Kosret Resûl: Divê Kurd li dijî DAIŞ'ê bibin yek
SEYDO BASMACI/ŞOREŞ MÛSTAFA - SILÊMANÎ - ANF Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Kosret Resûl diyar kir ku yekîtiya neteweyî ji her demê bêtir nêz e û got, "Divê em li her derê helwesteke hevpar nîşan bidin. Ya herî girîng jî civandina kongreya yekîtiya neteweyî ye." Resûl parastina Başûr ji aliyê gerîla ve bibîr xist û got, "Me nikarîbûn xwedî li Rojava derkevin. Divê em jî Rojava biparêzin."
Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Kosret Resûl, terora DAIŞ'ê, helwesta hêzên herêmî û navneteweyî, yekîtiya neteweyî, rewşa YNK û Hikûmeta Iraqê û pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.
Hûn DAIŞ a bi sûcên li dijî mirovahiyê ket rojevê çawa pênase dikin?
DAIŞ a ku îdîa dike ji kevneşopiya Îslamî tê lê bi exlaq û çalakiyên xwe yên li derveyî mirovahiyê re tê zanîn, niha li serê gelê Kurd bûye bela. Ji ber vê yekê, pêwîste gelê Kurd li her parçeyî li dijî DAIŞ'ê têbikoş e. Bi têkoşîna bi hev re ya her kesê alîgirên mafê mirovan û demokrasiyê re, em dikarin DAIŞ'ê ji holê rakin.
ELEQEYA VAN BI ÎSLAMIYETÊ RE NÎNE
Ji aliyê leşkerî û aborî ve kî destekê dide DAIŞ'ê?
Bêguman bandora tevgerên Îslamî yên li cîhan û herêmê heye. Feraseta dewleta Îslamî ya bandorê li herêmê dike, hatiye radeyeke xetere. Ji bo neteweyan û mafên mirovan êdî bûye gefek. Bi dîtina min ev rêxistinbûyîn bi alîkariya dewletên derve bi pêş dikeve. Vana dixwazin li herêmê kaosekê derxînin û li gorî xwe herêmê dîzayn bikin. Çawa ku Talîbanê di demeke kurt de Afganîstan xist destê xwe. Eger li vir Kurdan li ber xwe nedabûna, wê ev der jî bi dest bixista.
Îslamiyet û DAIŞ tiştên ji hev cuda ne. Yê Misilman dest danîne ser malê gel. Nakuje. Dest dirêjî namûsê nake. Bi serjêkirinê re bêhurmetiyê li gelan nake. Nabe vana Misilman be. Ji xwe piraniya tevlîbûna wan ji derve ye; tên li vir êrîşî nirxên mirovan dikin. Ti eleqeya van bi Îslamiyê re nîne.
Hûn têkilî û helwesta Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye ya bi DAIŞ'ê re çawa dibînin?
Helwesta Îranê başb û. Bêberdêl alîkarî da me. Helwesta Sûriyeyê hînê ne zelal e. Der heqê mûxalefet û aliyên din de ez xwedî nêrîneke cuda me. Helwesta Sûriyeyê baş nizanim. Diviyabû nêzîkatiya wê ya li Kurdan bêtir erênîbûya. DAIŞ'ê destpêkê waliyek bicih kir. Lê belê dûre ew guherandin. Diyare cudahiyeke biçûk a nêrînê jî qebûl nakin. Li gorî min, yên ku me jê re digotin dost diviyabû di vê demê de li hemberî DAIŞ'ê helwesteke cidî nîşan bidana.
Dagirkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞ'ê û êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî herêmên bi nîqaş ên di navbera Kurdistan û Iraqê de, gelo encama kîjan armanca stratejî bû?
Baş nizanim lê belê li gorî nirxandinên giştî Baasiyên berê bi têkbirina hikûmeta Malîkî re xwestin, bi DAIŞ'ê rejîmekê ava biin.
EM NE AMADE BÛN
Hin rêxistinên Kurd li hatina DAIŞ'ê bêdeng man, hin ji wan jî erênî dîtin. Gelo helwesta destpêkê hat nîşandan, têrê dikir?
Weke YNK me ti carî nirxandineke bi vî rengî nekir. Gelê Kurd ti carî xwe weke dostê rêxistinên terorê nikare bibîne. Bi ti awayî nikare pê re di nava têkiliyê de be. Êrîşî Kurdistanê nekiribûna jî me dê dîsa ew terorîst bidîtina.
Li gorî min, komkujiya Şengalê ji ya Helepçeyê ne mezintir be jî, jê biçûktir nîne. Mixabin gelê me trajediyek jiya. Em ne amade bûn. Diviyabû em li gorî rastiya DAIŞ'ê ya li dijî ol û mirovahiyê amadebûna. Lê belê niha ji bo vegera gelê me yê Şengalê li cih û warên xwe, divê em plana azadkirina Şengalê bikin.
EM XWEDÎ LI ROJAVA DERNEKETIN
DAIŞ'ê dema cara yekemîn êrîşî Rojava kiri hem gelê Başûrê Kudistanê hem jî rêveberiya Kurdistana Federe bêdeng man. Daxuyaniyên ji rêzê yên şermezarkirinê jî nehat dayîn. Li gorî we ev bêdengî çi bû?
Çima gelê Kurd tiştekî bi dest naxe? Ji ber ku yekîtiya xwe nîne. Xwedî refleksa hevpar nîne. Ev yek windahiyeke mezin dide jiyîn. Niha li cîhanê gelekî xwedî nifûseke 3 mîlyon be û ne dewlet be heye gelo? Li cîhanekê gelekî bi wî rengî nîne. Diviyabû em xwedî li Rojava derketibûna. Ji ber tinebûna deng û yekîtiya hevpar, em nikarîbûn xwedî lê derkevin. Ev gelekî nebaş e. Pirsgirêka Kurd yek e. Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavaye wê nîne. Pirsgirêkên me bi heman rengî ne. Kurd bi zorê bi çar parçeyan hatiye parçekirin. Yên di şerê cîhanê de li heman çeperê cih girtin, Kurd xistin vê rewşê.
Niha herî dawî li dijî DAIŞ'ê, gelek rêxistinên Kurd YNK, PKK, YPG, PDK, KOMALA, rêxistinên demokrat li heman eniyê şer kirin. Ev pêşketineke gelekî girîng e.
Bi dîtina we, tevlînebûna Tirkiyeyê li nava koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê, bêdengiya wê ya li êrîşên li hemberî Başûrê Kurdistanê û zelalnekirina îdîayên li ser desteka wê ya ji bo DAIŞ'ê, divê çawa bê fêmkirin?
Em hewl bidin fêm bikin. Dîlgirtina kesên di konsolosiyê de weke hincet nîşan didin. Ev yek sedemek cidî nîne li gorî min. Diviyabû di helwesta li hemberî DAIŞ'ê de bêtir aktîf bûya.
BERJEWENDIYÊN XWE DIPARÊZIN
Başe desteya navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê?
Yekemcar, di asta navneteweyî de ji bo Kurdan destekek girîng li dijî terora DAIŞ'ê hat pêşkêşkirin. Mînak Amerîkayê bi xwe jî ji bo Pêşmergeyan got qehreman û bi huner. Ev ji bo me gelekî girîng e. Pêşmerge hêza giştî ya gelê Kurd a şer dike ye. Aîdî partiyekê nîne.
Li hemberî êrîşên ev du sal in li dijî Rojava tên kirin, cîhan bêdeng ma. Lê belê xuyaye gava li dijî Başûrê Kurdistanê êrîş hat kirin, ev bêdengî xera bû. Hûn vê bi çi ve girê didin? Gelo berjewendiyên aborî û siyasî di vir de derdikevin pêş?
Belê. Bi kevirekî dixwazin li du çûkan bixin. Li aliyekî dibêjin "Em alîkariyê didin Kurdan". Xwe weke parêzvanên mafên mirovan û demokrat nîşan didin. Ya rast; ew berjewendiyên xwe diparêzin. Mîna xwediyên kargehên petrolê yên li Başûrê Kurdistanê. Yek ji sedemên wan, parastina çavkaniyên petrolê ye.
DIVÊ EM JÎ ROJAVA BIPARÊZIN
Piştî Şengalê hat dîtin ku hêzên HPG û YPG tevlî şerê li Başûr bûn. Bi dîtina we ev yek ji bo pêşerojê tê çi wateyê û gengaz e li ser vê yekê stratejiyeke hevpar bê destnîşankirin?
Şerê ewçend rêxistinên Kurdan ên li heman eniyê, vê nîşan dide. Pirsgirêka Kurd tevahiya Kurdan eleqedar dike. Eger êş û hêviyên gelekî weke hev be, wê hestên neteweyî jî weke hev be. Vê yekê yekîtî ava kir. (HPG û YPG) gelê xwe parastin. Divê em jî Rojava biparêzin. Pêwîste li her cihî em helwesteke hevpar nîşan bidin. Ya herî girîng jî civandina kongreya yekîtiya neteweyî ye.
Ev demeke di navbera PDK û YNK'ê de peymaneke stratejî hebû. Tê gotin ku êdî ev peyman derbasdar nîne. Ev peyman çima xera bû?
Em weke Kurdên li Iraqê, demên gelekî dirêj me şerê navxweyî jiyan. Ji bo ev careke din dubare nebe û hestyarî pêk were, me peymaneke çarçoveyê ya hevpar destnîşan kirin. Eger ew peyman nebûya, wê daxwazên Kurdan di destûra bingehîn a Iraqê de nehatibûna qebûlkirin. Hingî sekna Kurdan xurt bû. Ev peyman di navbera du rêxistinên mezin ên Kurdan de hat kirin. Lê belê ev peyman bi demê re qels bû. Ya rast, divê rêxistinên Kurd careke din bên cem hev, nakokiyên di navbera xwe de çareser bikin û nirxên hevpar mezintir bikin.
REWŞA HEVPARÊ HIKÛMETÊ Û YNK'Ê
Weke pêkhateyek hikûmetê, hûn ji peymanên aborî û polîtîkaya derve ya hevalbendê xwe qayil in?
Em alîgir in ku di hevdîtinan de nêrînên aliyan bên nîqaşkirin. Em vê yekê li pêşberî çapemeniyê nakin. Ev yek ne li gorî berjewendiyên me ne jî yê gelê Kurd e. Rexneyên me jî hene. Em ji sedî sed ne razî ne. Em dixwazin bi diyalog û nîqaşê re xebatek li gorî berjewendiyên gelê xwe bimeşînin. Mînak di navbera birayan de nakokî derdikeve. Hin jê dixwaze bi tena serê xwe bibe mekanızmaya biryardayînê. Lê belê divê ne bi vî rengî be.
Bi avabûna hikûmeta Iraqê re rewşa DAIŞ'ê wê çi be? Kurd bi hêz û giraniyeke çawa di nava vê hikûmetê de cih digirin?
DAIŞ her diçe ji holê radibe. Eger di navbera Kurdan, Sunniyan û Şîa de pirsgirêk hebe, rêxistinên bi vî rengî wê her tim ji vê sûdê werbigirin. Ev rewşeke baş nîne. Nezelaliya rewşa Sunniyan ji ber tinebûna pêşengan e. Di dema Saddam de bêtir komî ser hev bû. Niha ji hev belav in û xwedî helwesteke cuda ne. Ev yek jî bandoreke neyînî li rêveçûnê dike. Şîa bêtir xwedî helwesteke hevpar û û zelal e.
JI HER DEMÊ BÊTIR YEKÎTÎ NÊZÎ ME YE
Weke ku hûn jî dizanin li hemberî Kurdistanê êrîş û gef hene. Di vir de qelsiya herî mezin, tinebûna yekîtiya Kurdan e. Ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî ya Kurdan peyameke we heye?
Pêwîste Kurd êdî yekîtiya li heman eniyê bipejirînin û hev du qebûl bikin. Ev yek ji kuştina hev a ji bo dijminê me, çêtir e. Em niha ji her demê bêtir nêzî yekîtiyê ne. Divê kongre tavilê bicive. Bi vî rengî em ê karibin daxwazên Kurdan hevpar bikin.
JI BO ÇARESERIYEKE MAYÎNDE DIVÊ OCALAN AZAD BIBE
Herî dawî li Bakurê Kurdistanê bi hewldana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 'pêvajoyeke çareseriya demokratîk' tê meşandin. Ev pêvajo li Başûrê Kurdistanê çawa tê dîtin?
Daxuyaniyên Erdogan û AKP'ê yên ji bo çapemeniyê hene. Lê belê divê ev di gotinê de nemîne û tavilê bikevin pratîkê. Lê belê jib o çareseriyeke mayînde ya pirsgirêka Kurd pêwîste Serok Apo tavilê azad bibe. Eger ew difikirin ku mîna 50 sal berê dikarin Kurdan bixapînin, ew xwe dixapînin. Em êdî bi rewşên nû re rû bi rû ne. Ciwanên me li her cihî aktîf in. Pêşmerge û gerîlayên me yên mezin û xwedî feraseteke nû hene. Şert û mercên dewletbûna Kurdan jî hene. Em nabêjin em ê niha dewletê ava bikin, lê belê em dixwazin di çarçoveya mafên mirovan ên navneteweyî de neteweya Kurd bibe xwedî mafên bingehîn. Bi heman rengî em dixwazin zimanê me yê dayikê azad bibe. Piraniya gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê dijî. Lİ gorî vê jî divê dewlet çareseriya demokratîk a prisgirêka Kurd hêsan bike.