Konferansa Aştiyê dest pê kir
ENQERE (DÎHA) – Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Ertugrul Kurkçu di 2’yemîn Konferansa Aştiyê ya ji aliyê HDK’ê ve tê lidarxistin de axivî û diyar kir ku ew bi saya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û têkoşîna gelê kurd dikarin aştiyê biaxivîn û ev tişt anî ziman: “Em bi saya berxwedana Kobanê dikarin li vir biaxivin.”
2’yemîn Konferansa Aştiyê ya ji aliyê Kongeraya Demokratîk a Gelan (HDK) ve tê lidarxistin li Salona Konferansê ya Odeya Endezyarên Înşeatê destpê kir. Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê yê berê Dengîr Mîr Mehmet Firat, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan kişanak, Serokê Giştî yê SDP’ê Ridvan Turan, Akademîsyen Fatma Gok, Maya Arakon, Ahmet Ozer, Hevserokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen, Hevserokê Giştî yê ODP’ê Alper Taş, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî jî di nav de gelek kes beşdarî konferansê bûn.
Divê em hêviyên xwe zindî bihêlin
Li salona konferansê pankarta “Ji bo çareserî û aştiyê demokrasî û wekhevî” hate daliqandin. Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Mehmet Tarhan ve hati kirin û Tarhan der barê konferansê de agahî da. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu ji bo serokê diwanê hate hilbijartin. Kurkçu diyar kir ku di merhaleyeka têde ne de Tirkiye ji çareseriyê zêdetir li şer diaxive û ev tişt anî ziman: “Karê me pêk anîna aştiyê ye. Em dizanin ku li Tirkiyeyê dînamîka aştiyê ne tenê em in lê em ji tişta kut ê ber jî narevin.” Kurkçu anî ziman ku divê ew hêviyên xwe zindî bihêlin û ji ber ku bêyî hêvî aştî ne pêkan e û wiha got: “Ji ber vê jî pêwîst be divê wêditrbûn û biçûkkirinê jî li ber çavan bê girtin.”
Kurkçu da zanîn ku di navbera konferansa yekemîn û ya niha pêk tînin de gelek pêşketinên girîng qewimîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sekna bibîryarî ya pêşengê aştiyê rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan, tiştên ku ji destên gelê kurd tê zêdetirî wê kirin nîşanî me dide ku em ji bo hewldanên ku zirarê didin aştiyê berteref bikin, fedakariyeke çiqas mezin di dewreyê de ye.”
Heke em qala aştiyê dikin ev bi saya Kobanê ye
Kurkçu di axaftina xwe de bal kişand li ser rewşa li Kobanê û wiha got: “Çeteya ku ji xwe re dibêje îslam li dijî gelê kurd êdîşîn dijwar dike û li Tirkiyeyê ji bo aştiyê peyvên nû derxist holê.” Kurkçu bilêv kir ku tu kes bêyî pêşketinên li Sûriye û Iraqê bibîne aştiyê bigire dest û ev tişt anî ziman: “Berxwedana bêhempa ya li Kobanê, sekka bêhempa ya li dijî dorpêça DAIŞ’ê bala hemû mirovahiyê kişand li ser xwe. Heke îro em li Tirkiyeyê hê jî dikaribin qala aştiyê bikin ev bi saya Kobanê ye. Baş e ku Kobanê heye. Baş e ku gelê Kobanê li ber xwe dide. Heke Kobanê bikeve rûye me yê ji bo qala aştiyê bikin an jî mafa me jî dê nemîne. Baş ku Kobanê ev du meh in li ber xwe dide û aştiya li Tirkiyeyê li ser piyan digire.”
Kurkçu diyar kir ku divê kesên ji bo aştiyê têdikoşin alîkariya Kobanê bikin û ev tişt anî ziman: “Ev tişta ku herî baş em ji bo aştiyê dikin e. Heke rayedarên dewletê eleqe nîşanî vê nadin em ê bêhtir li vir baweriya xwe bînin ziman.Hemû pevçûnên mezin dê aştiyê bînin. Pevçûneke bi dawî nebûye di dîroka mirovahiyê de nîn e. Aştî xelata herî mezin a em qezenc bikin e.” Kurkçu axaftina xwe bi banga rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi dawî kir.
(sa)