Kongreya Tipê ji bo ziman kom dibe
Kongreya Tipê ya Mezopotamyayê ji bo pêşxistina ziman kom dibe
Kongreya Tipê ya Mezopotamyaye bi dirûşmeya "Zarok pêşeroja me ne" di 7-8-9'ê hêziranê de li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwinê 4'emîn kongreya xwe pêk tînin. Serokê Kongreyê Doç. Dr. Mehmet Dursun, anî ziman ku armanca kongreyê ya herî sereke kurdî di qada tipê û xizmeta tenduristiyê de pêş bixin.
Kongreya Tipê ya Mezopotamyaye bi dirûşmeya "Zarok pêşeroja me ne" bi armanca xizmeta kurdî pêş bixin û kurdî di her qada jiyanê de bikin zimanê esasî bi tevlêbûna zêdeyî 5 hezar doktorên kurd di 7-8-9'ê hêziranê de li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwinê 4'emîn kongreya xwe pêk tînin. Dê gelek doktorên ewropa, cîhanê û welatên din jî tev li kongreyê bibin. Dîsa dê doktorên diranan, hemşîre, xwendekarên tipê, tev li kongreyê bibin. Der barê amadakeriyên kongreyê de Serokê Kongreyê Doç. Dr. Mehmet Dursun, anî ziman ku armanca kongreyê ya herî sereke kurdî di qada tipê û xizmeta tenduristiyê de pêş bixin. Dursun, da zanîn ku ew dixwazin êdî kurdî di qada tipê de jî bikar bînin û wiha got: "Ji bo ku em kurdî di qada tipê û tenduristiyê de bikar bînin û zimanekî hevpar pêş bixin em doktorên kurd li hev kom dibin û niqaş dikin. Em dê agahî û zanînên xwe bi hevre parve bikin. Heta niha me 3 kongre pêk anîn. Kongreyên berê serkeftî derbas bûn. Em dê 4'emîn kongreya xwe li ser zimanê kurdî pêş bixin. Em tê têgehên tipê yên kurdî ava bikin. Em dê ferhenga têgehên tipî yên kurdî amade bikin."
Dursun, destnîşan kir ku ji bo amadekirina ferhenga tipî ya kurdî pêşniyar hene û ew dê li ser vê yekê bixebitin. Lê j bo vê yekê xebat û demek dirêj lazim e. Ger ku em pêşniyar û biryarên xwe bi serkeftî têxin meriyetê dê ji bo gelek zimanên din bibin mînakên berbiçav.
'Divê kurd kurdî di her qada jiyanê de bikar bînin'
Dr. Dursun, da zanîn ku kurdi zimanekî pir fireh û dewlemend e û divê li her qadê bê bikar anîn. Dursun, destnişan kir ku ziman di qada tenduristiyê de pir girîng e û wiha got: "Ji bo doktor bi nexweşan re baş diyalogê pêş bixin divê berî her tiştî zimanê wan zanibin. Divê baş zimanê nexweşan zanibin. Zanebûna kurdî dê hem ji bo doktoran û hem jî ji bo nexweşan pêşketin û serkeftinek mezin be. Divê êdî kurd kurdî di her qadê jiyanê de bikar bînin. Divê polîtîkayên li ser kurdî bi dawi bibin. Îsal mijara sereke ya kongreyê zarok in. Em kongreyê bi dirûşmeya "Zarok pêşeroja me ne" pêk tînin. Kongre dê 2 rojan bi panel û semîneran berdewam bike. Dê pispor û doktorên ku di qada xwe de serkeftî beşdarî kongreyê bibin."
Dursun, destnîşan kir ku dê dîsa bêtir li ser tenduristiya zarokan û beşên din yên tipê rawestin û wiha got: "Dîsa danezana ku bê amadekirin dê ji aliyê zarokekê-î ve bê xwendin. Divê mafê zarokan bê parstin. Em dê vê encamê bi Wezîrê Tenduristiyê û Meclîsê re jî parve bikin."
(mae)