Koordînasyona Nisêbînê: Dest bidin gelê Nisêbînê
MÊRDÎN (DÎHA) - Koordînasyona Avakirina Nisêbînê ji bo avakirina jiyana nû bi 8 lijneyan dest pi xebatên xwe dike. Berdevkê Koordînasyonê Nazim Kok, hilweşandina Nisêbînê bi gotina "Dîrok her tim Mogolan vedibêje. Lê min wahşetê Nisêbînê dît" kurtasî nirxand û banga piştgiriyê ya bi gelê Nisêbînê re li gelê kurd û Ewrupayê kir.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji 14'ê Adarê ve êrîşên qirkirinê yên hêzên dewletê didome û bi vê yekê re bajêr jî tê hilweşandin. Nisêbînî qedexeya derketina kolanan nasnakin û vedigerin malên xwe. Koordînasyona Avakirina Nisêbînê jî dest bi xebatên xwe yên avakirina jiyana nû dike. Koordînasyona ji nûnerên HDP'ê, DBP'ê, KJA û gelek saziyên sivîl pêk tê, dê bi komîsyonên hiqûq, tenduristî, hilweşandin, xurek, malbatên biratî, MEYA-DER, cihkirin û rêxistinkirin dest bi xebatên xwe dikin
Berdevkê Koordînasyona Avakirina Nisêbînê Endamê PM'yê ya HPD'ê Nazim Kok tekildarî xebatên koordînasyonê axivî. Kok serî de çavdêriyên xwe yên navçeya Nisêbînê vegot û bi gotina "Dîrok her tim hilweşandinên Mogolan, Tîmûran û Hîtleran vedibêje. Lê min li Nisêbînê wahşetê dît" wêrankirina ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye kirin bi kurtasî nirxand.
'Nisêbîn dê birînên xwe derman bike'
Kok da zanîn ku wan ji bo dermankirina birînên Nisêbîniyan koordînasyon ava kirine û got ku ew dê Nisêbîn ji nû ve ava bikin. Kok diyar kir Nisêbîn dê çanda xwe ya piştevaniyê bi xwe re jî nîşan bide û wiha axivî: "Nisêbînî dê nanê xwe jî parve bikin. Nîvê navçeyê hatiye wêrankirin lê gel dê vegere malên xwe û kolanên xwe. Nisêbînî dê dest bidin hev û jiyanê ji nû ve ava bike."
'Li ser Nisêbîniyan re bazirganî nayê qebûlkirin'
Kok anî ziman ku komên ku bi êrîşên dewletê re dest bi rantê kirine dixwazin vegera gelê hatî koçberkirin asteng bike û axaftina xwe wiha domand: "Li ser gelê Nisêbînê re yê ku malên wan hatî wêrankirin rant girtin bê ehlaqî ye. Nisêbîn vê qebûl nake. Divê tu kes li ser Nisêbîniyan re bazirganiya xwe nehizire. Ji kirê heya xwarinê her kes divê di nava piştgiriyê de be. Di milê hiqûqê de jî divê tu kes bazirganiyê nemeşîne."
Kok ji xebatên Malbatên Biratiyê re banga piştevaniyê li gelê kurd û gelên Ewrupayê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê gelê Nisêbînê tenê neyê hêlan. Yên malên wan hatî wêrankirin mexdûri n. Dive her kes destê biratiyê bide Nisêbînê."
(kom/no)