Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Kurd
Ciwanên Bakûr ji bo Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Kurd li Rojava ne
Nunerên Komîteya Amadekar a Ciwanên Bakûrê Kurdistan bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ji bo beşdarî 3’yemîn Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Kurd bibin hatine Rojavayê Kurdistanê. Komîteyê bang li hemû ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê kir ku heman helwestê nîşan bidin û tevlî konferansa ciwanana ku dê li Rojava bê lidarxistin bibin.
Nunerên Komîteya Amadekar A Ciwanên Bakûrê Kurdistan bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kir ku ew ji bo beşdarî konferansa ciwanan ku dê li Rojava bê lidarxistin, ew ê li Rojavayê Kurdistanê bin.
Di dauxyaniyê de hat gotin: “Em ê li ser bangawazîya komîteya amadekar a Rojavayê Kurdistanê di civîna yekê mehê de amade bibin. Em wek ciwanên Bakûrê Kurdistan vê konferansa ku li Rojavayê Kurdistan pêk were pir watedar dibînin. Ji ber ku Rojavayê Kurdistanê niha di pêvajoya şoreşê de ye. Ji ber vê sedemê li Rojavayê Kurdistanê beşdarbûyîna vê konferansê di heman demê de tê wateya tevlîbûna şoreşa Rojavayê Kurdistanê.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê pêwîste helwesta hemû ciwanê Kurdistanê jî bi vî rengî be û wiha hate gotin: “Em wek ciwanê Kurdistanê helwest û peşniyarên guhertina ji bo parçeyê ku konferans lê bê darxistên napejrînin. Li Rojavayê Kurdistanê pêk anîna konferansê girîng û watedar dibînin. Ya hêjayê ciwanên Kurdistanê di nava şoreşê de cîhê xwe girtin û yekîtiya xwe pêk anîne. Em hêvî dikin ciwanên Başûr û Rojhilat jî wê heman helwestê diyar bikin û li cîhê konferansê amade bibin.”