Kongreya HDP'ê ya berxwedan û mezinbûnê
ENQERE (DÎHA) - Piştî komkujiyên ku bi destê DAIŞ'ê li hemberî kurdan û muxalifan tên pêkanîn di 2'yemîn Kongreya HDP'ê ku dê bibe kongreya mezinbûn û berxwedanê tedbîrên xwe parastina rewa hatin girtin. Li gel barîqatên polîsan peywirdarên HDP'ê heta ketina salonê li 3 cihan noqteyên legerînê danîn.
2'yemîn Kongreya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Salona Ahmet Taner Kişlali dest pê kir. Kongre bi beşdarbûnan hezaran kesên ku ji çar aliyê Tirkiyeyê hatin dest pê kir û gel li ber salona kongreyê govend gerandin û dirûşmên wekî, "Bijî berxwadana Cizîr û Surê", "Bijî Serok Apo" berzkirin.
Tedbîrên ewlehiyê hatin zedekirin
Ji kongreyên berê cudatir li ber salona kongreyê tedbîrên ewlehiyên ên zede bal kişand. Kolana ku derdikeve ber salonê ya Turkocagi li ber salonê hate birîn, ewil barîqatên polîsan hatin danin li wir kesên ku beşdarî kongreyê bûn ji lêgerînê derbas kirin û piştre jî kesên ku ji aliyê HDP'ê ve hatine peywirdarkirin lêgerîn pêk anîn. Heta ketina salonê li 3 cihan ji aliyê peywirdarên partiyê ve noqteyên kontrolê hatin danin. Dîsa li ber salonê ji bo amedekirina xwarinê kon hate vedan.
Peyamên xweseriyê
Li salona kongreyê, pankartên wekî "Bila zindan bên valakirin", "Demokrasiya heremî Komara Demokratik", "Bi rêveberiya xweser ber bi nasnameya azad", "Em berxwadana xweseriya demokratik slav dikin", "Jin jiyan azadi" û di têketina salonê de jî "Hûn bi xêr hatin hevdîtina gelan" bi tirkî û kurdî hatin daliqandin. Her wiha pankarta sereke ya "Siyaseta Demokratik, Xweseriya Demokratik, Komara Demokratik" bal kişand. Li salonê Wêneyên Ekîn Wan, Sakine Cansiz û siyasetmedarên kurd ên jin ku li Parisê hatin qetilkirin, Sevê Demîr, Pakize Nayir, Fatma Uyar ku li Sîlopiyê hatin qetilkirin hatin daliqandin. Dîsa wêneya dayika aştiyê dayika Meryem ku di komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de hatibû qetilkirin û bi nivîsa, "We aşti qetil kir" hate daliqandin.
Li salonê bi kurdî, tirkî, lazki, erebî û bi gelek zimanên cuda stran hatin vekirin. Disa li hêm li salanê û hêm ji li derveyê salonê sirûdên berxwadanê hatin gotin û bê navber dirûşmên berxwedanê hatin berzkirin.
Di sînevizyonê ku li pişt diwana salonê hate vekirin de jî gelek caran wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate nişandan û ev ji aliyê salonê bi dirûşma wekî "Bijî Serok Apo" hate pêşwazikirin.
Dîsa di kongreyê de rengîniya HDP'ê cardin derket holê. Ligel êrîş û gefxwarinên li dijî HDP'ê ji 7 salî heta 77 salî yên hezkiriyên HDP'ê li partiya xwe xwedî derketin. Di kongreyê de piraniya jinan û ciwanan bal kişand û jinên ku bi cil û bergên neteweyî salonê rengîntir kirin, ji rojavayê Tirkiyeyê jî gelekî derdorên cuda û hevparên HDP'ê ne ji di salonê de cihê xwe girtin.
Di kongreyê de hevserokên partiyê bên hilbijartin lê heviya gunehîrina hevserokan tuneye. Ligel vê yekê dê piraniya meclîsa partiyê bê nûkirin û bi hêzkirin. Her wiha HDP dixwaze bi rêveberiya nû xwe ji deme nû re amede bike. HDP dixwaze di heman demê de bi vê kongreya xwe ve bersiv bide êrîşên dewletê û çav li rê ye ku di peyamên bên dayin de jî li hemberî êrîşan helwestek bê nişan dan. Hezar û 49 delege dê di kongreyê de dengê xwe bidin.
Anonsên li salonê bi tirkî û kurdî hatin kirin.
(kk/sa)