´Konferansa Çareserî û Yekîtiyê´ dest pê kir
Turk: Ocalan bo yekitiya gelê kurd derfetek dîrokî ava kir
ANF - AMED 15.06.2013 "Konferansa Çareserî û Yekîtiya Bakurê Kurdistanê", bi tevlêbûna sedan delegeyan li Amedê dest pê kir. Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku ev konferans ji bo yekîtî u tifaqa gelê kurd konferansek dîrokî ye û wiha got: "Ji bo yekîtî û tifaqa gelê kurd Birêz Ocalan derfetek dîrokî daye gelê Kurdistanê û divê gelê Kurdistanê vê derfetê baş bibînin û pêş bixin.
"Konferansa Çareserî û Yekîtiya Bakurê Kurdistanê", bi tevlêbûna sedan delegeyan li Otela Lîluzê dest pê kir. Bi sedan delegasyonên ku ji partî, rêxistin, komele û baweriyên cuda yên Bakurê Kurdistanê hatin tev li konferansê bûn.
Komên baweriyê yên weke elewî, êzîdî, suryanî û ermenî, partiyên siyasî, saziyên din, rûspiyên civakê, rewşanbîr û hûnermend dê tevlî konferansê bûn. Di vekirina konferansê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk, diyar kir ku ev konferans dê pêşiya gelê kurd ronî bike û wiha got: "Dê pêşiya siyaseta gelê kurd ronî bike. Birêz Ocalan ji bo yekîtiya gelê kurd û siyaseta gelê kurd firsendek dîrokî ava kir. Gelê kurd bi têkoşîna xwe gelek tişt bi dest xist. Lê hêj gelek tiştên bên bi destxistin hene. Pêvajo nû dest pê dike. Bi destxistina maf û azadiyê bi yekîtî û tifaqê pêkan e. Em dizanin ku pergala Tirkiyeyê bi sedsalan e didome û nehahitye guhertin. Hêj hişmendiya înkarê didome. Ji bo vê yekê em dibînin ku berpirsiyariyek mezin li ser pişta me ye. Bahara erebenan ji aliyê serdestan ve hat xetimandin. Bahara Sûriyeyê dîsa hat astengkirin."
'GELÊ KURD BÛNE HÊZEK ÇALAK'
Turk, bal kiyand ser yekîtiya gelê kurd û wiha berdewam kir: "Gelê kurd di Rojhilata navîn de ji bo demokrasî û azadiyê xetek gelek watedar dimeşîne. Gelê kurd di 4 aliyê Kurdistanê bûye hêzek dînamîk û hêzek mezin daye siyasetê. Heta gelê kurd azad nebe, dewleta Tirk nikare pergalek demhokratîk ava bike û nikare aştî pêş bixe. Ger ku dewlet bixwaze çareseriyê bike divê lazime daxwazên gelê kurd li ber çavan bike. Em ancax bi xeta civakî bigêjin armanca xwe. Em dikarin bi parastina nirxên gelê xwe pêvajoyê pêş bixin."
'ARMANC XURTKİRİNA GELÊN KURDE'
Turk, li ser armanca konferansê jî rawestiya û wiha axivî: "Armanca vê konferansê divê em hev lawaz nekin. Dijberî vê yekê divê em hêzê bidin hev û hev xurt bikin. Ji ber vê yekê ev derfet û şensa ku Birêz Ocalan daye me em baş bikar bînin û bi hêz bikin. Birêz Ocalan jî gotibû ku divê êdî pirsgirêk bi riya siyasetê pêş bikeve û bar da ser milê siyasetmedaran. Ev konferans ji bomafê gelê kurd û gelên din ên Kurdistanê divê karekî hevpar bê meşandin."
Turk, pêşniyarên xwe jî anîn ziman û wiha rêz kir: "Divê komîsyon bê hilbijartin û komîsyon xebata domdar bimeşîne. Divê komîsyon xebata dîplomatîk û navneteweyî bimeşînin. Divê karibe bi Îmralî, Qandîl û Tirkiyeyê re hevdîtin pêk bîne. Divê komîsyon karibe diyaloga navbera civakan pêş bixe û karibe bibe berdevkê civakan.