Kontr-Cemaet!
KCK û pirsgirêka Kurd hincet in… Yên ku du roj beriya niha digotin PKK, di bin çavdêriya leşkeran de ye, niha jî dibêjin MÎT. Beriya niha digotin Ermenîstan, Rûsya, DYA, Almanya, Îstaîl, Îran û ev lîste heta Ergenekonê jî dirêj dibe.
Kengî pirsgirêkek a dewleta Tirk li bi welatek re çêbibe, hema radibe û PKK’ê bi wê dewletê ve girêdide. Jixwe ji Şêx Seîd re digotin di bin kontrola Îniglîz û Seyîd Riza jî di bin kontrola Rûsan de ye. Ango li gorî wan Kurd nikarin bi xwe tiştekê ji bo xwe bikin, her tim têne karanîn. Ev yek jî feraseta îdeolojiya serdest a Tirkan e.
Di encama pevçûnên dawiyê yên li Enqereyê, careke din van îdîayan tînin rojevê. Hedef Rawêjkarê MÎT’ê yê ku Erdogan ji bo hevdîtina bi KCK’ê re ew şandibû. Ev cara yekemîn e ku Cemeeta Gulen li hemberî Erdogan dibe xwedî helwest.
Nivîskarê ji Cemeetê, Huseyîn Gulerce duh di nivîsa xwe de destnîşan kir ku hilbijartina serokkomartiyê ya sala 2014 hesabê herî girîng ê vî şerî ye.
Cemeeta Gulen ku xwe bi dewletê re bi rêxistin kiriye, niha êdî dixwaze xwe bihêztir bike. Li gorî nûçeyên ji kulîsan tên, ev demek e ku Erdogan wergirtina endamên Cemeeta Gulen bo burokrasiyê rawestandiye.
Cemeetê bi hewldanên xwe yên dawiyê polîs û beşek ji darazê xistiye destê xwe û dibêje ‘dewlet êdî ya min e’. Dixwaze di cihê herî lewaz ê hikûmetê, ango di pirsgirêka Kurd de li Erdogan bixe. Armanca wan jî ew e ku dê kî vê pirsgirêkê kontrol bike…
Erdogan û Gulen, di meseleya Kurd de bi hev re tevdigerin. Ji sala 2009 ve operasyonên di bin navê KCK’ê de û operasyonên leşkerî bi fermana hikûmetê têne kirin. Li vir serokwezîrek wisa heye ku ji bo Komkujiya Roboskiyê ya ku 34 kes têde jiyana xwe ji dest dan, spasiya serfermandarê artêş kir. Gulen jî di weazên xwe de bi aşkereyî got ‘tune bikin’. Ji ber wê jî bi mirov nikare bibêje helwesta AKP û Cemeetê yên li hemberî Kurdan û operasyonên di bin navê KCK’ê de ji hev cûda ne.
Dozgeriyê ji bo îfadedayîn bang li rawêjkarê MÎT’ê Hakan Fîdan û rayedarên din ên MÎT’ê kir, ji bo girtina wana biryara girtinê derxist. Di bin vê yekê de pirsgirêka kurd û gelek meseleyên din ên mîna çûyîna Erdogan bo Koçika Çanyakayê hene
Dema Abdullah Gul a serokkomariyê di 2014 de bi dawî dibe. Êdî nikare bibe namzed. Piştî referandûmê, planên Erdogan hemû ew bû biçe cihê Abdullah Gul. Lê wisa dixuyê ku ligel bûyera Hakan Fîdan, çûyîna Erdogan bo koçkê ne ewqas hêsan e.
Cemeeta Gulen û Erdogan ku weke cêwiyan bûn, beriya hilbijartinê 12’ê ketin nava rageşiyê. Ev rageşiya di navbera her du aliyan de qet nehat rojeva çapemeniyê. Lê ev cara yekem e ku Cemeet li ber çavê çapemeniyê şer dike.
Cemeet, Erdogan kiriye hedef, dixwaze mesafeya di polîs û darazê de di navbera her du aliyan de hene, di nava MÎT’ê de jî hebin.
Nivîskarê rojnameya Yenî Şafakê Abdulkadir Selvî bûyerên ku qewimîne weke şerek bi nav dike. Li gorî Selvî, ‘’Hikûmet û Çankayayê vê yekê weke ragihandina şer, fêm kir’’.
Selvî diyar dike ku şer hê neqediyaye û heta ji nû ve dest pê dike û got; “Ev helwest weke yekser li hemberî Erdogan hatiye fêkirin. Nirxandinên ‘Evane dikarin Erdogan jî bidin girtin’ hatin kirin.”
Yeke din ku balê dikişîne ser vê operasyonê jî Îsraîl e. Cemeetê di bûyera Mavî Marmarayê de hikûmet tawanbar kiribû, piştî ku hikûmetê Hakan Fîdan kir serkêşê MÎT’ê, vê yekê Îsraîlê bêzar kir.
Ev operasyon ji bo pirsgirêka kurd jî pir girîng e. Ji ber ku dixwazin careke din di şerê berjewendî û desthilatiyê yê li Enqereyê de bikin qûrban û tune bihesibînin. Ev operasyona li hemberî MÎT’ê nîşan da ku tu polîtîkayên dewletê yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tune ne. Hate fêmkirin ku polîtîkaya klasîk, ya mijûlkirin, xapandin û înkarkirinê hîna jî berdewam dike.
ANF NEWS AGENCY