Konferansa parastina berhemên dîrokî hat lidarxistin
NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS
Rêxistina Koalisyon ji bo berhemên dîrokî bi mebesta pêşî li wêrankirina berhemên Dîrokî bi destê DAIŞ’ê were girtin, li Misirê konferansek li darxist.
Li Misirê konferansek bi mebesta pêşîgirtin ji wêrankirina berhemên dîrokî bi destê DAIŞ’ê, hat lidarxistin. Nûnerên NY û welatên Erebî beşdarî konferansa ‘Koalisyon ji bo eserên dîrokî’ bûn. Sekretera giştî yê UNESCO wêrankirina esrên dîrokî bi destê DAIŞ’ê wek cinayeta dij mirovahiyê bi nav kir.
Konferanas li paytexta Misir Qahirê duh destpê kir û wê îro jî berdewam bike. Nûnerên ji Neteweyên Yekbûyî û 11 welatên Erebî bi taybet Erebistana Seûdî, Iraq, Lîbya û Kuwêt beşdarî vê konferanasê dibin.
Wêrankirina berhemên dîrokî wek cinayeta dij mirovahiyê hat binavkirin
Sekretera giştî ya Saziya Perwerdehî, zanistî û çandî ya Netewyên Yekbûyî(UNESCO) Irina Bokova di vekirina konferansê de da zanîn ku kiryarên DAIŞ’ê yên wêrankirina eserên dîrokî li Rojhilata Navîn pir zêde bûye. Irina Bokova herwiha diyarkir kiryarên DAIŞ’ê cinayeta li dijî mirovahiyê ye û bi vî awayî dixwazin gelê herêmê bitirsînin.
Konferanasa ‘Koalisyon ji bo eserên dîrokî’ ji bo tekoşîna bi kesên ku dixwazin berhemên dîrokî tine bikin tê lidarxistin.
Koalisyona ji bo eserên dîrokî saziyeke ku ji kesên dîroknas û pisporên eserên dîrokî pêk tê. Armanc dike ji bo parastina berhemên dîrokî li seranserî cihanê konferanasên bi vî rengî lidar bixe.
(ge)