî, anî ziman ku ew dê encamanameya komxebat xwe di 15'ê Gulanê Cejna Ziman de aşkera bikin. Guneylî, da zanîn ku 9 meh berê wan xebeta da destpêkirin û di çarçoveya xebatê de wan 15 hezar peyv komkirin û wiha got: "Me berê peyv kom kirin û piştî re li ber çavan derbas kirin. Piştî lêkolînê me ev peyv daxistin 10 hezaran. Me bi 24 kesan dest bi vê xebatê kir. 10 hezar peyvên di destê me de bi kurdî, tirkî, îngîlîzî, farisî, soranî û erebî hatine amadekirin."

Sekreterê ÎKK'ê Necatî Pîrînçîoglu jî diyar kir ku ev komxebat di vê qadê de yekemîn e û komxebeteke neteweyî ye. Pîrînçîoglu, anî ziman ku li ser pêdiviyan wan dest bi vê xebatê kir û dixwazin berdewam bikin.,

Berdevkê TZPKurdî Mehmet Şahîn jî diyar kir ku xebata ziman xebata herî bingehîn e. Şahîn, anî ziman ku bingeha netewbûnê ziman e û wiha got: "Ziman pêşeroja civakê ye. Ziman teşeyê dide civakê. 80 salin zimanê kurdî qedexeye. Lê di têkoşîna 30 salên dawî de gelek pêşketin pêk hatin. Ligel vê yekê di qada ziman de jî bi girêdayî vê têkoşînê gelek pêşketin pêk hatin."

Piştî axaftinên vekirina komxebatê, komxebat ji çapemeniyê re hate girtin û berdewam dike.

(yd-bd/mae)