Konservatuara Aram Tîgran teşiyê bi kurdewarî dirêse
GOKHAN ALTAY
AMED (DÎHA) - Konservatuara Aram Tîgran ji 2010'an vir ve ji bo çanda kurdan geştir bibe û xebatan çandî û hunerî dimeşîne. Ji rêvebirên Konservatuara Aram Tîgran destnîşan kir ku ew bi hişmendiya kurdewarî û li gorî sîstemek demokratîk û ekolojîk, û li dijî zayendparêstiyê perwerdehiyê didin.
Dewleta Tirkiyeyê, bi salan xwest ku kurdan ji nasmaneya wan dûr bixe û li Kurdistanê xwest ku qirkirinek çandî pêk bîne. Ne tenê Kurdistanê her wiha li li ser gelên din jî ev polîtîka ji aliyê dewletê ve hatin meşandin û gelek ji wan jî ji rastiya xwe dûrxistinê, tune kir. Hin ji gelan an serî tewandin li hember vê qirkirinê an jî li ber xwe dan. Yek jê gelên ku berxwe dan gelê kurd bû. Gelê kurd ev dehan sal in ku li hemberî van polîtîkayan ji her aliyê ve li ber xwe dide û berdelên mezin jî dan. Hemû saziyên ku li hember vê qirkirinê li Kurdistanê hatine avakirin jî li ser vê kedê û berdalan e. Saziyên çandî jî ji van saziyan in û ev saziyên çandî gelek caran an hatin girtin an jî xebatkarên wan hatin binçavkirin û qetilkirin. Amed niha wek navenda çandê ye û di hunera kurdan de roleke mezin dilîze û gelek sazî hene ku ji bo çand û hunera kurdan xebatan dimeşînin. Ji van yek jî Konservatuara Aram Tîgran e ku bi dirûşma "Huner teşiya giyanê ye" di sala 2010'an de di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bi xebatan kir. Aram Tîgran, nêzî 4 sal e ji bo ku çanda kurdan û zimanê kurdan ji holê ranebe gelek xebatên giranbuha dimeşîne.
Govend, muzîk, şano, sînema, wêne…
Konservatuara Aram Tîgran ji avakirinê heya niha li ser hîmê nasîn û têgihiştina hêman û motîfên çandî yên Mezopotamyayê û kurdan, ji bo geşkirina hişmendiyeke kurdewar û giyanekî afirîner bi sedan xwendekar gihandin û hê jî digihîne. Her wiha armanc dike ku bi hişmendiya demokratîk û ekolojîk di nav civaka Kurdistanê de belav bibe. Ji ber vê armancê jî hem materyalan li ser van esasan amade dike hem jî pergala perwerdehiya xwe li gorî vê dîzayn dike. Di konservatuarê de bi 5 beşên wek muzîk, şano, wêne, sînema û govend de xebat tên meşandin. Di van beşan de waneyên bingeha muzîkê, dîrok û çanda dengbêjiyê, di cihanê de sînema, dîroka hunerê taybetiyên enstrumanên ku kurd bi kar tînin, tên dayîn.
Sedî sed bi kurdî û pergala azad hîmê esasî ne
Zarokên ku pêşeroja gelan in jî nehatine jibîrkirin û di heman demê de du beşên wek muzîk û govendê de heftê du roj ji bo zarokan ders tên dayîn. Her wiha dersa ziman ku ji bo zarokan hîmê esasî ye jî tê dayîn û konservatuar, mebesta perwerdekirina zarokan jî wiha pênase dike; gihandina zarokên ku hay ji çanda û muzîka xwe hene, gihandina zarokên ku hay ji dîroka xwe hene mebesta me ya sereke ye. Serlêdanên konservatuarê jî her sal di nav meha tebaxê de dest pê dike û heya 20'ê îlonê berdewam dike. Her sal nêzî 200 kes jî serî li konservatuarê didin. Perwerdehiya konservatuarê jî 3 sal didome û sala dawîn jî xwendekar tiştên ku hîn dibin bi awayek kolektîf pêşkêşî gel dike. Dema xwendekar serî lê didin jî wek pergalên desthilatdaran ezmûnên dijwar re nayên derbaskirin. Li gorî taybetmendiyên xwe bi awayek azad beşên xwe hildibijêrin. Ya herî girîng jî ew e ku perwerdehiya konservatuarê sedî sed bi kurdî tên dayîn. Di her beşê de jî herî zêde 20 kes perwerde dibîne û beriya ku di beşan de dest bi perwerdehiyê bikin jî 10 roj ji xebatên atolyeyî re derbas dibin. Her dawiya salê jî bernameyên taybet yên Konservaturê çêdibin.
"Hê jî me nekariye em ji gel re bibin bersiv"
Ji rêvebirên Konservatuara Aram Tîgran Xezal Arslan ji DÎHA'yê li ser pergal û xebatên konservatuarê û kêmasiyên ku dijîn anî ziman. Arslan, diyar kir ku fikra konservatuarê ji ber ku pêdiviya gelê kurd hebûye derketiye holê û wiha axivî: "Bi avakirina konservatuarê pariyek jî bibe me dixwest em ji gelê xwe re bibin bersiv. Lê me hêj ji gelê xwe re di warê xebatan bersivek xurt nekariye bidin. Êdî em jî hêdî hêdî kêmasiyên xwe dibînin û ji van kêmasiyan re çareseriyek dibînin." Arslan, li ser sedemên kêmasiyan jî axivî û got ku ji ber karê perwerdehiyê karek zehmet û demek dirêj dixwaze ew kêm mane û wiha axivî: "Me jî dema dest bi kar kir gelek kêmasiyên me hebûn. Herî zêde me di warê materyal û mamosteyan de kêmasî dijiyan. Me dikarî em her tiştên xwe amade bikin û wisa dest bi perwerdehiyê bikin. Lê li gorî pêdiviyên pêvajoyê em mecbûr man em dest bi xebatan bikin û bersivek bida pêdiviyên gelê xwe. Lê dema em perwerde didin di heman demê de jî xwe perwerde dikin û kêmasiyan jî wiha temam dikin."
Bi hişmendiyek kurdewar, ekolijîk û demokratîk wane tên dayîn
Arslan, destnîşan kir ku ew li hember dibistan û akademiyên pergalê alternaf in û pergala heyî jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Pergal tenê ji aliyê teknîkî ve mirovan bi pêş dixe. Perwerdehiya ku tê dayîn jî ne golî çanda wan mirovan e û ji çanda wan dûrtir e. Ji bo ku li hember pergala heyî bibe alternatifek me dest bi xebatan kir." Arslan, anî ziman ku wan burokrasî û hiyerarşiya dewletê daneniye pêşiya xwe û wiha got: "Kesên ku li vê derê perwerde dibînin çanda xwe hîn dibin. Bi hişmendiya kurdewar û li gorî sîstemek demokratîk û ekolojîk, û li dijî zayendparêstiyê wane tên dayîn."
Arslan li ser xebatên ku danîne pêşiya xwe jî axavî û got ku ew ê êdî dest bi xebatên arşîvê jî bikin da ku ev arşîv bigihîje gel û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelek lîstikên kurdan hene ku an winda bûne an jî bi windabûnê re rû bi rû mane. Berê di nav kurdan de gelek lîstik dihatin lîstin. Ji bo ku ev winda nebin û bigihîje gel em ê xebatên xwe xurtir bikin û gelê xwe re jî arşîvek derxin holê."
(gka-st/ça)