1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Komîsyona Îxbarê ya Meclîsê!
Komîsyona Îxbarê ya Meclîsê!,komîsyona,îxbarê,ya,meclîsê

Komîsyona Îxbarê ya Meclîsê!

Girtiyên Girtîgeha Tîpa M a Çewlîkê têkildarî daxwazên xwe ji Komîsyona Mêfên Mirovan a Meclîsê re name şandin

A+ A-

Girtiyên Girtîgeha Tîpa M a Çewlîkê têkildarî daxwazên xwe ji Komîsyona Mêfên Mirovan a Meclîsê re name şandin. Komîsyonê jî name ji Dozgeriya Komarê ya Amedê re şandin û girtî îxbar kirin. Dozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî girtiyên navên wan di nameyê de derbas dibin bi îdîaya "Propagandeya rêxistinê kirin" doz vekirin.

Ji girtiyan Erkan Tekîn, têkildarî nameya ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê re şandin û geşedanên piştî vê yekê pêk hatin bi nameyekê ji DÎHA'yê re vegot. Tekîn, diyar kir ku bi wî re Baran Gunanan, Saît Gurkan, Metîn Yaşa, Şehmus Anîk û Farac Îlfa têkildarî daxwazên xwe ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê re name şandin û komîsyonê nameyên wan ji Dozgeriya Komarê ya Amedê re şandin û vegeriya "Komîsyona îxbarê". Tekîn, anî ziman ku wan daxwaznameya daxwazên wan ên "Operasyonên siyasî û leşkerî bên rawestandin, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û asîmîlasyona li ser kurdan tên meşandin bi dawî bibe" yek jî ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê re şandin. Girtiyan di naxwaznameya xwe de wiha gotibûn: "Ev binpêkirin ji aştiyê re na ji şer re xizmetê dikin. Berdewamkirina şer û pevçûnan zirarê dide gelan. Em banga bihestiyarê li we jî dikin." Girtiyan, da zanîn ku ji ber greva birçîbûnê cezayên hevdîtin û gelek cezayên din ên dîsîplînê dane wan û wiha destnîşan kirin. "Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê ya ku me berpirsiyarî û peywirên wan anîn bîra wan daxwaznameyên me ji Dozgeriya Komarê ya Amedê re şandin û em îxbar kirin. Dozgeriyê jî bi awayeke lezgîn der heqê me de 'Propagandeya rêxstinê kirin' doz vekir. Lê di daxwaznameyan de navê tu rêxistinan derbas nabe. Lê komîsyona îxbarê û dozger hemû kurdan weke 'rêxistin' dibîne."

(bd/mae)