Kongreya PYD’ê di roja xwe ya duyemîn de dewam dike
GIRKÊ LEGÊ – 6’emîn kongreya PYD’ê ku duh dest pê kir di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.
Kongreya PYD’ê ya 6’emîn duh li navenda Çand û Hunerê ya Aram Dîkran a bajaroka Rimêlan bi beşdarbûna 300 delegeyên ji 3 kantonên Rojava û 3 mêvanên ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropa dest pê kir. Di roja yekem a kongreyê de li ser navê gelek partiyên kurdî û rêxistinên cûda axaftin hatin kirin.
Kongra îro jî dê bi beşdarbûna 300 delegeyên ji 3 kantonên Rojava û Ewropa di roja xwe ya duyemîn bi awayekî ji çapemeniyê re girtî dewam dike. Roja duyemîn a kongreyê saet di 09.30 bi xwendina navê delegeyan û hilbijartina dîwana rêvebera kongeyê dest pê kir.
Dê di roja duyemîn a kongreyê de raporên rêxistinên PYD’ê yên sê katnonên Rojava û qadên din bêne xwendin, her wiha dê rêziknameya PYD’ê ya hundirîn bê xwendin û dê nîqaş li ser bê kirin.
Tê payîn ku îro hevserokên PYD’ê û deteya Rêveber a nû bêne hilbijartin.
(dc/ra)
ANHA