Kontrola HPG’ê ya li herêmê didome
Kontrola HPG’ê ya li ser Gever û Şemizînanê didome
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê aşkere kir ku kontrola gerîlayan a li ser herêmên Şemizînan û Geverê didome û der barê çalakiyên gerîlayan ên li vir de agahî da. Gerîlayan li navçeya Licê ya Amedê jî li dijî artêşa Tirk a derketibû operaysonê çalakiyek pêk anî.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê kontrola gerîlayan a li navçeyên Şemizînan û Geverê yên Colemêrgê de agahî da û got:
“Gerîlayên me yê di xeta Şemzînan û Gevera Colemergê serweriya xwe ya li ser herêmê didomînin, di 3'ê Îlonê de hin çalakî lidarxistine. Di vê çarçovê de;
Di 3'ê îlonê de di navbera saet 09.30.18.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê û di navbera Gerdiya de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontrolkirin, û di derbarê pêvajoyê de gel hatiye agahdarkirin.
Di 3'ê îlonê de di saet 10.15'an de li navçeya Geverê li dijî helîkoptereke skorskyê ya xwestiye li ser Girê Gomanê daxîne, li nêzî gundê Şapatayê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Helîkoptera skorskyê ya derbe xwariye li girê Radionlinkê daxîne. “
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê çalakiya gerîlayan a li navçeya Licê ya Amedê de jî ev agahî da: “Di 3'ê Îlonê de di saet 17.00'an de li navçeya Lîceya Amedê li nêzî qereqola Korxê li dijî karwaneke leşkerî ya derdikete operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de daggeyigiyek a zirxî derbe xwariye. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî derdora çalakiyê bi helîkopterên kobrayan bê ser û ber bombebaran kiriye. Di encama bombebaranê de şewata daristanê ya li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike. “
ANF NEWS AGENCY