Koroya Gel îşev derdikeve ser dikê
A+
A-
AMED (DÎHA) - Koroya Gel a Mezopotamya, ya di bin banê Navenda Çand û Hûnerê ya Dîcle Firat de xebata xwe dimeşîne dê roja yekmeşê li Navenda Çandê ya Cegerxwîn derkeve ser dikê.
Koroya Gel a Mezopotamya, ku di bin banê Navenda Çand û Hûnerê ya Dîcle Firat de hate avakirin; xebatên xwe berdewam dike. Koro roja yekşemê saet di 18.00'an de dê li Navenda Çandê ya Cegerxwîn bi repertuara kurdî, tirkî, ermenî û azerî derbikeve ser dikê. Koro dê stranên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Seydî Riza û Sêx Saîd û stranên ji bo êzidiyan hatin nivîsandin bêje. Koro pirzimanî esas digire û di demê pê de dê ligel zimanê erebî dê bi zimanên din jî xebatan bikin.
(bd/mae)
Bêjeyên Miftehî koroya,gel,îşev,derdikeve,ser,dikê