Konseya modela hevpar gotûbêj dike
Konseya Bilind a Kurdan al û modela hevpar gotûbêj dike
Konseya Bilind a Kurdan a ku ji 10 kesan pêk tê û ji aliyê her du meclîsên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê ve hatiye darmezrandin, li paytexta Herêma Kurditan Hewlêrê civiya. Konsey ji bo Rojavayê Kurdistanê li ser model û alê gotûbêj dike.
Endamên Konseya Bilind a Kurdan ji bo piştgirî ji rêxistin û partiyên Başûrê Kurdistanê bigirin roja yekşemê hate Hewlêrê. Endamên konseyê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinek pêk anî, lê belê der barê hevdîtinê de agahî nehat dayîn.
Konseya Rojavayê Kurdistanê piştî hevdîtinên bi rêxistin û partiyên Başûrê Kurdistanê re, îro civînek li dar xist. Tê diyarkirin ku di vê civîna ku weke berdewama du civinên Konseya Bilind a Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin, de mijarên girîng tên gotûbêjkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di civînê de li ser alek ji bo Rojavayê Kurdistanê û hevparkirina daxwazên her du aliyên Kurdan gotûbêj tên kirin. Ev konseya bilind a Kurdan ji gelek rêxistin û partiyan pêk tên, lê her partî û rêxistinek xwedî pêşniyarên cûda yên ji bo modela Rojavayê Kurdistanê ne. Konseya Bilind a Kurdan di vê civînê de li ser modelek hevpar ji bo Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dike û dê piştî cîhanê ji raya giştî ya cîhanê re aşkere bike.
Ji aliyek din ve, sê komîteyên cûda yên vê konseyê hatin avakirin û piştî vê civînê komîte dê dest bi xebatên xe bikin. Rêxistinên Kurdan endamên xwe yên ji bo van komîteyan diyar kirin. Li gorî vê; Komîteya Parastinê dê piştgirî bide Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a ku li Rojavayê Kurdistanê hat sazkirin. Komîteya Dîplomasî jî dê bi navê Kurdan li cîhanê dest bi dîplomasiyê bike. Komîteya Navxweyî jî dê karên pratîk ên Rojavayê Kurdistanê bi rê ve bibe. Her yek ji van komîteyan dên komîteyên alîkar ên girêdayî xwe ava bikin.
HEVDÎTINA BI ENS’Ê RE HATE TALOQ KIRIN
Dê îro li Hewlêrê hevdîtinek din a girîng pêk bihata, lê belê li gorî agahiyên hatine wergirtin hate diyarkirin ku, hevdîtin di kêliyên dawî de hate taloqkirin.
Hat diyarkirin ku Serokê Encumena Niştimanî ya ya Sûriyeyê (ENS) ku bi piştgiriya dewletên rojava û hikumeta AKP’ê hatiye avakirin Ebdulbasît Seyda, xwestiye bi endamên Konseya Bilind ya Kurdên Rojava re û bi taybet bi endamên PYD’ê re hevdîtinê pêk bîne. Hate aşkerakirin ku, dê di hevdîtinê de derbarê hikumeta bê avakirin de danûstandinan nêrînan bê kirin. Hinek çavkanî dibêjin, hatina Ebdulbasît Seyda ya Hewlêrê hatiye taloqkirin. Lê belê Ajansa Nûçeyan a Franseyê AFP’ê ragihandibû ku, Seyda şeva Yekşemê çûye Hewlêr.
ANF NEWS AGENCY