Komên êrîşî Şêxmeqsûd dikin kî û girêdayî kê ne?
EFRÎN – Êrîşên dijwar ên li dijî taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê yek ji hewldanên tolhildana binkeftina çeteyan li herêmên El-Şehbaa ye. Di van êrîşan de ji bilî El-Nusra û Ehrar El-Şam gelek komên din ku koma opozîsyona Riyadê wan bi xwe ve girê dide, hene.
Şervanên Ceyş El-Siwar bi rizgarkirina hin gund û bajarokên herêma El-Şehbayê, riya çeteyan a di navbera Tirkiyê û bajarê Helebê de birîn. Piştre dewleta Tirk bi rê û rêbazên cudatir alîkariyê da çeteyên xwe. Li vir hin çavdêr dipirsin gelo ev çeteyên ku êrîş dikin girêdayî ‘Opozîsyona Riyadê ne û agirbestê binpê dikin?
Ceyş El-Siwar di operasyona xwe ya gundewarê Bakûrê Helebê de gund û bajarokên wekî Keştear, Tinib, Şiwarxa, Merhanaz, Balafirgeha Minix, Kefer Nasih, Kefernaya, Eyn Deqnê, Arfed, Aşê El-Feysel û Dêr Cemal ji destê çeteyan derxist. Bi vê yekê riya çeteyan a Heleb û gundewarê bakûrê Ezazê (Navbera Tirkiye û Helebê) hat qutkirin.
Hevkariya AKP’ê bi çeteyan re fayîde neda
Hikûmeta AKP’ê li hemberî van pêşveçûnan xwe bêdeng nehişt, lê yek ser komên çete yên li Îdlibê bi riya Deriyê Bab El-Hewa derbaî bajarê Ezazê kir, ji wan re çek û cebilxane jî şand.
Vê yekê nikarîbû ku pêşveçûna şervanên El-Siwar li herêmê bide sekinandin, ji ber vê jî dewleta Tirk bi xwe dest bi topbarankirina herêmê kir. Lê vê jî tu fayîde neda çeteyan.
Rizgarkirina Arfed û êrîşa Şêxmeqsûd
Di şeva 16’ê sibatê de bajarokê Arfed ango Til Rifet ji aliyê şervanên Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran) ve hat rizgarkirin. Di heman şevê din çeteyan êrîşeke dijwar birin ser taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê. Lê pirsa ku derdikeve holê ev e ku ev çete vê hêzê ji kuderê tînin?
Çeteyên ku êrîşî taxê dikin ev in
Komên çete yên di êrîşên li dijî taxa Şêxmeqsûd de hevkariya Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam dikin ev in: Ceyş El-Mucahidîn, Koma 16’an a girêdayî Lîwaa Şuhedaa Bedir, Tabûrên Nûreddîn Zenkî, Sultan Murad, Sultan Mihemed Fatih, Koma Yekemîn, Koma 101’an, Lîwaa Siqûr Cebel, Lîwaa El-Muntesir Bîllah, Lîwaa Ehrar Sûriyya, Koma Festeqim Kema Emert, Feyleq El-Şam û Tabûrên El-Qoqaz.
Koalîsyona Riyadê ku qaşo xwe wekî opozîsyona Sûriyeyê nîşan dide, ev komên çete hemû girêdayî wê ne. Ew van koman wekî hêzên ‘mutedil’ bi nav dike, lê di 27’ê sibatê de Sûriye derbasî qonaxeke nû bû. Di vê rojê de li Sûriyeyê agirbest destpê kir. Dîsa jî van koman êrîşên xwe yên li dijî sivîlan nedan sekinandin û di encamê de bi sedan sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.
Vê carê çete ji kuderê hatin
Derbarê hevkariya dewleta Tirk a bi komên çete re heta niha gelek wêne, dîmen û belge derketin pêş. Çavkaniyên taybet diyar kir ku hikûmeta AKP’ê çeteyan li ser sînorê beramberî Kampa Atmê derbasî Tirkiyeyê dike û ji aliyê Dar Ezza wan derbasî herêmên di bin kontrola çeteyan de dike. Ev herêmên ku tê de tên bicihkirin nêzî taxên Kastîlo û Çerxerêiya Cendûl ên bajarê Helebê ne. Ev tekane riya ku çete tê re derbasî Helebê dibin û êrîşî Şêxmeqsûd dikin.
Êrîşên dijwar û berxwedaniya mezin
Piştî ku Tevgera Civaka Demokratîk ji bo parastina taxê ji çeteyan seferberiya giştî ragîhand, nêzî 450 hemwelatiyên taxê tevlî xebatên parastinê bûn û li hemberî êrîşên çeteyan sekinîn. Tevî ku êrîş û topbaran çeteyan bê navber bi dijwarî dewam dike jî, lê şêniyên taxê bi biryardarî li ber xwe didin û xwe radigrin.
Li vir hin çavdêr dipirsin “Gelo ev komên ku alîkariya çeteyên El-Nusra dikin jî din ava Lîsteya Terorê de ne an girêdayî ‘Opozîsyona Riyadê’ ne. Ev kom eger ne terorîst bin û ne jî li gorî agirbestê tev digerin gelo wê çi bin?
(he)
ANHA