Komên çekdar ên li Efrîn û Helebê kî ne?
Li Rojavayê Kurdistanê, her ku kurd rêveberiyên xwe ava dikin û hinekî din nêzî azadiyê dibin, hewldanên dewlet û hêzên ku ji hebûna kurdan jî aciz in, wekî gayê êrîşî paçeyê sor dike, êrîşî nirxên kurdan dikin.
Dildar Aryen
Li Rojavayê Kurdistanê, her ku kurd rêveberiyên xwe ava dikin û hinekî din nêzî azadiyê dibin, hewldanên dewlet û hêzên ku ji hebûna kurdan jî aciz in, wekî gayê êrîşî paçeyê sor dike, êrîşî nirxên kurdan dikin. Ji bo vê yekê jî her rêbazekê rewa dibînin û komên ji çete, diz û kontrayan pêk tên, bikar tînin.
Di van demên dawî de li derdora bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê û bajarê Helebê yê Sûriyeyê, li hemberî kurdan ji aliyê hinek komên çekdar ve êrîş têne pêkanîn. Tişta balkêş jî ew e ku ev komên hanê heta niha nehatine nasîn û xwe wekî Artêşa Azad didin nasîn. Gelo ev komên hanê kî ne, armanca wan çiye, çima bi rêbazên qirêj û dij exlaqî êrîşî kurdan dikin, li pişt wan kîjan hêz hene? Me li ser van komên hanê hinek lêkolîn kirin û tiştên balkêş derketin holê.
JI DESTKEFTIYÊN KURDAN ACIZ IN
Bi destpêkirina pêvajoya şoreşa Sûriyeyê re, gelek komên muxalefetê derketin holê û di bin navê Artêşa Azad de li dijî rejîmê têkoşîn dan destpêkirin. Lê kurdan ku dîrokek wan dirêj a têkoşîna wan heye û bedelên mezin jî dane, ne li aliyê rejîmê ne jî li aliyê muxalefetê sekinîn û wekî hêzek siyemîn û çareseriyê xwe bi nav kir. Kurdên ku heta niha hebûna wan jî nedihat qebulkirin, bi siyaseta xwe ya ku ji şer û pevçûnan dûr dixe û hêza xwe esas digire, roj bi roj pêş ketin. Hem ji şer dûr rawestiyan hem jî bi rêbazên aştiyane rêveberiyên bajarên xwe bi dest xistin, her wiha dest bi avakirina sîstema xweseriya demokratîk kirin. Dîsa di warê yekîtiyê de jî pêngavên girîng avêtin û bi vê yekê re wekî hêzek derketin holê û hatin qebûlkirin. Lê her ku rêveberiyên xwe ava kirin û hinekî din nêzî azadiyê bûn, hewldanên dewlet û hêzên ku ji hebûna kurdan jî aciz in, wekî gayê êrîşî paçeyê sor dike, êrîşî nirxên kurdan kirin. Ji bo vê yekê jî her rêbazekê rewa dibînin û komên ji çete, diz û kontrayan pêk tên, bi kar tînin.
Êrîşên ku di demên dawî de li Heleb û Efrînê pêk tên jî, bi alîkariya hinek hêzan ji aliyê van koman ve têne pêkanîn. Ji ber ku li Helebê ji hemû gelan mirov hene û gelek komên çekdar ên cuda tê de hene, dîsa Efrîn jî hem nêzî Helebê hem jî li ser sînorê Tirkiyeyê, yanî wekî rêyek derbasbûnê ye, ev herdu cih hedef tên girtin. Ev hêz wisa dihesibînin ku van deran bidest bixin dê karibin tevahiya Rojavayê Kurdistanê bigirin bin destê xwe. Komên derdikevin pêş ên ku li van deran bicih bûne û êrîşî kurdan dikin jî yên bi navê Tabura Selehedîn Eyubî û Asif El Şemel (Bahoza Bakûr) e. Ev herdu kom xwe wekî Artêşa Azad nîşan didin. Lê hêzên esasî yên Artêşa Azad cuda ne.
ARTÊŞA AZAD JI ÇEND KOMAN PÊK TÊ?
Gelên li derdora Helebê ji berê de nerazîbûnek li dijî rejîmê heye. Loma gelek kom çêbûne. Hema bêje her gundekî, bajarokekî, eşîrekê koma xwe çêkiriye. Ev kom gelek caran civînan çêdikin ku bibin yek, lê çênabe û gelek pirsgirêkên wan hene. Her çiqasî di bin banê Artêşa Azad de wekî yek tên dîtin jî gelek cudabûnên wan hene. Mînak Lîwa Tewhît koma ku li Helebê herî zêde şer dike ye. Li aliyê din Lîwa Ehrar Sûriye jî gelek şer dike. Lê ev qet li hev nakin. Di fermiyetê de hêza ku li Heleb û Sûriyeyê tê qebûlkirin Lîwa Ehrar Sûriye ye, girêdayî Riyad Esad e. Koma ku wekî Artêşa Azad tevdigere ev kome. Lê Lîwa Tewhît wana qebûl nake. Ji ber ku eşîrên wan cuda ne. Her wiha di zîhniyetê de cudabûn hene. Lîwa Tewhîd îslama radîkal, fikrek wekî ya El Kaîde diparêz e. Lîwa Ehrar Sûriye jî wekî îxwanên (birayên misliman) nerm dikarin bêne binavkirin.
Li derveyî van Hizbul Fecril Îslam (Partiya Rojhilata Îslam), heye. Ji ereban pêk tê. Li herêma Babê ya Helebê bibandor e. Wekî din gelek komên girêdayî şêxan hene. Li her gundekî komek girêdayî şêxan heye. Hinek kom ketine nav hevdu, hemû kom girêdayi Arteşa Azad nîn in. Hinek xwe ji Artêşa Azad nahesibînin. Tenê xwe wekî li dijî rejîmê dibînin.
TABURA SELEHEDÎN EYUBÎ;
Bi destpêkirina şorevaşa Sûriyeyê re, piştî ku giraniya şer ket bajarê Helebê û derdora wê, hinek aliyên kurd ku nekarîn li kolana kurd xwe tevger bikin an jî li ser doza kurd cîh bigirin, bi Artêşa Azad re hevdîtin çêkirin, têkilî danîn. Ev kesên hanê yên ku li herêmên kurd nedihatin qebûlkirin û pirsgirêkên wan ên civakî zêde hebûn in. Komek biçûk di nava Artêşa Azad de bicîh bû û navê Tabura Selehedîn Eyûbî li xwe kir. Di destpêkirina Şoreşa Sûriyeyê de hinek komên tensîqriyatan (Hevrêz, kordînasyon) çêbûn, lê vana nekarîn xwe li ser piyan bigirin û belav bûn. Ev komên ku belav bûn û nekarîn li kolana kurdî cih bigirin jî, xwe gihandin vê tabûra hanê. Vana ji bo ku bi tirsê bandora xwe çêbikin, her wiha ji bo hinek armancên din xwe gihandin vê tabûrê. Hinek ji vana tenê bi mebesta pereyan çûne wir.
KONTRA, QAÇAXÇÎ Û DIZ
Ev tabûr bi komek biçûk dest pê kir, piştre hinek kesên ji artêşa Sûriyeyê qut bune tevlî bûn. Mînak subayek li Humsê ji artêşê veqetiyabû, tevlî Tabûra Selehedîn bû û fermandariya wan kir. Dîsa hinek kesên ku ji Tevgera Azadiya Kurd a Bakûrê Kurdistanê reviyane û bûne kontra jî di vana vê komê de cîh girtin. Hinek ji van ji kesên bi navê Cîger û Hesen ên ji Efrînê ne. Ev kes 10 sal beriya niha ji tevgera kurd qut bibûn û di bin bandora dewleta Tirk de bibûn kontra.
BI RIYA SELAH BEDREDDÎN TÊKILIYA BI TIRKIYEYÊ RE
Li gorî lêkolînên hatine kirin van kesên wekî kontroyan tên zanîn xwestin bandora xwe di nava taburê de çêbikin, piştre têkiliya xwe bi Selah Bedrettîn re çêkirin û bi riya wî re jî têkiliya xwe bi MÎT'a tirkan re çêkirin. Li Rojavayê Kurdistanê di hinek pevçûnan de li ser hinek kesên bi vi rengî pere, pasaport û belgeyên aydî Tirkiyeyê derketin. Di fermiyetê de çiqas têkiliya wan bi Tirkiyeyê re heye ne diyar e, lê tişta diyar ew e ku Selah Bedrettin hêzê ji Tirkiyeyê digire û têkiliya derve ya vê komê bi riya Selah Bedrettîn çêdibe. Lewre danustendinên wan bi riya Selah Bedrettin bi Tirkiyeyê re çêdibin.
LI HERÊMA HEYANÊ BI CÎH BÛN
Vê koma hanê bi vî rengî, dîsa bi alîkariya Artêşa Azad teşe girt û bi taybetî li herêmên ereban bicîh bûn. Li ser riya Heleb û Efrînê pêkutî dan ser gel, carinan sivîlên kurd revandin û xwestin bandora xwe çêbikin. Lê piştî van pêkanînan êdî li herêma kurdan qet nehatin qebûlkirin. Ji herêmên kurdan hatin derxistin û li herêmên ereban, bi taybetî li herêma Heyanê ya girêdayî Helebê bicîh bû. Wekî leşkerên Artêşa Azad beramberî pereyan ji wan re xebitîn. Hedefek wan a diyar tune ye.
HINEK PARTIYÊN KURDAN KETIN DEWRÊ
Piştî ku hinek pêkanînên vê komê derketin holê û di nava Artêşa Azad de cîhê xwe girtin, hinek partiyên kurdan xwestin ji wan feyde bigirin û li gorî berjewendiyên xwe bikar bînin. Van partiyan jî xwestin bêjin ku wan jî hêzên çekdar hene. Partiya Azadî Kurdî li Sûriyeyê ya Mustafa Cima û Partiya Yekîtî wekî mînak tên nîşandan. Tê gotin ku van partiyan bi veşartî hinek kes xistin nava koma Selahaddin û bandora xwe çêkirine.
LI KOLANA KURDÎ CIHÊ WAN TUNE YE
Bandora vê koma hanê li ser kolana kurdî nîn e û tu kes wan qebûl nake. Her wiha tê gotin ku bi temamî ji diz, rêbir, çete û kotrayan pêk tê. Di nava wan de yê tên nasîn jî kesê bi navê Mehemet Hemdoş ê ji Efrînê ye û bi qaçaxçîtiya cigareyan tê nasîn. Beriya şoreşê bi rejîma Sûriyeyê re karên xwe birêve dibirin. Piştî ku hinek herêm ketin destê Artêşa Azad, xwe nêzî wan kir. Niha wekî berpirsyarek tabura Selehedîn tê zanîn.
Hejmara wan zêde nîn e, li gorî hinek agahiyên ku tê gotin berpirsyarên wan dane, hejmara wan 700 kes e. Li ser 2 noqteyên kontrolê yên partiya Azad ên li ser riya Heleb û Efrînê, li gel xebatkarên vê partiyê disekinin.
ASIF EL ŞEMEL
Asif El Şemel bi kurdî tê wateya "Bahoza Bakûr". Ev kom girêdayî kesê bi navê Ummar Dadîxî ye. Dadîxî jî kesek Tirkmen e û ji herêma Ezazê ya li ser sînorê bajarê Kilîsê yê Bakûrê Kurdistanê ye. Bi salan bi dewleta Tirkiyeyê re di nava têkiliyê de bû. Her wiha bi rejîma Sûriyeyê re jî têkiliya wî hebû. Li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê qaçaxçîtî dikir. Di heman demê sîxuriya Tirkiye û Sûriyeyê dikir. Yanî hem muxbiriya Tirkiyeyê hem ya Sûriyeyê dikir.
PIŞTGIRTIYA XWE JI TIRKIYEYÊ DIGIRE
Balkêş e ku dema şoreşa Sûriyeyê destpê kir, şoreşgerên Sûriyeyê bi hinceta ku alîgirê Baasê ye li Ummar Dadîxî digeriyan ku bikujin. Lê bi carekê belkî jî bi piştgiriya dewleta Tirk bû xwedî hêz û şoreşgerên Sûriyeyê nekarîn nêzî wî bibin. Tê gotin ku Tirkiye piştgiriyê dide wî. Navê bi girtina endamên Hîzbûllahê derket. Li gel bira û pismanên xwe, êrîşî otobusa endamên Hîzbullahê kirin û çend endamên wan girtin. Endamên Hizbûllahê carinan li gundê xwe, carinan jî li sînorê Tirkiye veşartin. Tê gotin ku li ser vê meselê ji têkiliya Tirkiyê bi Dadîxî re hebû. Ev bûyer ji bo Dadîxî bû destkeftiyek siyasî û bazarek zêde kir. Piştre kesên di wir re derbas dibûn diketin kontrola wan, yanî bêyî destura wan nedikarin biçin, çi dixwestin ew dikirin.
Tê gotin ku pêdiviyên xwe hemuyan ji Tirkiyeyê digire. Çekên tirkan, wesayîtên wan li gel wan hene. Li dijî kurdan e. Niha herêma Ezazê bi temamî ji kurdan re girtî ye. Li gorî wî divê kurd nemînin. Di demên dawî de riya Ezazê û Efrînê bi temamî hatiye girtin.
ARTÊŞA AZAD WÎ QEBÛL NAKE
Ji aliyê hemû Artêş Azad ve wekî kesekî maqûl nayê qebûlkirin. Perçeyên mezin ên Artêşa Azad Lîwa Tewhîd, Faruk, Lîwa Fatîha ji wî gelekî aciz in, lê bi wî nikarin. Tê gotin ku ev kesê hanê hêza xwe ji Tirkan digire. Ji ber ku Arteşa Azad jî hemu tiştê xwe muhtacî Tirkiyeyê ye, nikare xwe têkilî Dadîxî bibe. Ji bo ku dewleta tirkiyeyê deriyên xwe ji wan re negire, gelek tavîzan didin. Tavîza yekem jî ew e ku çembera li dora Dadîxî fireh bibe. Lê Artêşa Azad belkî ji rejîma Sûriyeyê zêdetir ji wî aciz e, dibêjin "em ê piştî şoreşê hesabê ji wî bipirsin." Lê niha Ummar Dadîxî bandorê li ser wan dike.
BAZARAN MİROVAN
Tê gotin ku Dadîxî bi pereyan leşkeran digire. Her wiha li Ezazê girtîgehek ava kiriye û mirov digire. Li ser van mirovan jî bazarê dike. Ev jî ji bo wî dibe destkeft. Li gorî kesên ev bûyer bihîstine yan jî jiyan kirine, Dadîxî, kê bigire yan biryara îdamê dide yan jî li hemberî pereyan berdide. Qanûna wî ev e. Ev jî ji bo wî bû deriyê dahatuyê. Herî dawiyê rojnamevanekî Lubnanî girtin û hîn jî neberdaye.
EREB JÎ JI BER WÎ REVIYAN
Piştî ku pêkanîn vê komê zêde bûn welatiyên ereb ên li Ezazê jî ji wir reviyan û hatine cem kurdan. Her wiha hinek TirkmEn jî reviyane. Nakokiya vê komê û Ezaziyan bi xwe jî heye. Ezazê ji Ereb, Tirkmen û Kurdan pêk tê. Lê Kurd pir kêm in û piraniya wan piştî bûyerên dawî koçî Efrînê kirin. Beşa ereban jî li dijî rejîmê serî hildaye, lê di navbera erebên Ezazê û Tirmenan de jî alozî heye.
Dadîxî xwe di ser Artêşa Azad re dibîne. Tê gotin ger ku herêmek tampon bê çêkirin, dê Ezazê girêdayî bajarê Kilîsê bê kirin û Dadîxî jî, li wir bimîne.
ÊRÎŞA EŞREFIYEYÊ
Li gorî çavkaniyên kurd, di nava Artêşa Azad de ya herî zêde bi kurdan re di nava danûstendinan de ye, Lîwa Tewhît e û gelek caran alîkariya hevdû jî kirine. Lê bi carekê xwestin bikevin taxên kurdan ên Helebê. Piştre derket holê ku yên ew sor kirine, Tabûra Selahadîn Eyûbî ye. Lê yên ku destpêkê şer kirine jî Lîwa Tewhît nebûne, endamên Tabura Selehedîn êrîş kirine. Li gorî lêkolînan ji Tabûra Selahaddin kesê bi navê Mehemet Emmar ku bixwe kurd e û ji Cindirêsê ye, destpêkê gule berdane ser gel.
DIXWESTIN KU KURD Û EREB HEVDÛ BIKUJIN
Derket holê ku rayedarên Tabura Selehedîn Eyubî, xwestiye ji Artêşa Azad re bêje ku tekane nûnerê Kurdan ên Sûriyeyê ew in. Lîwa Tewhîd jî bi vî rengî sor kirin. Jixwe piştî êrîşa Eşrefiyeyê jî rayedarên wan diyar kirin ku ketina wir xeletiyek bû. Hate gotin ku ev jî plana hinek hêzên siyasî ya Kurdan e. Li gorî vê yekê hinek hêzên kurdan bi Artêşa Azad re hevdîtina pêk tînin û êrîşan sor dikin. Di vir de navê Endamê Encumenî Niştimanî Dr. Evdîn tê bilêvkirin. Li gorî agahiyan Dr. Evdîn bi Artêşa Azad re runiştiye û xwe wekî nûnerê kurdan nîşan daye.
Tê gotin ku beriya van hevdîtinan rayedarên Lîwa Tewhîd gotine ku tu eleqeya wan bi hêrêmên kurdan re tuneye û nakevin wir. Lê piştî hevdîtina Evdîn, gotine divê kurd ji Eşrefiyê derkevin. Hate hînbûn ku piştî pevçûnan jî, li hemberî hewldanên çaseriya pirsgirêkê, Dr. Evdîn dîsa bi Artêşa Azad re hevdîtin pêk aniye. Piştî bûyera rayedarek Partiya Azadî, ji malperekê re axivî û gotinek wekî pêkenokan a wekî, "Di nava êrîşkaran de endamên me hebin jî, ev biryara partiya me nîn e, li gorî xwe çûne" bilêv kir.
ÊRÎŞÊN EFRÎNÊ
Li gorî lêkolînên hatine kirin, êrîşên koma Ummar Dadîxî yên li herêma Efrînê jî girêdayî hinek aliyên kurd e. Li gorî hinek agahiyan Dadîxî bixwe gotiye "Tu îşê min bi kurdan re tuneye, bila biçim ji Tabura Selehedîn bipirsin. Em wan nas dikin." Ev wekî lîstikekê tê û hewldana bisînorkirina tevgera azadiya kurd tê nirxandin.
ANF NEWS AGENCY