1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Komîsyona Êzidiyan a Wêranşar hat avakirin
Komîsyona Êzidiyan a Wêranşar hat avakirin,komîsyona,êzidiyan,a,wêranşar,hat,avakirin

Komîsyona Êzidiyan a Wêranşar hat avakirin

A+ A-

WÊRANŞAR - ANF Cara yekemîn Êzidiyên Bakure Kurdistane xwe bi rexistin kirin. Duh li Weranşar Komîsyona Êzidiyan a Wêranşar hat hilbijartin. Ev komîsyon ji 12 kesan pêk te. Her yek nûnere gundekî ye.

Duh di civîna yekemîn a komîsyonê de hem rêbazen kar û xebatên di bin Siwana Federasyona Komeleyên Êzidiyan de hatin zelalkirin û hem jî plansaziyek hat destnîşankirin. Ji federasyonê Hevseroka Federasyona Komeleyên Êzidiyan Dr. Leyla Ferman û Serokê Mala Êzidiyan Celle Dewrêş Duran civîn bi rê ve birin.

Di komîsyonê de ev kes cih digirin: Nûrî Bezer, Ferhat Denîz, Ozkan Goren, Hîkmet Yuksel, Ekrem Avanas, Huseyin Bezek, Bahrî Turun, Mustafa Dag, Dewreş Kahraman, Muharrem Kolge, Muhyedîn Bariş, Turko Kaldirici.

Berdevkên Komîsyonê Nûrî Bezer û Ferhat Denîz in. Piştî 6 mehan wê komîsyon careke din biçe hilbijartinê.

Projeyen sereke yên komîsyonê dane pêşiya xwe ev in:

Avakirina navendeke Êzidiyan li Wêranşar, têkiliyen bi civaka Êzidî li Elmanya re di çarçoveya piştgirîdayîna projeyên bajar ên hevbeş û pîrozbahiya Cejna Êzî li Wêranşar.

Di nav mehekê de Komîsyona Êzidiyên Mêrdînê tê hilbijartin. Amadekari ji bo Komîsyona Êzidiyen Êlihê jî di demeke nêzîk de destpê bikin.

Ev hewldan bi taybetî tên kirin da ku têkiliyên Êzidiyen Kurdistane bi welêt re qut nebin û Êzidî di Kurdistane de cihên xwe di nav civaka Kurdistane bigirin. Her wiha pevajoya vegera welat tê xurtkirin.