Konsera Biratiya Tirkan!
Konsera biratîya çand û hûnerê ya Tirkîye û eleqe nedît
Gelên Hewlêre aleqe nîşanê konsêra “Festîwala Biharê” ku bi pêşenktîya Komêleya 2010 û bi pîştewanîya Balyozxanêya Tirkîye û çend dezgahen Herêma Federal a Kurdistanê pêk hat neda.
Li Hewlêr bi Pêşenktîya Komeleya Çand û Hûnerê ya 2010 û bi hevkarîya Balyozxanêya Dewleta Tirk û hinek şîrketên tirkan, komele û dezgahên medyayên ku nezîke PDK’ê ne festîwalêk ji bo nêzikirina çand û hûnerê dewleta tirk û Herêma Federal a Kurdistanê pêk anîn. Di çarçoveya festîwalê de pêşî li Otêla Tamgiram Civînek çapemenî hatê lidarxistin û derbarê fêstîvalê de agahî hatin belavkirin. Dûh evarê jî bi beşdarîya Koma Kardêş Tûrkûler, Koma Gevende konserek hatê birewebirin. Konserên ku bi navê “Biratîya Çandî ya Kurd û Tirkan” hatibû lidarxistin baverî nedabû gelen Hewlêre. Ji ber wê yekê jî piranîya beşdarwanên konsêre ji karkerên ku ji bo kar ji Tirkîye hatibûn û penabêrên kurd yên ku li Bakûrê Kurdistanê dema zext zordarîya dewleta tirk herême re rewiyabûn pek dihat. Di nav beşdarwanan de di serî de Balyoza Tirkan Aydin Ercan û çend berpirs û rayadarên Herêma Federal a Kurdistanê jî hebû. Konsêre ku bi sitranên Koma Gevende destpekir bi konsêren Kardêş Tûrkûler berdevam kir. Di konsêre de fîşegen havaî hatin teqandin û konsêr heta derengîya şevê berdevam kir. Konser dê du şewên din jî ye berdewam bike.
(at-mk/mae)