1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kongreya DBP'ê dest pê kir
Kongreya DBP'ê dest pê kir,kongreya,dbp,ê,dest,pê,kir

Kongreya DBP'ê dest pê kir

A+ A-

ENQERE (DÎHA) - 3'yemîn Kongreya Awarte ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) dest pê kir. Di kongreyê de siyaseta kurd hat cem hev û dê guherîna rêveberiyê pêk bê.

3'yemîn Kongreya Awarte ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) li Salona Konferansê ya Odeya Endezyarên Înşatê dest pê kir. Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, Hevberdevaka HDK'ê Sebahat Tuncel, hevşaredar, Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, parlementerên HDP'ê û gelek kesên din tevlî kongreyê bûn.

Daxwazên DBP'ê bi pankartan hatin nîşandan

Di salonê de pankartên "Em Şoreşa Rojava silava dikim", "Arîn Mîrkan nemir e, ruhê Rêheval Mîrkan ê fidaî dê serkeftinê bîne", "Serokatiya azad û nasnameya azad" û gelek pankartên din hatin daliqandin. Ligel pankartan li salonê posterekî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku daxwazên azadiyê li ser hate daliqandin.

Di salona kongreyê de tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatine girtin. Derveyî salonê polîsan bi bariyeran di ketina salonê de lêgerîn pêk anîn û di hûndir de jî peywirdarên DBP'ê korîdora duyemîn çêkirine. Kesên dikevin salonê lêgerîna wan têkirin û wisa dikevin salonê.

Berî kongreyên partiyên siyaseta kurd bi girseyî pêk dihatin lê di vê kongreyê de tenê deleg tevlîbûn. Lê ji ber di dimên dawî de gelek deleg û endamên meclîsên şaredariyê hatin girtin ev yek di salonê de hat xuyakirin.

Pişt re kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Pişt axaftina vekirinê ji diwana kongreyê re Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan û Hafîze Îpek hatin hilbijartin.

(bd)


Bêjeyên Miftehî