1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Konferansa jinan didome
Konferansa jinan didome,konferansa,jinan,didome

Konferansa jinan didome

Konferansa jinan di roja 2'emîn de li Hewlerê didome

A+ A-

Şevîn Mûrad Bîngol 2'emîn Konferansa Netewiya Jinên Kurd li Hewlêrê bi tevlîbûna 205 delegeyan ku duh dest pê kiribû bi niqaşan didome.

Duh 2’yemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd, li Salona Saad Ebdillah a Hewlêrê bi tevlêbûna 205 delegeyan dest pê kir û îro bi niqaşan didome. Di konferasê de 205 jinên kurd ji her çar beşên Kurdistan û derveyê welêt beşdar bûn. Di nava delegeyên Konferansê de 5 endamê Koma Jinên Bilind (KJB) jî cihê xwe girtin. Di nava delegeyên Tirkiyeyê de Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gulten Kişanak, Parlementerên BDP’ê Ayla Akat Ata, Mulkiye Bîrtane, Sabahat Tuncel û Leyla zana jî cih girtin. Di heman demê de Endamê Hewldanê Koma Konferansê Reyhan Yalçindag ji cih girt. Dîsa endamên KESK, ÎHD, TUHAD, FED, TZP, Şêwirmendê Navenda Jin Kovara Hêviya Jin, Dayikên Aştiyê, Komala Selîs a Jin, Koperatîfa Jin a Baglar, Komala Jin a Nûbahar, Komala Çand a Dîcle Firat, Nûnerên Akademiya Jin jî di konferansê de cih girtin.

Endamên Partiya Çareseriya Demokratîk (PÇDK), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), HAKPAR, KADEP, KNK û YNK Goran, Partiya Komînîst a Kurdistan û Partiya Yekîtiya Netewa Kurdistan jî beşdarî konferansê bûn. Konferans bi rêzgirtina giyana hemû şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Di heman demê de srûda Kurdî Ey Reqîb hat xwendin. Axaftina vekirinê ji alîyê parlamentera BDP Leyla Zana ve hat kirin. Zana balkişand li ser girîngiya Konferansê û diyar kiribû ku ji bo jinên kurd konferansek dîrokiye û weke ronesansa jina kurd e. Piştî axaftina Leyla Zana mijara yekem, Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Çareseriya wê dest pê kir.

'Ji Hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak di derbarê vê mijarê de axaftinek kir. Kişanak balkişand li operasyonên siyasî û leşkerî û da zanin ku bi armanca tunekirinê bi ser kurdan de diçin. Kişanak, anî zian ku kurdan qetil dikin û minaka berbiçav jî Roboskiye û kimyebaran a li ser endamên HPG'ê ye. Kişanak li ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Ocalan jî rawestiya û da zanîn ku ev nayê qebûlkirin.

Kişanak sedemên çima xweseriyê demokrat dixwazin jî bi van xalan vekir: “1-Xwesrî li dijî dagirkeriyê ye 2-Xweseriya demokratîk Sîstema jinan e. 3-Xweserî çanda kurdan a pirzimanî û çandî diparêze 4-Xweseriya Demokratîk modela sedsala 21’yekemîne. Kişanak herî dawî bi gotina ‘an azadî, an azadî’ dawî li axaftina xwe anî.

Rojaveyê Kurdistanê Hamino Nexşîbendî jî axafî, Nexşîbendî got: “ Gelê kurd dikare pêşveçûnên ku di Kurdistanê de pêşdikevin de rol bilîze. Jin rolê xwe yê ji bo mafên kurdan dikarin bilîzin. Jin dikarin bi mîsyona zarokên xwe ji bo yekbûna netewa Kurdistanê perwerde bikin. Xwestin di nava kurdan de kaos û nefret biçînin. Ev di dîrokê de li hemberî kurdan gelek hate bi karanîn. Divê em ji bo yekbûna kurdan rolê xwe bilîzî.”

Dr. Çinar Ehmed li Başûrê Kurdistanê axaftin kir. Ehmed got; em weke gelê kurd di dîrokê de gelekî gelek kevnar û gelekî qedîmin. Weke nifus em ji beriya tirkan û farsan hebûn lê mafê azadiya me nehat naskirin. Gelên ku nifusa wan j ime kêmtire bûn xwediyê dewlet, ew derfet dan wan a. Lê ev firsend nedan gelê kurd. Têkoşîna me bê navber domiyabe jî lê ev firsend nedan me. Faktorên neyînî hebûn, zextên hêzên siyasî hebûn. Em weke kurd hatin perçiqandin. Dîsa faktorên hundirin jî bandor kirin. Erdnîgariya Kurdistanê çiyayiye, ev jî cudabûnek bi xwe re anî. Di warê aborî de jî sîstemek nehat avakirin. Kurd neketin di nava feliyetek bazirganiyê a mezin de. Dîsa di nava pergala civakî de bê perwerdebûyîn bû sedema zext li ser jinê bên çêkirin. Em di nava binesayek ol de jiyan, ev jî bi xwe re serweriya neteweyî neanî. Em nebûn xwediyê serweriya neteweyî. Li hemberÎ kurdan gelek qirkirin pêk hatin. Kurd hatin darvekirin, Enfal hat pêşxistin. Ol ji bo tunekirina kurdan weke amûr hat bi karanîn. Îxaneta di nava kurdan jî bû sedema neyekbûna kurdan. Li pêşiya netewbûna kurd ev hemû mijar astengî derxistin. Divê em pirsgirêkên ku hatin jiyan kirin çareser bikin bi vê em tevbigerin.”

Dr. Çinar wiha dawî gotinên xwe anî: “Pêşniyarên min hene; em weke jin divê yekbûna kurdan bi hêz bikin. Divê em zimaneke standart ava bikin. Dîaloga hev fêmkirinê em pêş bixînin. Kurd divê di warê dîplomasî û lobiyan de jî bi bandor bin. Desteya Netewa Jinên Kurd divê bê avakirin di konferans û yekitiya konferansê de rol bilîze. Merkeza dîalogê bê pêşde birin. Şer bi hizrê dagirkeriya zilaman pêş ket, berpirsiyariyên miranan û kuştinan jî ew in. Divê em ji bo aştiyê rol bilîzin. Divê em hincetan negerin.”

Cîhan Mistefa ji Rojavayê Kurdistanê beşdar bû û ev anîn ziman: “Jina kurd çanda kurd parast. Ji bo nasnama kurdî parastin rola jin a serekeye. Hemû desthilatdar li ser gelê kurd de zext pêş xistin. Hebûna kurdan nehat pejirandin. Li Rojavayê Kurdistanê de jî mafên kurdan nehat qebûl kirin û zextên mezin li ser kurdan hatin kirin. Mafê kurdan înkar kirin. Partiya BAAS zext li ser kurdan kir. Xwestin kurdan li cihê wan derbixînin û bê nasname û bê ax bihêlin. Rixmê hemû zextan jî kurd têkoşîn dan meşandin.”

Mistefa wiha dirêjê da gotinên xwe: “ Li her çar parçê Kurdistanê rola jina girîng e. Jin heya niha gelek têkoşîn dan. Di warê siyasî de derfetên jinên kur ên Rojavayê kurdistanê kêm be j îlê di warê civakî de rolekî girîng lîstin. Divê daxwzên jinên kurd yekbin. Vînek hevpar divê raber bikin. Zimanek hevpar bi kar bînin. Partiyên siyasî jî divê xebatên hevbeş bi pêş de bibin. Ji bo mafê kota jî divê jin têkoşîn bidin meşandin. Ji bo ku jinên kurd mafên xwe bi dest bixin divê têkoşînek hevpar bidin meşandin. Vê hem ji bo konferanda neteweyî hem jî ji bo jinên kurd bikin.” Ji bo partiyan em mafên jinan feda nekin. Partî dibe ku cuda bin lê ji bo mafên jinan divê em yek bin Rûniştandina yekem bi axaftin û pêşniyazên pirsan bi dawî bû “Di payayek wisa de dewletbûn tu tişt bi xwe re nayne”

Endama meclîsa Hemwelatiya Azad Dr. Rabîa Abbas, divê dîroka gelê kurd baş bê nasîn û divê em baş derxinin zanebûnê tevlî rûniştandina duyem bû. Abbas li dijî nêrînên azadiya xwe di dewletê de dîtinê derket û got: “Jixwe demên borî jî gelê kurd dewlet avakirin lê pêşeroja kurdan neguhertin. Em hîn jî pirsgirêka parçeyan dijîn, di Iraqê de di hikûmet hene. Di payayek wisa de dewletbûn tu tişt bi xwe re nayne. Divê wek jin beriya her tiştî em çareseriya pirsgirêka navxweyî çareser bikin û em yekbûnê ava bikin. Dema em behsa dewletbûnê dikin divê em li hemberî Herêma Xaneqînê a ku ji Kurdistanê cuda tê kirin jî bêdeng nemînin.” Parlamentera Herêma Kurdsitan Suzan Şahap jî balkişa li ser bi mêzandin û nêrîna jinan pirsgirêk divê bên destgirtin û bên nirxandin got û domand: “ Çareseriya ku tê ziman di hin milan de modela çareseriya mêzandina zilaman e. Ji bo çareseriyê du her parçeyê Kurdistanê divê mafê çarenûsa xwe diyarkirinê bê dayîn. Tu parçe li ser parçeyên din çareseriya xwe zext neke.”

Parlementera Nisêbînê Ayşe Gokhan jî got; dewlet rêvebirina nasnameya mêr e, wekhevî û yekbûnê nayne. Heya ku jin azad nebe civak û Kurdistan jî azad nabe. Divê jin ji bo parçekirina Kurdistanê rol negirin li ser xwe, ji bo yekbûnê têkoşîn bikin. Jin bi têkoşîna xwe gelek tişt bi dest xistin. Li bakûrê Kurdistanê ev hîn li berçavane. Lê dewlet bi êrîşê li ser inan de tê.” Parlementerê Başûrê Kurdistan Peyman Îzzettîn anî ziman ku; ji bo çareseriya pirsgirêka kurd mêzandina mêr e an jî ya jin divê em vê lêpirsîn bikin. Wek jin em di kuderê netewa kurd de cih digirin, divê em vê pirsê jî ji xwe pirsiyar bikin.” Rûniştandina Duyem: Rûniştandina duyem de Parlementera BDP Milkiye Bîrtane mafê axaftinê girt û Bîrtane anî ziman ku; sembolên kurdan di konferansa neteweya kurdan de dê bê dest girtin û zelal kirin got û domand: “ Di vî warî de pêşniyarên jinên kurd jî dê hebin. Li Başûrê Kurdistanê jinên pêşmerge hebûn û têkoşîn dan îro jî gerîllayên jin hene û têkoşîn didin meşandin. Li tirkiyê û Başûrê Kurdistanê bi hezaran jin têkoşîn didin meşandin. Bi hezaran jin ji berk u têkoşîn didin meşandin di girtîgehan de tên girtin û wir de têkoşîn didin meşandin.” Mulkiye Bîrtane pêşniyarên xwe ji bo konferansê wiha rêz kir: “ Divê komiteya amadekar a konferansa netewî de li her çar parçê kurdistanê jin jî cih bigirin. Ji bo jinên kurd kota bên diyarkirin. Ev du salin ji bo konferansê xebatên hewldan ji vir şûn de jî weke meclîs di xebatên konferansa neteweyiyê de jî cih bigire. Li her parçeyên Kurdistanê bila kurd bixwe biryarên xwe bidin.” “Li ser navê gerîllayên jin wê silav dikim”

Endamê Rêvebira KJB'ê Zaxo Zagros jî axaftinek kir. Zagros di destpêka axaftina xwe de got; "Li ser navê gerîllayên jin em we hemûyan silav dikin. Ji bo yekitiya kurdan divê tu parçeyek Kurdistanê ji bo parçeyeke din neyê qurban kirin. Di siyaseta yekitiya netewa demokratîk de tu parçeyek Kurdistanê li pêşiya parçeyê din asteng nebe. Di her demê de ji bo ku pêşiya têkoşîna kurdan astengî çêbikin êrîş birine li ser Rêberê kurdan. Îro jî tecrîd li ser Rêber Apo heye û armanc heman tişt e.”

'Dewlet sekna azadiyê îfade nake'

Zagros wiha domand: “Ez tevlî nêrînên dewletê nabin ji bo çareseriyê. Ger dewlet bi azadiyê re yek biba wê demê di serî de dewletên Ereban û gelek dewletên din niha azad bibûyana. Dewlet sekna azadiyê îfade nake.” Endamê KJB Besê Hozat jî mafê axaftinê girt û got: “Pirsgirêka jinên kurd li qasî dîrokê kevnare. Heya kokên dewletê diçe. Ger em yek alî nîqaşên xwe bir êve bibin em encam nagirin. Jinên kurd divê pirsgirêkên xwe yên neteweyî devê zihnîyeta zilam û li dûr wî zihniyetê bigirin dest. Divê em jin pêşengtiya yekbûna netewa kurd bikin û em hevdu hembez bikin.”

Besê Hozat balkişand li ser tecrîda li ser Ocalan û domand: “Ji bo vın û azadiya jina kurd Rêber Apo hewldanên gelek mezin da, ew bedelên giran jî da. Bi fikrekî dewlemend bi sedan pirtûkan kedek li ber jin da. Jina kurd jî ji bo ku bersiva vê keda Wî bide û tecrîdê bişkîne divê têkoşîn bide. Di vê konferansê de ji bo azadiya Rêber Apo û dilgirtiyên zindanan divê çûyîna biryaran çê bibe.”

Endama Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rustem Selamet Erdogan jî mafê axaftinê girt. Erdogan di destpêka axaftina xwe de komîteya amadekar rexne kir û got: “ Em nevexwendina jinên Wargeha Şehîd Rustem (mexmûr) rexne dikin. Jinên ku herî êş kişandin ew jinin û diviya bû weke delege di vir de cih bigirtina û ew j înêrîn û dîtinên xwe yên di derbarê jinên kurd de bianîbana ziman.” Erdogan balkişand li ser zanebûna pêşxistina jin û domand: “ Zanebûn ji bo hemû qada civakê pewist e, divê jin di vî warî de bên perwerdekirin. Ji bo zanebûna jinên kurd bên pêşxistin divê ev konferans biçe hinek biryaran. Helwesta jinên Herêma Başûrê Kurdistan li hemberî tundî û şîddeta kul i parçeyên din li ser jinan tên kirin nîne. Divê helwesta jinan li hemberî tecrîd û şîddetê hîn bi dijwartir be.”

(mae)


Bêjeyên Miftehî