1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Konseya Ewrupayê tecrîta ser Ocalan xist rojeva xwe
Konseya Ewrupayê tecrîta ser Ocalan xist rojeva xwe,konseya,ewrupayê,tecrîta,ser,ocalan,xist,rojeva,xwe

Konseya Ewrupayê tecrîta ser Ocalan xist rojeva xwe

A+ A-

SERKAN DEMÎREL

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji nûnerên Însiyatîfa Navneteweyî ya “Ji Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Aştî” Reîmar Heîder diyar kir ku Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) tecrîda li ser Ocalan xistiye rojeva xwe. Heîder got, “MPKE di rûniştina Hezîranê de tecrîda li ser Ocalan xist rojeva xwe.

Ji nûnerên Însiyatîfa Navneteweyî ya “Ji Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Aştî” Reîmar Heîder tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştî radestkirina 10 mîlyon 328 hezar îmzeyên ji bo azadiya Ocalan, helwesta heyî ya Konseya Ewropayê (KE) ji ANF’ê re nirxand.

‘TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Heîder tecrîda li ser Ocalan rexne kir û anî ziman ku di pêvajoya çareseriya demokratîk de tecrîda li ser Ocalan ku weke mûxatabê pêvajoya çareseriyê tê dîtin, nayê qebûlkirinê. Heîder got: Eger raste rast Ocalan beşdarî pêvajoyê nebe wê hevdîtin nikaribin bimeşin. Dewleta Tirk li Ocalan tecrîd pêk anî û bi vî awayî jî nîşan da ku ew çareserî û diyalogê naxwaze.

‘PÊKANÎNA TECRÎDÊ XETERE YE’

Heîder 10 mîlyon û 328 hezar îmzeyên ji bo azadiya Ocalan hatine komkirin û pêşkêşî Konseya Ewropayê hatine kirin bibîr xist û wiha pê de çû: “Li ser daxwaza azadiyê ya mîlyonan kesî pêkanîna tecrîdê xetere ye. Em wek însiyatîf di wê baweriyê dene ku azadiya Ocalan wê çareserkirina pirsgirêkê zêdetir pêşde bibe. Ji her derê cîhanê ji 10 mîlyonî zêdetir kesî bi me re heman fikr parve kir û îmze avêtin. Ji ber vê jî li ser daxwaza azadiyê ya 10 mîlyon kesî pêkanîna tecrîdê xetere ye.”

MPKE XIST TECRÎD GIRT ROJEVA XWE

Heîder da xuyakirin ku Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê heta niha ti bersiv nedaye wan, lê wek însiyatîf ji ber hewldanên wan MPKE’ê di meha Hezîranê de tecrîda li ser Ocalan xistiye rojeva xwe. Heîder got: “Komîteya hiqûqê ya MPKE’ê bi mijarê re eleqeder dibe. Her du raportor têkildarî mijarê wê raporê binivîse û pêşkêşî MPKE’yê bikin. Bi bandora îmzeyên hatine avêtin re KE li gorî berê bi awayekî cidî eleqeyê nîşan dide. Lê bê guman ev têr nake. Di fermiyeta dewletan de ev rewş hîna ji aliyê hiqûqî û mirovahî bi sînor dimîne. Ocalan hîna jî wek nûnerê siyasî yê gelê Kurd nayê qebûlkirin.”

‘DIVÊ ROLA OCALAN BÊ FÊMKIRIN’

Heîder bi lêv kir ku eger KE an jî MPKE bixwaze dikare ji bo berdana Ocalan biryarê bide û got: “Ji bo ev biryar bê dayîn jî divê ev nêzîkatiya heyî bê guhertin. Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye. Divê Ocalan wek Rêberê gelê Kurd û sermuzakerevan bê dîtin. Divê rola Ocalan baş bê fêmkirin.”