1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Komîsyon divê baweriyê bide´
'Komîsyon divê baweriyê bide´,komîsyon,divê,baweriyê,bide

'Komîsyon divê baweriyê bide´

'Divê kesên di komîsyonê de cih bigirin baweriyê bidin her du aliyan'

A+ A-

ÇAGDAŞ KAPLAN/FERHAT ÇELİK

STENBOL (DÎHA) - Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a der barê çareseriya pirsgirêka kurd û aştiyê de, niqaşên li ser Mirovên Aqil didome. Rojnameger û nivîskar Oral Çalişlar ku navê wî jî ji bo komîsyonê derbas dibe, diyar kir ku peyvirek mezin dikeve ser milê komîsyonê. Çalişlar, anî ziman ku divê kesên baweriyê dide du aliyan di komîsyonê de cih bigirin. Prz. Fethiye Çetin, jî anî ziman ku divê teqez di nava komîsyonê de kotaya jinê jî hebe. Prof. Dr. Mîthat Sancar jî anî ziman ku ger ji bo komîsyonê daxwaz li wî bê kirin dê binirxîne.

Piştî Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê daxwaza avakirina Komîsyona Mirovên Aqil kir, niqaşên li ser avakirina Komîsyona Mirovên Aqil didome. Serokwezîr Erdogan, BDP'ê û gelek derdorê din jî diyar kirin ku pêdivî bi vê komîsyonê heye. Nivîskar, parêzer û hîndekaran jî anî ziman ku pêdivî bi vê komîsyonê heye û lazim e ev komîsyona bê avakirin ji aliyê hemû beşê civakê ve bê qebûlkirin. Nivîskarê Rojnameya Tarafê Oral Çalişlar, diyar kir ku lazim e di komîsyonê de kesên baweriyê dide du aliyan cih bigirin.

Çalişlar: Divê piranî ji jinan pêk bê

Rojnameger û nivîskar û Gerînendeyê Rojnameya Tarafê Oral Çalişlar, anî ziman ku binavkirina komisyonê ya "Zilamên Aqil" şaş e û divê berî her tiştî ev nav bê rastkirin. Çalişlar, da zanin ku divê jin bi çalak di vê komîsyonê de cih bigrini û wiha got: "Berpirsiyarê bingehî û zilam in. Ji ber vê yekê ger ku aştî bi ser bikeve jî dê bi destê jinê bi ser bikeve. Çalişlar, da zanîn ku jin dê rolekî baştir û pêşketîdir bilîzin. Ji ber vê yekê divê navê komîsyonê wekî "Komîsyona Mirovên Aqil" bê zanîn. Komîsyon dê di paşvekişandinê de rolekî mezin bilîze.

Çalişlar, destnîşan kir ku banga Ocalan "ji bo tevgera Kurdan û Tirkiyê dê dîrokê biguherîne û ji bo ev tespîta Ocalan a dîrokî têkeve meriyetê rola Komîsyona Mirovên Aqil girîng e. Çalişlar wiha got: "Ocalan bang kir û li ser vê yekê KCK'ê agirbest îlan kir. Niha jî mijara paşvekişandinê ye. Niha pêngava ku PKK çekan berde û dest bi têkoşina siyasî bike tê niqaşkirin. Di vê pêvajoya ku ev mijar tê niqaşkirin gelek mînakên cîhanê hene. Ji ber vê yekê rol u mîsyonekî mezin dikeve ser komîsyonê. Divê ev komîsyon dikaribe dema pêvajo hat xetimandin veke û rêya çareseriyê bi lezgîn bike. Divê Komîsyon pêvajoya vegerina dervê sînor venêre û di bin kontrol û venêrtina komîsyonê de vekişandin pêk bê. Divê pirsa Ocalan çi dixwaze? PKK çi dixwaze? baş bê zanîn. 2 alî çi dixwazin divê baş bê zelalkirin. Divê komîsyon daxwazên 2 aliyan baş zanibe û li gorî wê plansaziya xwe bike. Divê li du aliyan objektif binere."

Çalişkar, da zanin ku komîsyon di dema paşvekişandinê de di navbera hikûmet û PKK'ê de mutabakatê ava bike. Çalişlar, xwest meclis di vegerandina dervê sînor de zagonan ava bike û li gorî zagon û parastina ewlehiyê ev pêvajo pêş bikevin û wiha got: "Van mirovên çekan berdidin divê dîsa çawa li civakê vegerin. Ji bo van kesan dê zagon çaa bên avakirin? Kesên berê çekdar bûn dê çawa karibin tev li siyasetê bibin? Ji bo vê yekê divê zagon bên derxistin. Divê ji bo paşvekişandinê di navbera PKK'ê û hikûmetê de pêvajoya teknîkî bi dawî bibe û ji aliyê makeqanûnê ve gav bên avêtin. Divê meclîs bingeha vê yekê amade bike.

Çetîn: Divê teqez jin di vê komîsyonê de cih bigirin

Parazvana mafên mirovan û Prz. Fethiye Çetîn ku parêzeriya Hrant Dink û gelek dozên din ên girîng dike jî anî ziman ku divê teqez jin di nava vê komîsyonê de cih bigirin. Çetin da zanîn ku heta niha ji bo vê yekê tu daxwaz ji wêre nehatine û wiha got: "Ger ku daxwazek wisa ji min re bê mirov nikare bêje na û xwe bide paş. Divê her kes li gorî hêza xwe piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Ger ku komîsyon bê avakirin divê teqez nûnerên jin jî cih bigirin. Divê navê "Komîsyona Zilamên Aqil" bê rastkirin. Ji ber ku aştî ne tenê ya zilam e. Herî zêde jin aştiyê dixwaze. Ji ber vê yekê divê teqez jin di nava vê komîsyonê de cih bigire.

Sancar: Nameya Ocalan pir girîng û watedar e'

Hîndekarê Zanîngeha Enqereyê yê Zankoya Hiqûqê Prof. Dr. Mîthat Sancar jî anî ziman ku nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nameyek pir watedar û dîrokî ye û wiha got: "Nameya Ocalan a di Newroza Amedê de hat xwendin nişan dike ku em gihiştine pêngavek gelek dirokî. Nameya Ocalan derdorek pir fireh dixe bin baskê xwe. Der barê paşvekişandina hêzên çekdar a derveyî sînor de Ocalan agahiyên teknîk neda. Lê ev peyam pir girîng e. Di roportaja Hasan Cemal a bi Murat Karayilan de agahiyên teknîkê tê dayîn."

Sancar, anî ziman ku heta niha tu daxwaz ji bo wî nehatiye û ger ku daxwazek bi vî rengî bê jî dê binirxîne. Heta niha ji bo aştiyê pêş keti tiştê ket ser milê min, min kir ez dê dîsa bikim.

(mae)

27.03.2013 - 10:41:37


Bêjeyên Miftehî