Konferansa jina a Aboriyê bi dawî bu
NAVENDA NÛÇEYAN - ROJNEWS
Li Wanê Konferansa Aboriyê ya Jinan a bi şîara "Em ax, av û enerjiya xwe komunal bikin û jiyana demokratîk û azad înşa bikin" bi dawî bû.
Li Wanê bi pêşengiya Kooperatîfa Jinan a Sixkê ya Wanê (Bîkad-koop) û Tevgera Jinan a Demokratîk û Azad (DOKH) ve Konferansa Aboriyê ya Jinan hat lidarxistin. Konferansa ku bi şîara "Em ax, av û enerjiya xwe komunal bikin, jiyana demokratîk û azad înşa bikin" li Navenda Çandê ya Nûdayê dest pê kiri bû bi dawî bû. Di konferansê de Endama KCD'ê Gulistan Balkaş axivî û diyar kir ku konferansa hatî li darxistin xwedî nirxekî dîrokiye.
Balkaş, da zanîn ku kapitalîzmê jin li derveyî jiyana aborî hiştiye, aborî xistiye dibin bandora xwe û wiha got: "Ji bo aborî bi destê jinê bê avakirin divê destûr neyê dayîn ku newekheviya zayendî bê jiyankirin. Divê her xebata em dikin li hemberî pergala kapitalîst û newekheviya zayendî be. Di konunên ku tên avakirin de tişta bingehîn pergala xweseriya demokratîke. Divê tişta em bingeh bigirin hêza me ya xweser be."
Balkaş da zanîn ku divê jin di avakirina aboriyê de bi awayekê ku xwezayê bi parêze tevbigere û wiha axivî: "Ger em li ser bingehê avaker aboriyê ava nekin, wek zîhniyeta zilam aboriyekê ava bikin dê ev yek bibe xizmeta ji bo zîhniyeta wan."
Piştî axaftina Balkaş biryarên ku dibin 50 sernavan de hatin xwendin. Konferans, bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.