Komîsyona Meclîsê îşkenceya li zarokan parast
RÛKEN ADALI - ENQERE 30.01.2014 07:00:00 Komîsyona Jêrîn a Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê, ku piştî aşkerabûna îşkenceya li zarokan a li Girtîgeha Ciwan û Zarokan a Enqereyê çû girtîgehê, raproa xwe temam kir.
Komîsyon bi rêveberiya girtîgehê û 3 zarokên piştî îşkenceyê nehatin sirgûnkirin re rûnişt û li dîmenên roja bûyerê temaşe kir.
Der heqê bûyerên ku roja 1'ê Çileyê destpê kir û çend rojan dewam kir de, komîsyonê bi tenê li dîmenên saet 16:00-17:00 ên roja 1'ê Çileyê temaşe kir û gihaşt wê biryarê ku vegotinên zarokan ne rast in.
KÊFA WAN GELEKÎ JI GIRTÎGEHÊ RE HAT
Di beşa encamê ya raporê de şîroveya "şert û mercên fîzîkî yên li girtîgehê tên pêşkêşkirin û xizmetên servîsa civakî û psîkolojîk di ser standartan de ne" hat kirin.
Komîsyonê îdîa kir ku gotinên zarokan hev nagirin û red kir ku zarokan îşkence dîtine.
Komîsyonê qebûl nekir ku gardiyanan êrîşî zarokan kirine û di rapora xwe de wiha got: "Li hemberî zarokan bikaranîna gaza îsotê û îdîayên ku dibêjin bi armanca îşkenceyê zarok şil kirine, ne rast in. Ji xwe ji ber ku li vê zarok tên vehewandin, gaza îsotê lê tineye."
JI BO AGIR VEMIRÎNIN AV BERDANE!
Li gorî îdîaya parlamenteran, sedema berdana avê ya li zarokan, ku di dîmen dedihat dîtin bi armanca pêşîgirtina li şewateke gengaz e.
LÊGERÎNA HÊZÊN DERVE
Komîsyona Jêrîn a Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê xwe gihand wê biryarê ku zarokan hemû bûyerên li girtîgehê ji berê ve plan kirine û got, "Nehatiye tespîtkirin ka zarokan ev biryar bi tena serê xwe wergirtine, yan jî ji aliyê hin hêzên derve ve hatine birêvebirin."
QAŞO GARDIYAN MEXDÛR BÛNE
Komîsyonê ji bo şopa îşkenceyê ya li bedena zarokan, ku di raporên doktoran de cih girt jî got, "Pirsêkên lezyon, ekîmoz û werma li bedena zarokan ku di raporên doktoran de tê destnîşankirin, dibe ku di dema pevçûna zarokan û gardiyanan de rû dabin."
Di raporê de ne mexdûriyeta zarokan, 'mexdûriyeta' gardiyanan cih girt.
Di raporê de hat gotin, "12 ji gardiyanên rastî êrîşa zarokan hatin û di dema destwerdana li zarokên bend danîn de, ji rojekê heta 7 rojan rapora nikare bixebite wergirtine. Her wiha 'tiliya gardiyanekî hatiye şikestin".
ÇAPEMENÎ HAT SÛCDARKIRIN
Di beşa dawî ya raporê de çapemenî û rêxistinên mafên mirovan hatin sûcdarkirin û hat gotin, "Xapandina raya giştî û weşandina nûçeyên îstîsmarkirina hesasiyetên raya giştî yên li ser zarokan, wê herî zêde mafê zarokan binpê bikin. Di vî warî de divê saziyên civakî yên sivîl hişyar bin."
DI KOMÎSYONÊ DE KÎ HENE
Di Komîsyona bi serokatiya Ayşe Turkmenoglû de Mehmet Kerîm Yildiz, Abdûrrahîm Akdag, Mehmet Metîner, Velî Agbaba, Reşat Dogrû û Mûrat Bozlak hene.
Agbaba û Bozlak şerha mûxalefetê danî ser raporê, Metîner û Dogrû beşdarî lêkolînê nebûn.
ZAROK LI ODEYA SUNGERKIRÎ HATIN BICIHKIRIN
Heyet, ji ber bûyerên ku di 1'ê Çileyê de ji ber zarokekî nexweş di jimartinê de nekarîbû rabe ser piyan rastî êrîşa gardiyanan hatibû rû dabûn, çû girtîgehê.
Parlamenterê BDP'ê Mûrat Bozlak ê di nava heyetê de cih girt dabû xuyakirin ku zarok li odeya sungerkirî hatine bicihkirin, rastî gotinên nebaş, heqaret û tundiyê hatine.
Parêzerên ÎHD û ÇHD'yî jî piştî hevdîtina bi zarokan re diyar kiribûn ku zarok rastî êrîşa gardiyanan hatine û îşkence dîtine.
Di nava zarokên rastî êrîşê hatin de zarokên li Girtîgeha Pozantiyê rastî destavêtinê hatin jî hene.