1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KONGRA-GEL sala nû ya gelê Kurd pîroz kir
KONGRA-GEL sala nû ya gelê Kurd pîroz kir,kongra,gel,sala,nû,ya,gelê,kurd,pîroz,kir

KONGRA-GEL sala nû ya gelê Kurd pîroz kir

A+ A-

KONGRA-GEL sala nû ya gelê Kurdistanê pîroz kir û da diyarkirin ku, sala 2013’an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurdistanê.

Serokatiya KONGRA-GEL ku di peyama sere sala nû dayî de destnîşan kir ku, gelê Kurd sala 2012’an bi tekoşîna daye, konsepta ewlekariyê ya dewleta Tirk ku armanc dikir gelê Kurd tune bike vala hate derxistin. Di peyamê de balkişande ser pêngava gêrîlayan ya sala 2012’an ‘operasyonên şoreşgerî’ û wiha hate gotin: “Gêrîlayên azadiyê bi rê û rêbazên tekoşîna sala 2012’an de li dijî konsepta leşkerî ya bi armanca tunekirinê hatibû destpêkirin, dayî meşandin û nîşanî hemû cîhanê kir ku, şansê wê yê serkeftinê tune ye.”

Peyama Serokatiya KONGRA-GEL biboneya serê sala nû weşandî wiha ye:

“Em sala nû li Rêber APO ku 17 mehe di bin tecrîdek giran de ye, rêhevalên me yên li çiya, zînandan û li her qadê tekoşînê birêve dibin ji dil pîroz dikîn. Em bawer dikin ku, dê sala 2013’an ji bo Rêberê me û gelê Kurdistanê bibe sala azadiyê.

Sala 2012’an Gelê Kurd û Tekoşîna Azadiya Kurdistanê destkeftiyên mezin bidest xistin. Ev sal bi tekoşîna gelê Kurd ya li Tirkiye û Sûriyeyê daye meşandin, konsepta ewlekariyê ya bi armanca tunekirinê AKP’ê birêve dibir vala derxist.

Gêrîlayên azadiyê bi rê û rêbazên tekoşîna sala 2012’an de li dijî konsepta leşkerî ya bi armanca tunekirinê hatibû destpêkirin, dayî meşandin û nîşanî hemû cîhanê kir ku, şansê wê yê serkeftinê tune ye.

AKP’ya ku ji bo gelê Kurd di qada siyasî de bê pêşeng bihêle bi hezaran kes xistin zîndanan, lê belê girtiyên siyasî yên li zîndanan, zîndan vegerandin qadên tekoşînê û bi berxwedana destanî ya çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di 2012’an de dayî destpêkirin, nîşanî AKP’ê da ku bi operasyonên qirkirina siyasî dê tu caran encamê negire.

AKP’ê hewil da bi terora polîs û operasyonên KCK’ê gelê me bihelîne lê belê tam beravahiyê wê gelê me hînbêhtir tevlîbû û siyasî bû. Tekoşîna ku bi gêrîlayan destpêkir û bi berxwedana zînandan bilind bû û her wiha bi serhildanên gel yên biheybet rolekî dîrokî leyîst.

Di encama van hemûyan de di sala 2012’an de derket holê ku, tenê navnîşana çareserî û aştiyê Rêber Apo ye, her wiha hêz û mîsyona Rêber Apo bê nîqaş ji aliyê raya giştî ve jî hate dîtin. Vê rewşê bi awayek pir zelal nîşanda ku polîtîkayên AKP’ê yên tecrîdê dê bê encam bimînin.

Ji bo gelê Kurd yek ji destkeftiyên herî mezin yên sala 2012’an jî destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê ne. Sala 2012’an li Rojavayê Kurdistanê bû sala avakirina xweseriya demokratîk. Bi pêşketinên li Bakûr û Rojava derket holê ku Tevgera Azadiyê faktorek bingehîn yê hevsengiya Rojhilata Navîne, her wiha ji aliyê derdorên me ve jî hate îtîraf kirin.

Tiştek din ya girîng ya sala 2012’an li rexmî ku salek li ser Komkujiya Roboskiyê re derbaz bû jî, hikumeta AKP’ê rastî îtîraf nekir û berevajiyê wê hewil dide serê wê bigire.

Di encama van hemû pêşketinan de sala 2012’an bû sala teşhîr û deşîfre bûna faşîzma AKP’ê. Di sala 2012’an de AKP him di nava Kurdan, him li Tirkiye û him jî li cîhanê heliya. Li cem Kurdan maskeyê Îslamî yê AKP’ê ket. Li cem xwedî baweriyên cûda, kedkar, demokratên liberal û derdorên çepgir metirsiya faşîzmê bêhtir hate dîtin. Derket holê ku mîsyona ji bo Rojhilata Navîn dayînê nikare pêkbîne. Ji ber vê sedemê dê sala 2013’an ji bo AKP’ê bibe salek gelek zehmet.

Di encama van hemû pêşketinan de sala 2012’an gelê Kurd û Tekoşîna Azadiyê qezenc kir. Li ser van destkeftiyan sala 2013’an li ser bingehê azadkirina Rêber Apo û gelê Kurd ji bo bibe sala çareseriyê, hemû şert û mercên dîrokî û siyasî amade ne.

Di vê pêvajoya dîrokî de em ji hemû gelê me û rêhevalên me yên ji bo sala 2013’an bibe sala azadiyê li hemû qadan tekoşînê birêve dibin ji dil û can serkeftinê jêre dixwazîn.”

ANF NEWS AGENCY