1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Konferansa Îslama Demokratîk - Cemîl Bayik
Konferansa Îslama Demokratîk - Cemîl Bayik,konferansa,îslama,demokratîk,cemîl,bayik

Konferansa Îslama Demokratîk - Cemîl Bayik

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 02.05.2014 10:56:24 Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di gotara xwe ya vê hefteyê ya li rojnameya Yenîozgur Polîtîka'yê de, bal kişand ser Konferansa Îslama Demokratîk a di 11'ê Gulanê de bê lidarxistin û ev nirxandin kir:

"Di 11’ê Gulanê de dê Konferansa Îslama Demokratîk were lidarxistin. Dê di konferansê de erdnîgariya Îslamê û pirsgirêkên têkildarî civaka Îslamê werin nîqaşkirin. Li hemberî hişmendî û feraseta îslama dewlet û îqtîdarê ya li Rojhilata Navîn dê tê de civakîbûna îslama çandî û karaktera wê ya demokratîk a ku her tim di cewhera wê de heye dê werin rojevê. Ew ê ji derdorên ku li ser navê îslamê dijberiya azadî û demokrasiyê jî dikin bibe bersiveke xurt.

Di dîroka mirovahiyê de li hemberî despot, zalim, firewîn, împarator û qralan du kevneşopî li ber xwe daye û têkoşîn meşandiye Ev berxwedana komên etnîkî yên bi çînayetiyê nelewitî ne, ji bajar û dewletan tim dûr sekinîne û berxwedana ku ji kevneşopiya pêxemberan tê ye. Van berxwedanên ku di ser van herdu milan de pêşketine hem hişmendiya demokrasî û azadiyê û çandê parastine hem jî di derxistina holê ya daneheva azadî û demokrasiya roja îro rol û risteke mezin lîstine.

Civakên ku ruhê azadiyê parastine yên ji aliyê hişmendiyên serdest ve wekî barbar hatine pênasekirin, hêzên şoreşger û demokratîk ên herî mezin ên dîrokê ne. Kevneşopiya pêxemberiyê û olên civakî yên ji aliyê wan ve hatiye afirandin her çend piştre ji aliyê hêzên îqtîdarparêz û dewletparêz ve hatiye hewldan ku bixin bin xizmeta xwe jî di dîrokê de bûne hêzên girîng ên azadî û demokrasiyê. Ya yekemîn berxwedana civakên ku bi çînayetiyê nelewitîne ye, ol jî wekî berxwedana çîn û civakên hatine pelçiqandin cihê xwe yê di dîrokê de girtine. Heke ku kevneşopiya pêxemberiyê ya ku bûye dengê gelên hatine pelçiqandin û gelên xwedî ruhekî azad ên wekî barbar hatine pênasekirin û olên xwedî karaktera civakî tunebûna me nikaribû em behsa têkoşîn û dîroka azadî û demokrasiyê jî bikirana. Di vê çarçoveyê de di navbera berxwedana ku kevneşopiya pêxemberan di herka dîrokê de nîşan dane û têkoşîna îro roj hêzên çepgir û sosyalîst li hemberî zilm û mêtingeriyê nîşan didin têkiliyên çandî heye. Di vê çarçoveyê de ji hev dûrdîtina nirxên çandî yên îslamî û hêzên sosyalîst û li hemberî nirxên îslamî xemsarmayîn bi rastiyên dîrokî re jî li hev nake. Di vê çarçoveyê de di serî de demokratên çepgir hemû hêzên azadî û demokrasiyê lazim e ku têkoşîna demokrasî û azadiyê ya nirxên çandî yên îslamê ava kirine jî wekî nirxên xwe bibînin û wisa nêz bibin. Lazim e ku nehêlin ev nirx ji aliyê hêzên îqtîdarparêz, dewletparêz û despotan ve li hemberî gelan were bikaranîn. Di vê çarçoveyê de berpirsiyariya rast û dirûst girtina dest a nirxên çandî yên îslamê û wan nirxan kirina çavkaniyên bingehîn ên azadî û demokrasiyê, heye.

Heke ku di nav herka dîrokê de ol, mezhep û terîqetan li nirxên azadî û demokrasiyê xwedî derketibin û ji aliyê wan ve hatibin temsîlkirin; vê yekê wekî nirxên civakîbûyîn, azadî û demokrasiya mirovahiyê dîtin dê hêzên azad û sosyalîzmê jî bi hêz bike. Di vê çarçoveyê de lazim e ku nêzîkatiyên şaş û çewt werin terikandin. Ev nêzîkatî, ne olperestiya ku hêzên îqtîdarparêz, dewletparêz û kedxwar ji bo xwe dikin amûrê îqtîdarê û li hemberî civakê bi kar tînin, nîn e. Olperestî; dibe amûr nixumandina îqtîdar, kedxwarî û pêkutiyan. Lê nirxên çandî yên olan dibe îfadeya qebûlnekirina îqtîdar, pêkutî, kedxwarî û zilmê û li hemberî nebaşî û xirabiyan dibe berxwedan û têkoşîna civakî. Di vê çarçoveyê de dijderketina li hemberî olperestiyê her çiqas rast be, nirxên çandî yên olan wekî çavkaniya bihêzkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê jî ew qas rast e.

Konferansa Îslama Demokratîk dê kevneşopiya pêxemberan û karaktera îslamê ya li hemberî zilm, kedxwarî û pêkutiyan jî aşkera û zelatir deyne holê. Dê hişmendî û feraseta ku gelan, civakan, mezheban, komên etnîk di nav şeran de ji hêzê dixin û ji hegemonyaya hêzên derve re zemînê diafirînin jî bi awayê her rast dê deynin holê.

Ol jî bang li komeke etnîk bi tenê nakin; hemû komên etnîk wekî hev dibînin. Dîsa mezhep-perestiya ku olan ji şerên îqtîdaran re dike amûr jî ji aliyê bawermend û oldarên rasteqîn ve jirêderketineke ku nayê qebûlkirin e. Mezhep şîroveyeke cuda ya olan in. Li cihê ku ev wekî dewlemendî were dîtin, wê kirina hinceta dijminatî û şer karê hêzên kedxwar û îqtîdarparêz ên ku li ser navê Xweda û ol berjewendiyên xwe diparêzin. Ol di nav herka dîrokê de ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî bûne bangewazî. Bûne hêviya gelên tên pelçiqandin û di bin pêkutiyan de ne. Ji ber vê sedemê bi sedmilyonan, bi milyaran mirov li dora wan kom bûne. Ola ku xwedî karaktereke bi vî rengî ye îro roj li Iraq, Sûriye, Afganistan yan jî li welatên Rojhilata Navîn bûye hincet û pêçava pêkanînên dij-mirovî. Di Konferansa Îslama Demokratîk de dê oldar û bawermend li hemberî vê yekê dê serî rakin. Dê pêkanînên ku li ser navê îslamê tên kirin deynin holê ku dijberî çand û wijdanê îslamê ye. Rêberê Gelê Kurd; kesên ku di şerên mezheban de li ser navê îslamê bêyî ku çavê xwe jî bimiçiqînin komkujiyan pêk tînin, kesên ku li ser gel zilm û pêkutiyan pêş dixin, kesên ku dijberiya demokrasî û azadiyê dikin wekî ‘dij-îslam’ dinirxîne. Konferansa Îslama Demokratîk çi li gorî îslamê ye û çi jî ne li gorî îslamê ye dê deyne holê. Ev konferans dê bibe konferansa xwedîderketina li çanda îslamê û îslama çandî ya ku di cewhera xwe de nirxên demokartîk, azadî, exlaqî-polîtîk dihundirîne. Kurt û kurmancî li hemberî pergala pêkutîdar, kedxwar, dewlet û îqtîdarparêz a ku bi şêwaza olperestiyê derketiye holê, dê bibe konferansa parastina nirxên îslama çandî ya civaka exlaqî-polîtîk.

Em ji vê konferansa ku baweriya me pê heye ew ê hêzê bide têkoşîna azadî û demokrasiyê re serketinê dixwazin."