Kontrola riya navnetewî ket destê YPG’ê
TIL TEMIR – Li rojavayê Til Temir di encama şer û pevçûnên ku şevêdin di navbera hêzen YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê derketin de, 3 noqte ji çeteyan hatin girtin û kontrola riya navnetewî ya diçe Helebê ket destê YPG’ê. Li herêma Holê jî 6 çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmên şer ragihandine, şevêdin 35 kîlometre li rojavayê Til Temir li derdora riya navnetewî ya diçe Helebê, di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket. Di encama pevçûnên ku heta derengî dom kir de, 3 noqte ji çeteyan hatin girtin û kontrola riya navnetewî jî ket destê YPG’ê. Derbarê encamên pevçûnan de agahiyên zelaltir nehatin bidestxistin.
Li herêma Hesekê jî, şer û pevçûnên ku duh li gundê Salihiyê yê dikeve rojavayê bajar destpê kiribûn, hîn dom dikin. Ji ber ku pevçûn berdewam dikin, agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li Holê 6 çete hatin kuştin
Li gundê Um El-Şok ê girêdayî navçeya Hol a Hesekê jî, çeteyên DAIŞ’ê şevê din hewl dan ku êrîşî cihên YPGi’ê bikin. Li ser vê yekê şervanên YPG’ê bersiv dan û pevçûn derketin. Di pevçûnan de êrîşa çeteyan hate şikandin û gelek çete hatin kuştin. Ji çeteyên ku hatine kuştin cenazeyên 6’an ketin destê şervanên YPG’ê.
(ekip/aq)
ANHA