Kongra perwerdehiyê bi biryarên girîng bi encam bû
Kongra Damezrêner a Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Rojava ku di 15’ê Hizêranê de bi beşdarbûna 170 delegeyên hersê kantonên Rojava, Heleb û Şengalê dest pê kiribû, bi gelek biryarên girîng ên derbarê sîstema perwerdehiyê li hersê kantonan bi encam bû
QAMIŞLO .
2015-06-17-QAM_BERDAWAMIYE-KONGERE-ZIMAN
Di roja sêyemîn a kongrayê de rêziknameya Komîteya Perwerdehiyê ya Rojavayê Kurdistanê hate gotûbêjkirin û li ser hate erêkirin. Piştre jî bernameya pêşerojê ya perwerdeyê û pêşniyarên beşdaran hatin nîqaşkirin.
2015-06-17-QAM_BERDAWAMIYE-KONGERE-ZIMAN
Piştî nîqaşên berfireh di navbera beşdarên kongrayê de, kongra bi gelek biryarên girîng bi encam bû û pilansazî û bernameya 2 salên pêş hate diyarkirin.
– Ji bo avakirina sîstemeke Perwerdehiya Civaka Demokratîk li hersê kantonên Rojava xebat bêne kirin.
– Sîstem û meteryalên perwerdeyên yên dibistanên navîn û amadeyî li kantonên Efrîn û Kobanê herî sêde di 2 salên pêş de bêne guhertin.
– Meteryalên perwerdeyê yên dibistanên seretayî yên Kantona Cizîrê herî sêde di 2 salên pêş de bêne guhertin.
2015-06-17-QAM_BERDAWAMIYE-KONGERE-ZIMAN
– Kadroyekî perwerdeyê li Rojava ku ji 4 hezar mamosteyan pêk tê, were amadekirin. 2 hezar mamoste ji bo Kantona Cizîrê, hezar ji bo Kantona Kobanê û hezar jî ji bo Kantona Efrînê. Hemû mamosteyên di peymangeh û akademiyên girêdayî Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk de dixebitin.
– Meteryalên dibistanên Rojava herî zêde di 2 salên pêş de li gorî pêkhateyan bêne guhertin.
– Akademiyeke pispor li her kantonekê bête vekirin.
– Akademiyeke bîrdozî li kantonên Kobanê û Cezîrê bête vekirin.
– Li gorî pêwîstiyê dibistan li gundan bêne vekirin.
– Perwerdeyên zimanê kurdî ji hemû welatiyên Rojavayê Kurdistanê bêne dayîn û ji bo pêşxistina zimanê kurdî bi awayekî akademîk xebat bêne kirin.
– Konferansên Perwedehiya Civaka Demokratîk li hersê kantonên Rojava herî zêde di 2 mehan de bêne lidarxistin.
– Ji bo wergerandina biryar û belgeyên fermî bi zimanên kurdî, erebî û suryanî komîteyeke navendî ya girêdayî Perwerdehiya Civaka Demokratîk were avakirin.
2015-06-17-QAM_BERDAWAMIYE-KONGERE-ZIMAN25
Kongra bi axaftina girtina kongrayê ya Rêvebera Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hêlîn Hesen bi dawî bû û têde serkeftina hêzên YPG’ê û YPJ’ê li rojavayê kantona Cizîrê û rizgarkirina bajarê Girê Spî li hemû pêkhateyên herêmê hate pîrozkirin. Her wiha bang li hemû mamosteyan hate kirin ku biryarên kongrayê bêk bînin û rewşa perwredehiyê pêş bixin û nifşekî nû ku xwe dispêre fikra demokratîk û rêgezên netewa demokratîk ava bikin.
2015-06-17-QAM_BERDAWAMIYE-KONGERE-ZIMAN27
Kongra bi durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê li seranserî Rojavayê Kurdistanê bi dawî bû.
(jh)
ANHA