1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd tê gel hevdu
Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd tê gel hevdu,komîteya,amadekar,a,kongreya,neteweyî,ya,kurd,tê,gel,hevdu

Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd tê gel hevdu

A+ A-

09:42 08.11.2013 1 / 3 HAYRÎ DEMÎR

AMED (DÎHA) - Ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd ku taloqî 25'ê Mijdarê hatibû kirin wê Komîteya Amadekar di rojên pêşiya me de li Herêma Federal a Kurdistanê careke din kom bibe. Endama Komîteya Amadekar a Kongreyê Mulkiye Bîrtane diyar kir ku ji bo kongre pêk neyê dewletên serwer bi her cureyî polîtîkayan pêş dixin û polîtîkayên Herêma Federal a Kurdistanê ya li hember Rojava xizmetê ji Yekîtiya Neteweyî ya Kurd re nake, pêwîst e bi ruhê neteweyî tevbigerin.

Bi pêvajoya "çareseriya demokratîk" a ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi Newrozê hat destpêkirin re bi pêşniyara Ocalan li Enqere, Amed, Ewropa û Hewlêr biryar hat girtin ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibin û ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd konferans bên lidarxistin. Ji wan konferansan ên li Enqere, Amed û Ewropa di demeke kurt de kom bûn û biryarên girîng wergirtin. Lê belê "Kongreya Neteweyî ya Kurd" ku ji bo yekîtiya kurdan xwedîgirîngiyekê ye 2 caran hat taloqkirin. Lidarxistina kongreyê cara yekemîn bi sedema amadekarî temam nebûne ku taloqî 15-17'ê Îlonê hat kirin paşê bi sedema hilbijartinên 21'ê Îlonê yên li Herêma Federal a Kurdistanê taloqî 25'ê Mijdarê hatin kirin. Her wiha hat ragihandin ku komîteya ji bo kongreyê hatiye avakirin ji bo pêvajoya dawî binirxîne wê kom bibe. Der barê vê mijarê de endama Komîteya Amadekar û Parlamentera Qersê ya BDP'ê Mulkiye Bîrtane ji DÎHA re axivî.

'Hêzên serwer ji bo kongre pêk neyê her rê ceribandin'

Bîrtane bi bîr xist ku xebatên amadekariya Kongreya Neteweyî ya Kurd ji meha Hezîranê ve dest pê kirine û bi salan e ev mijar di rojeva gelê kurd de ye. Bîrtane axaftina xwe wiha domand, "Dihat payîn ku kongre di 25'ê Mijdarê de bê lidarxistin. Yekîtî daxwaza sedsalan a gelê kurd e. Lê dema yekîtiya gelê kurd dihat rojevê tevayî hêzên serwer li hember kurdan dibûn yek. Vê carê jî siyaseta wan dewletan parçe bû û siyaseta kurdan di wan salên dawî de bû yek. Ji ber tirs ket dilê dewletên serwer û ji bo kongre neyê lidarxistin polîtîkaya xwe kirin pratîkê."

'Divê tevayî kurd bi ruhê yekîtiya neteweyî tevbigerin'

Bîrtane anî ziman ku tevayî partî û hêzên kurd di mijara yekîtiya neteweyî de hemfikrin û taloqkirina xebatên kongreyê di gel de bêhêvîtiyê çêdike. Bîrtane di vê xusûsê ev xal destnîşan kir, "Diviyabû komîte di 8'ê Cotmehê de kom bibe, lê ji ber pêşveçûnên li Rojava û Bakurê Kurdistanê ev pêk nehat. Tirkiye di polîtîkayên berê de israr kir û di vê mijarê de Tirkiye jî bandor kir. Polîtîkayên di aliyê Başûr de yên li hember Rojava tên birêvebirin xizmetê ji yekîtiya kurd re nake. Xizmetê ji polîtîkayên serwerên li Kurdistan û Rojhilata Navîn re xizmetê dike. Kîjan siyaseta kurd be bila bibe pêwîst e di vê mijarê de şiyar bibe û bi ruhê yekîtiya neteweyî tevbigere."

Komîte di rojên pêş de dîsa tê gel hevdu

Bîrtane, bi gotina "Em dixwazin xeyalên çar parçe Kurdistanê pêk bînin" diyar kir ku di sala 2013'yan de ev polîtîka hatiye wergirtin û divê ev firsend bê nirxandin. Bîrtane anî ziman ku Komîteya Amadekar di wan pêşiya me de wê kom bibe û der heqê kêmasiyan de wê nîqaş û nirxandinan bikin. Bîrtane bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir, "Kurd naxwazin di vê sedsalê de wenda bikin. Hema tevayî gelên Rojhilata Navîn gihiştin mafê xwe. Daxwaza me ev e: Em jiyaneke azad di xaka Kurdistan û Rojhilata Navîn de bi tevayî gelan re ava bikin. Ji ber vê jî Kongreya Neteweyî ya Kurd firsendeke mezin e. Heke tevayî hêzên kurd dixwazin ev kongre pêk bê divê di mijara ji bo serwer di vê xakê de destên xwe ji gelê kurd bikişînin xwedî sekneke zelal bin."

(yş/mae)