1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kongra Gel: Li dijî faşîzma Erdogan em têkoşînê bilind bikin
Kongra Gel: Li dijî faşîzma Erdogan em têkoşînê bilind bikin,kongra,gel,li,dijî,faşîzma,erdogan,em,têkoşînê,bilind,bikin

Kongra Gel: Li dijî faşîzma Erdogan em têkoşînê bilind bikin

Hevserokatiya Kongra Gel der barê êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de daxuyaniyek da û got, "Di serî de jin û ciwan em bang li hemû gelên bindest dikin ku li dijî faşîzma Erdogan têkoşînê bilind bikin."

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Hevserokatiya Kongra Gel der barê êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de daxuyaniyek da û got, "Di serî de jin û ciwan em bang li hemû gelên bindest dikin ku li dijî faşîzma Erdogan têkoşînê bilind bikin."

Hevserokatiya Kongreya Gel di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan ji ber çavçilûsiya desthilatdariya xwe ya şexsî, li dijî gelên Kurdistanê û têkoşîna azadiyê bi awayekî fermî şer ragihandiye. Hevserokatiya Kongra Gel bibîr xist ku Herêmên Parastinê yên Medyayê ji pêr bi şev û vir ve tên bombekirin û got, "Ev demeke Erdogan li hemberî gelên me û nirxên me, bi hewldanên bi sînorkirina tevgera me ji aliyê siyasî ve, hiştina li binê benda hilbijartinê, tecrîda li ser Rêbertî, operasyonên leşkerî yên li hemberî qadên gerîla û bi helwesta xwe ya înkarkirina pêvajoya ji aliyê Rêberê me ve tê meşandin, li hemberî gelê me polîtîkayeke zexel dimeşand.

Lê belê piştî ku gelên me di hilbijartinan de dawî li xeyalên seltenatê yên Erdogan anîn, Erdogan bi kîn û hêrseke mezin, konsepta şer a li hemberî tevgera me û nûnerên gelên me yên li qada siyasî, derxist asta herî bilind û dixwaze tola têkçûna xwe hilîne. Xwîn rijiyaye çavên wî. Di oxira îhtîrasên xwe yên di nav de fetisiye de, ketiye rewşeke nexweşiya gerdûnî ku dikare her şêwe nebaşiyê li gelên me bike.

Erdogan bi vê rewşa xwe ya giyanî re, eger ji dest bê yanî karibe bike wê vî welatî bişewitîne, her tiştî ji bo berjewendiyên xwe feda bike. Li pêşberî vê tabloya şer ku berpirsyarê bingehîn Erdogan e, wezîfeyeke dîrokî dikeve ser milê gelên me. Ew jî; bi berxwedaneke bi heybet a gel re pûçkirina polîtîkayên şer û ji aliyê siyasî ve qedandina Erdogan e."

Gelekî aşkera ye ku Erdogan ji dîroka berxwedana destanî ya PKK'ê, ti ders dernexistiye. Eger berxwedana 14'ê Tîrmehê ya li zîndanên Amedê li dijî zilma rejîma faşîst bi ser ket û vîna Apoyî ya li ser bingeha têkoşîna çil salan afirî hinekî fêm kiribûya, wê bi ti awayî ev şaşîtî nekiribûya. Wê destê aştiyê yê Rêber Apo dirêj dike, red nekiribûya. Wê bêhurmetî li wî û evîndarên azadiyê nekiribûya.

Li dijî polîtîkayên şer ên Tayyîp Erdogan, ku ji ber me rê nedan dîktatoriya wî şerekî hilweşîner li ser gelên me ferz dike, divê em bi lez û bez rabin ser piyan. Pêwîste em ji kesên firsenda aştiyê ya dîrokî heba dikin, hesap bipirsin.

Li dijî polîtîkayên şer ên Erdogan, ku DAIŞ kiriye belayê serê gelên me, di ser ol û mezheban re rê li ber şer û parçebûna civakê vekiriye, li Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê, divê em eniya aştî û demokrasiyê ava bikin. Li ser bingeha xwe parastinê, divê gelên me parastina xwe ya rewa û demokratîk bi awayê herî bi bandor pêk bînin.

Li ser vê bingehê di serî de jin û ciwan em bang li hemû gelên bindest dikin ku li dijî faşîzma Erdogan têkoşînê bilind bikin."